Banker û aktîvîsta kurd Narîn Nadîrova, li seranserê Qazaxistanê di nav kurdan de weke «Kesayeta Salê» hatiye hilbijartin û hatiye xelatkirin. Ev xelat ji hêla hemû beşên Asambleya Kurdên Qazaxistanê ango Yekitiya Kurdên Qazaxistanê ve bi pirs û dengdana kurdên wan beş û bajaran tê dayîn. Xelat her sal tê dayîn, lê cara yekê ye ku jinek dibe xwediya vê xelatê.

Xelat duh li bajarê Alma Atayê, bi merasîmekê, di hizûra gelek kes û serkirdeyên Qazaxistanê de, ji hêla Akademîsyen û Profesor Kinyazê Îbrahîmê Serokê Kurdên Qazaxistanê ve hatiye dayîn.

Di merasîma xelatdayînê de Akademîsyen û Profesor Nadir Nadirov, Ezîzê Ziyo Bedirxan, Ezîmê Şemo jî tê de; gelek endam, serkar û berpirsiyarên Asambleya Gelên Qazaxistanê û Asambleya Kurdên Qazaxistanê jî beşdar bûne.

Beriya niha kesên weke Şîrînê Elî, Ezîzê Ziyo Bedirxan û Ezîmê Şemo Nabiev Wakil Huseynovich hêjayî xelatdayînê hatibûn dîtin.

Bixwîne — Li Qazaxistanê Jineka Kurd Xelata Serokomarîyê stand

Narîn Nadîrova di sala 2016ê de jî weke «Bankera Salê» hatibû hilbijartin û xelatdayîn. Nadîrovayê her weha di sala 2017ê de xelata «Yekîtiya Gel a Qazaxistanê» wergirtibû.

Narîn Nadîrova: “Ez gelekî serbilind im”

Narîn Nadîrovayê ji bianetê re got ku ew serbilind e ji ber dayîna vê xelatdayînê û wiha berdewam kir:

“Ji ber ku min layîqî vê xelatê dîtin û ez weke ‘Mirova Salê ya 2019ê’ hatim hilbijartin ez gelekî serbilindim. Ji bo vê xelatê li seranserê Qazaxistanê kurdan dengên xwe dane. 6 an jî 7 berendam hebûn. Mirovên gelekî navdar beşdar bûbûn. Dengdan veşartî têkirin. Li seranserê Qazaxistanê deng didan. Ji bo min jî suprîzeke mezin bû ku ez hatim hilbijartin. Ez gelekî serbilind im û kêfxweş bûm. Spas dikim. Ji bo layiqî wan xelatên gelê min didin min, ez ê her tiştî bikim.”

Derbarê Narîn Nadîrovayê de
Narîna Kinyazê Hemîd ango Narîn Nadirova 20 sal in ku li bajarê Alma Atayê karê fînans û bankegeriyê dike. Narîn Nadirova piştî xilaskirina zanîngehê dest bi kar kiriye. Nadirova xwendina xwe li du zanîngehan kiriye. Yek jê Unîversîteya Neteweyî ya Qazaxan (Kazakh National University) e. Di vê zanîngehê de şeş salan di Beşê Biyolojiyê de xwendiye. Xwendina xwe ya din jî çar salan li Beşê Fînans û Bankegeriyê ya Akademiya Aboriyê de kiriye. Nadirova li «Home Credit Bank Czech Republicê» di dereceyeke bilind de kar dike ku ev banke li Dewleta Çekiyayê bankayeke navdar e.