Me bi dilekî xemgîn koça dawî ya Serokê Navenda Rewşenbîrî ya Laleşê û Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Karûbarên Êzidiyan Şêx Şemo bihîst. Em bi navê «Yekitiya Kurdên Qazaxistanê — Berbang» bi vê xebera reş gelekî êşiyan.

Şêx Şemo mirovekî pak, maqûl û kurdperwer bû. Em herwiha serxweşîyê didine malbeta wi usa ji serokatî û hukumeta Herêma Kurdistanê, kesên ber dilê rehmetlêbûyî ezîz.

Bila rehmeta Xwedê li Şêx Şemo be, cihê wî bihuşta baqî be, serê hemû neferên malbatê sax be.

Ezîzê Zîyo Bedirxan

Doktorê Zanistên Aborî, Profesor

Serokê Yekitiya Kurdên Qazaxistanê — Berbang

19ê Çile sala 2022 / Alma Ata

Sersaxî