Şekroyê Xudo ji bo Kurdistanê welatparêzekî pir mezin bû, ji bo kurdzanîyê zanyarekî bêhempa bû, ji bo kurdên Sovyeta berê, xwemsa Ermenîstanê, sitûna kurdewarîyê bû, ji bo şagirtên xwe, ku bûne doktor û profêsor (yek ji wan jî xudanê vê nivîsê, doktor Îbrahîm Mehmûd e), şexsekî Xwedêdayî bû.

Sê lawên wî yên xwendî, zane û şereza terbîya xwe ne ji gotinên dê û bavê xwe – akademîsyan Şekroyê Xudo û doktora bijîşkzanîyê Frîca Hecî Cewarî (keça Hecîyê Cindîyê binavûdeng) sitendine, lê ji cûrê kar û jîyana wan a bi zimanê kurdî, bo kurdan û bo gulvedana Kurdistanê.