Daxuyaniyeke sererastkirina xebereke nerast ji aliyê Serokê Berbangê

Îro di malpera Twitterê ya «Kurd Gzt» yê de û çend çavkaniyên din ji devê Serokê Kurdên Qazaxistan (Berbangê) daxuyaniyeke nerast hatiye belavkirin.

Xeber bi zimanê tirkî ye û bi vî awayî ye: «Kazakistanda Kürdistan Eyaletini istiyoruz, buradaki kürtlerin hak ve taleplerini desteklemeliyiz» (Em li Qazaxistanê Eyaleta Kurdistanê dixwazin, divê em piştgiriya mafên kurdên li vê derê bikin.)

Ev daxuyanî ji aliyê min û berbangê ve nehatiye gotin. Gotineke min a wiha tuneye. Jixwe li ser mafên rewa yên miletê me, çi pêwîst e em bi serbilindî dibêjin û emê bibêjin.

Dewlet û hikûmeta Qazaxistanê hemû mafên rewa yên miletê kurd û mafên rewa yên hemû miletên li Qazaxistanê dijîn dide û diparêze. Zimanê kurdî, çanda kurdî, govend û folklora kurdî li Qazaxistanê serbest e, miletê kurd di nava aştî, azadî û biratiyê de 85 sal in ku li dewleta Qazakîstanê dijî.

Ji ber vê yekê em dibêjin nûçeya hatiye belavkirin nerast (asparagas) e. Ji kerema xwe bi awayeke fermî ji bilî Berbangê û gotinên min, guhdariya nûçeyên wiha nerast nekin.

Serokê Kurdên Qazaxistanê (Berbang)
Ezîzê Zîyo Bedirxan
04.02.2024 — Alma Ata


ОПРОВЕРЖЕНИЕ

Сегодня на странице «Kurd Gzt» в Twitter и ряде других источников было опубликовано некорректное заявление от имени председателя Ассоциации «БАРБАНГ» курдов Казахстана.

Сообщение написано на турецком языке и звучит так: «Kazakistanda Kürdistan Eyaletini istiyoruz, buradaki kürtlerin hak ve taleplerini desteklemeliyiz» (Мы хотим создать государство (провинцию) Курдистан в Казахстане, мы должны поддерживать здесь права курдов).

Это заявление было сделано не мной. Прямого источника и доказательств этого заявления нету.

Государство и правительство Казахстана предоставляет и защищает все законные права курдского этноса и законные права всех народов, проживающих в Казахстане. Курдский язык, курдская культура, курдские танцы и фольклор свободно развиваются в Казахстане, курдский народ вот уже 85 лет живет в государстве Казахстан в мире, свободе и братстве.

Подобные новости распространяются ложно и провокационно. Пожалуйста, остерегайтесь таких фейковых новостей и доверяйте официальной информации ресурсов Ассоциации «БАРБАНГ».

Председатель Ассоциации «БАРБАНГ» курдов Казахстана, член Совета Ассамблеи народа Казахстана Алиев Азиз Зияевич

04 февраля 2024 года — Алматы