Zanyarê Kurd ê navdar Maksîmê Xemo (Xamoyan Maksîm Ûseynovîç) di 7ê Îlona 1934’an de li Komara Ermenîstanê, li gundê Çobanmazê (niha Avşên) yê herêma Aparanê ji dayîk bûye.

Ew di sala 1954’an de dikeve Zanîngeha Yêrêvanê ya Dewletê û piştî pênc salên serkeftî, bi dereca bilind di sala 1959’an wir kutah dike. Ew dewra salên xwe yê xwendinê li Zanîngehê, qedera du salan (1958-1959) di Pişka Kurdî ya Radyoya Yêrêvanê de dixebite û karên dîktasiyonê dike.

Pey qedandina lîsansa Zanîngehê re, ew di heman salê bona tehsîla bilind (master) serî li Enstîtuya Lênîngradê ya Rojhilatnasiyê dide û tê qebûl kirinê li St. Peterburgê. Piştî sê salan, ew teza xwe ya li ser mijara “Zaravayê Kurdên Behdînan (Bamerne, Etrûş) ên Kurdistana Iraqê” diparêze. Ji sala 1964’an ve li Akademiya Netewî ya Zanyarî ya Komara Ermenîstanê wek dersdar (1964-1981), doçent (1981-1985) û lêkolerê bilind (1995-2004) dixebite.

Kandîdatê ulman di sala 1989a li Enstîtuya Welatên Asyayî û Afrîkayê – ya Zanîngeha Dewletê ya Moskowê (Lomonosov) dîsêrtasiya xwe ya doktorayê li ser mijara “Bingehên frazeolojiya zimanê kurdî” bi zimanê rûsî pêşkêş dike û bi jêhatîbûn diparêze, ku tê de pirsgirêkên giştî yên teoriya frazeolojiyê, çarçove û sînorên hevoksaziyê, rêbaz û aliyên lêkolîn, modelkirin, pêşxistina sîstemeke tesnîfkirinê ya ku ji bo teoriya frazeolojîyê wek bingeh dihatine dîtin.

Ew di sala 1997’an de dibe layiqê pêşnavê Profesoriyê.
Maksîmê Xemo di warê fîlolojiya kurdî de, xwediyê zêdetirî bi dehan pirtûk û gotarên zanistî yên bi zimanên curbicur in û di warê fîlolojiya kurdî de xwedî otorîteyekî naskirî ye. Ji sala 1993’an heta 2000’î, serokatiya şaxa kurdî ya Enstîtuya Rojhilatnasiyê ya Akademiya Netewî ya Zanyarî ya Komara Ermenistanê kiriye û li ser bingehên zimanên rojhilatî ders daye û gelek semîner lidarxisitiye. Profesor Xamoyan berpirsyariya bi dehan xebatên master û doktorayê kiriye, di bin edîtoriya wî de gelek pirtûk û gotarên zanistî bi kurdî, rûsî û ermenî hatine çapkirin.

Yek ji berhemên here delal yê Prof. Maksîmê Xemo, Ferhenga Frazan (Biwêjan) ya Kurdî-Rûsî ye ku nêzîkî 8000 frazan dihewîne li Yêrêvanê sala 1979 çap dibe. Hingî ku îdyom bi kurdîya tîpên kirîlî ne û şirovekirina wan jî bi zimanê rûsî bûn, Têmûrê Xelîlê dilsoz jî radibe di serên salên 2000î de wan frazan (îdyoman) dike kurdîya latînî û şirovekirina wan jî ji rûsî wergerandîne kurdî wekî ev berhem bigihîje milet. Lê heyfê ku ev berhem li hê çap nebûye û neçûye ber destê xwendevanan.

Zanyarê kurd ê navdar, akademîkê eyan, doktorê fîlolojiyê, endamê Enstîtuya Rojhilatnasiyê ya Akademiya Zanistî ya Neteweyî ya Komara Ermenîstanê, Prof. MaksîmêXemo di 17’ê Hezîrana 2011’an de ji ber nexweşiyeke giran li gundê xwe Avşenê koça dawî kir. Cinyazê wî di 20’ê Hezîranê de li gorî rituela olka Êzidiyan hate oxirkirin.

MAKSÎMÊ XEMO (07.09.1934-17.06.2011)
MAKSÎMÊ XEMO (07.09.1934-17.06.2011)