Jineke Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê li Fransayê, ji ber çalakiyên xwe yên çand û hunerî hêjayî xelata ‘Şovalye’yê hat dîtin.
Wênegira Kurd a bi navê Anahîta Qubaîyan ku xelka Kirmanşanê ye li Rojhilatê Kurdistanê, li Fransayê xelata ‘Şovalye’yê wergirt. Qobaîyan duyemîn hemwelatiya Kurd e ji bajarê Kirmanşanê ku ew xelat pê tê bexşandin.
Fransayê ji ber çalakî û xebatên wê yên di warê çand, huner û wêjeyê de xelata ‘Şovalye’yê bi wê jina Kurd bexşand.
Jina Kurd, Anahîta Qubaîyan, rêvebera ‘Galeriya Rêya Hevrîşîm’ e ku ev 18 sal e ew galerî damezrandiye û di warê çand û hunerê de çalakiyan pêk tîne. Xelata cîhanî ya Şovalye, pêştir bi hunermendê binavûdeng ên Kurd, Şaram Nazirî, hatibû dayîn û Anahîta Qubaîyan duyemîn hemwelatiya Kurd e ku ew xelat pê tê bexşandin.