Ji ber karesata erdhêja li Kurdistanê, dilê me bi kul û kedereke bêpayan tije bû. Ji ber vê karesat û felaketa mezin, em gelekî dilsikestî û xemgîn in.

Ez li ser navê Yekitiya Kurdên Qazaxistanê «Berbangê» sersaxiyê dikim û ji Xwedayê Dilovanê Dilovîn rehmeteke bêdawî ji hemwelatiyên me yên di vê karesatê de canê xwe ji dest dane dixwazim, sersaxiyê li kesûkar û malbatên wan ên dilsewat dikim.

Hêviya me ji Xwedayê Teala ew e ku careke din karesateke wiha neyê ser gelê me yê dilsoz. Bi vê boneyê di kesayetiya, li ser navê gelê me yê li Qazaxistanê sersaxiyê dixwazim û dibêjim ku dilê me, li cem we ye, li ba gelê me ye.

Ezîzê Ziyo Bedirxan,
Serokê Yekitiya Kurdên Qazaxistanê «BERBANG»
7 Sibat, 2023 — Almatî