𝗛𝗘𝗟𝗕𝗘𝗦𝗧𝗩𝗔𝗡, 𝗡𝗜𝗩Î𝗦𝗞𝗔𝗥, Ş𝗔𝗡𝗢𝗚𝗘𝗥 Û 𝗞𝗔𝗥𝗞𝗘𝗥Ê 𝗖𝗜𝗩𝗔𝗞𝗔 𝗞𝗨𝗥𝗗𝗔 𝗬Ê 𝗡𝗔𝗩𝗗𝗔𝗥
25ê Gulana 2020 an helbestvan, nivîskar, şanoger, prozaîk, Endamê PÊNa Kurd û Endamê PENa Navnetewî Barîyê Bala di 84 salîya xwe de li Alma Ataya Qazaxistanê çû ber rehma Xwedê. Bi wefata Bariyê Bala stêrkeke geş ji esmanê çand û wêjeya kurdan vemirî.
Barîyê Bala (Barîyê Elîyê Paşê) 25ê Tebaxa 1937 an li nehiya Masîsa Ermenîstanê, li gundê Demîrçîyê di nav malbeteke kurdên sade de ji dayîk bûye. Bavê wî Elîyê Paşayê Miho, dayika wî Qaza Evdoyê Bişo mirovên pir sade û kedhez bûne, bi keda xwe ya helal jîyana xwe derbas kirine. Heft kur û keçeke wî çêbûne.
Barîyê Bala sala 1958 an dibistana gundê Demîrçîyê ya navîn xilas dike û li bajarê Yerevanê dikeve Para Dîrok û Fîlolojîya Azerî ya Zanîngeha (Îînstîtûta) Dewletê ya Pêdagoiyê ya li ser nave Xaçatûr Abovyan sala 1963-yan bi dereceyeke baş xilas dike. Piştî xilaskirina zankoyê salen dirêj di dibistanê da wekî mamosteyê ziman û wêjeyê kar dike.
Ew di sala 1975 an de li gundê Hebilkendê, Nehîya Masîsê dibe serwêrê dibistana navîn. Paşwextîyê di vê nehîyê da wekî mufetîşê (înspêktorê) perwerdeya dibistanên navîn de karê xwe dimeşîne. Salên dirêj li nehîya Masîsê bûye serwêrê sovxoza Serwanlerê.
Sala 1989 an wextê şerê li ser Qerebaxa Çîyayî navbera ermenî û azerîya de malbata Barîyê Bala jî tevî hemû kurdên misilman ji Komara Ermenîstanê dertê, diçe Komara Azirbêcanê.
Sala 1998an tê Qazaxistanê, bajarê Alma Atayê. Li vir jî ew bi awayeke aktîv tevî karê civakî dibe. Di nav xebatên Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê «Berbangê» da wekî mamostê ziman û edebîyatê kar dike.
Barîyê Bala wexta şagirtê dibistana navîn bûye dest bi nivîsara helbestan kirîye. Helbesta wî ya ewilîn sala 1957an bi sernivîsara «Dayika min» di rojnama «Rya Teze» de tê weşandin.
Paşwextîyê helbestên wî di rojnameyên «Rya Teze», «Dengê Kurd», «Jîyana Kurd», «Ev Roj» «Dîplomat», kovara «Nûbar» û gelekên din de hatine weşandin. Helbest û nivîsarên wî yên vekirî bi zimanê ûrisî, azerî, ermenî û qazaxî hatine wergerandin., di rojname û kovarên wan zimanan de ronkayî dîtine.
Barîyê Bala xwedanê deh pirtûkên weşandî ne. Pirtûka wî ya ewil sala 1974an bi nave «Dinya min» li Ermenîstanê ronayê dibîne. Sala 1994an li Azerbêycanê pirtûka wî ya dudayan bi nave «Kuda herim» tê çapkirin.
2008ê sale pirtûka wî ya sisêyan «Dîlbera min» ku pêşkêşî xanima xwe kiriye tê weşandin. 2009-ê sale pirtûka wî ya çara bi nave «Dayik» ku helbestvan rewayî dayika xwe ya zehmetkêş Qaza Evdoyê Bişo kiriye ronahiyê dibîne.
Salên 2011-2012an bi alîkarîya nivîskar û lêkolînvan Hejarê Şamîl du pirtûkên wî «Kulîlkên neçilmisî» û «Deh bûyer» digihîjine ber destên xwendevanên xwe. 2012-ê sale li Kurdistana Başûr, bajarê Duhokê bi alîkarîya Yekîtîya Nivîskarên Kurdistanê pirtûka helbestên Barîyê Bala bi sernivîsara «Bijare» tê weşandin.
2014-2015ê salê bi alîkarîya endamên Yekîtîya Nivîskarên Ermenîstanê û endamên PÊNa Kurd Nûrê û Zera Serdaryan li bajarê Yêrêvanê du pirtûken wî «Ez û kevokê tenê», «Zerdeştê kal» neşir dibin. 2016ê salê pirtûka wî ya bi nave «Dilê şikestî (Разбитое сердце)» ronahî dibîne. 2005ê sale şaîr, nivîskar û dramatûrg Barîyê Bala tê hilbijartin wekî endamê PÊNa Kurd. 2014-ê salê bi xelata ser nave Ehmedê Xanî tê rewakirinê.
Barîyê Bala Pênûsa xwe di hemû mijaran de- helbest, nivîsara vekirî, bîranîn û dramatûrgîyê de ceribandîye. Mijarên helbest û poêmên Barîyê bala cuda-cuda ne: Evînîya du dila, hubhizkirina de û bava, gel û welat, hizkirina mirovahîyê û tebîyetê, rexne, şîret û yên din. Lê helbestvan di helbestên xwe de fikra hîmlî datîne ser welathezî, hub û hizkirinê.
Koletî û bindestîya welatê kal û bava Kurdistanê, par-parîbûna gelê kurdi axîn û kedereke giran dixee dilê şaîr. Zilm û komkujîya li Helepçê, Şengalê, Kobanîyê, li bajar û gundên kurdên wêranbûyî dilê wî dişewitîne:
Barîyê bala gelek nivîsarên vekirî jî nivîsîne: «Nado û Narê», «Bila dilî dilbe», «Ez û kevokê tenê», «Gelto», «Paşa û Belgîzar», «Çar emir çar demsal», «Cemîle», «Zerdeştê kal», «Ez û kale welathezî pir bi derdî kul», «Kew, bilbil û sorgula tengezar», «Deh buyer»; bîranînê xwe- «Seyda Şamîl» (Şamîl Eskerov), «Bîranîn derheqa Mehmedê Siloyê Bava da», «Mehmedê Sloyê Mihoyê- Îsa Begê Rewanî» ku pêşkêşî pismamê xwe Mehmedê Silo Miho kirîye.
Windabûna Bariyê Bala dibe ku bi awayeke fizîkî be, lê ewê herdem bi fikir, raman, helbest û nivîsarên xwe, ne tenê li Qefqasyayê û Sovyeta Berê, em di wê baweriyê de de ku wê li seranserê welatê me di dilê her neferê kurdan de bijî.
Nivîskar: 𝗞𝗶𝗻𝘆𝗮𝘇ê Î𝗯𝗿𝗮𝗵î𝗺 𝗠𝗶𝗿𝘇𝗼𝘆ê𝘃
Akademîsyen û Profesor
𝗘𝗪𝗟𝗔𝗗
Hingivê xas şirîntire,
Hemȗ tema zef temtire.
Dinya bêy wî vik-valaye,
Hebȗneke bê faydeye.
Hemȗ tema zef temtire,
Nȗra çava bahatire.
Rezê nȗye, tele, şirîn,
Bextewarî, êşe, birîn.
Xezna kȗre, bê ser bine,
Qenc ȗ xirab têda disekine.
Carna dibe dost ȗ hemkar,
Geh jî dibe xwînrêj, neyar.
Bextê kêra, ew ça derket,
Dema baş be, dibî rihet.
Ji te dȗrçȗ, jê vegere,
Çilî şȗnva wê bizvire.
𝗕𝗮𝗿î𝘆ê 𝗕𝗔𝗟𝗔
Оставайтесь на связи