Lî bajarê Almataya Qazaxîstanê 20ê çileyê li Mala Yekitiya Gelan (Dom Drujbi) konferanseke navneteweyî hate derbaskirin. Konferans jî bo 100 salîya nîvîskar, helbestvan û wergerê Kurdê navdar Elîyê Evdîlrehman hatibû amadekirin. Çivîna ku di asteke bilind de derbas bû, ji gelek welatan rewşenbîr, nivîskar û akademîsyen tevlî bûn. Li hêla din peyamên pîrozbahiyê  ku ji gelek welatan hatibû  hatin xwendin.

Xebata konferansa navneteweyî bi axaftina Serokê Yekitiya Kurdên Qazaxistanê Kinyazê Îbrahîm dest pê kir.

Di konferansê de Serokê Yekitiya Nivîskarên Qazaxistanê Ulugbeg Yestaulet, Akademîsyen û profesorê navdar Nadir Nadirov, profesor û fîlologê navdar ê Qazaxan, helbestvan Têmirxan Têbêgenov, profesorê Aboriyê Ezîzê Ziyo Bedirxan, nivîskar, rojnameger, wergêr Têmûrê Xelîl, rojnameger û dîrokzan Letîf Memmed Brûkî, nivîskar, rojnameger, wergêr Salihê Kevirbirî, nivîskar, rojnameger, wergêr Hejarê Şamil, profesor Mehemedê Misto û profesor Hesenê Evdoyê Elî gotarên xwe pêşkêş kirin.

Di dawiyê konferansê de 74 min avabûna Komara Kurdistanê bi coşî hate silavkirin.

Konferans bi kokteyl û konsêreke bi kilam û miqamên Kurdî yên dewlemend bidawî bû.