Van rojan li medya civakî, rojname û têlêvîzyonên kurdî gelek nivîs, şirove û minaqeşe ser meseleya xirabkirina goristanên êzdîyan li Bakurê welatê me, bi taybetî li Nisêbînê û Elihê têne çapkirin û belavkirin. Hemû nivîs û şirove jî ew karên kirêt, yên dijî yekîtîya gelê me bi tundî şermezar dikin.
Û ne tenê xirabkirina goristanên êzdîyan, lê herwiha bo wê jî ku hinek kurdên musulman dest datînin ser mal û milkên êzdîyan, zordestîyê û zorbetîyê li wan dikin.
Ez ji navê Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan (FNDK) wan emelên dijî hevgirtina gelê me bi tundî şermezar dikim.
Ez hêvîdar im, ku rêvebirîya Elihê û Nisêbîna Mêrdînê, ku piranî kurd in, wê bi alîkarîya gelê me yê dilsoz di nava demeke kurt da gunehkaran tesbît bike û ceza bike. Di wî karî da erkekî mezin dikeve ser muxtarên gundan û rîspîyên welatparêz.Herwiha dixwezim destnîşan bikim, ku hinek kesên dijî yekîtîya gelê me hewil didin wan emelan wek dijîhevbûna kurdên musulman û kurdên êzdî raber bikin, lê di rastîyê da ew kesana bo berjewendîyên xwe yên şexsî û yên rêxistinên xwe dixwezin dutîretîyê û dijminatîyê bikine nava hevgirtina gelê me da. Hinek rewşenbîrên kurdên êzdî jî wek dibêjin, ”hûkî dikine mûkî”, bêy ku destnîşan bikin ku ev bêbextîya di hindava kurdên me yên êzdî da karê destê yek-du kesan e, belkî peyayên dewletê bin jî, lê ne karê gelê me yê pirmîlyonê ye li Bakur.
Li Ermenîstanê jî gorên kurdên musulman hatine xirabkirin, lê deng ji wan qaşo rewşenbîran derneket.
Meseleke din jî kete bîra min, ku ”her çêlek tê dotin, lê her gilî nayê gotin”.
Tevaya gelê me, bi taybetî jî gelê kurd li wan deveran, ku li wir destdirêjahîyê li milkê kurdên êzdî, ziyaret û goristanên wan yên buhurtî dikin, bi dil û ruh piştgirîya kurdên êzdî dikin û wek her kurdekî bi şeref û welatparêz ew hovîtî şermezar dikin, heta xîyanet li gelê kurd dibînin.
Hizkirina di hindava beşeke gelê me – kurdên êzdî da ji wê jî xuya dibe, ku tevaya gelê me yê wan deveran bi yekdengî dengê xwe dane kurdeke êzdî Feleknas Ucayê û ew hilbijartine wek nûnera xwe li parlamentoya Tirkîyê.
Serokê FNDK akademîsyan Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev. https://krd.riataza.com/2020/04/01/seroke-fndk-emelen-diji-kurden-ezdi-bi-tundi-sermezar-dike/