Serok Mesud Barzanî serxweşiyê li Dr. Prof. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv kir

Birayê birêz Dr Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv Serokê Federasyona Kurdên welatên Sovyeta berê

Bi xemeke zêde nûçeya koça dawî ya birayê we Ehmed Îbrahîm Mîrzoyêv gihîşt me. Sersaxiyên xwe pêşkêşî we û malbata we ya birêz û tevahiya kesukar û nasên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
12.07.2020

Serok Nêçîrvan Barzanî sersaxiyê li Dr. Prof. Kinyazê Mîrzoyêv dike

Îro, Yekşemî 12.7.2020 Birêz Nêçîrvan Barzanî serokê Herêma Kurdistanê di peyamekê de ji bo koça dawiyê ya birayê wî Xwedê jê razî Ehmedê Îbrahîmê Mîrzoyêv, sersaxî pêşkêşî akademîsyen û kesatiyê navdarê Kurd li Kazaxistanê rêzdar Profesor Dr. Kinyazê Mîrzoyêv kir.

Serok Nêçîrvan Barzanî, tevî behîdarî û sersaxiyê, hevxemiya xwe bi rêzdar Mîrzoyêv û malbat û kesûkarên wî re nîşan da û ji Xwedayê mezin xwest Xwedê jê razî têxe ber dilovaniya xwe û sebr û hedarê bide hemûyan.

Ev herdu serxweşî nîşana hevgirtin-hevhezkirina tevaya gelê kurd in li tevaya cihanê, ku em yek milet in, xwedî yek alayê ne û Kurdistan welatê me hemûyan e.

Çi mixabin, ku me îro xebereke reş a din jî bihîst, ku xwarzîyê Akademîsyan Kinyazê Îbrahîm – Mahirê Mecîd Nadîrov di 53 salîya xwe da çû ber dilovanîya Xwedê. Bira rehmeta Xwedê li wî be.

Gelek serxweşî herwiha ji her derên Kurdistanê û diyasporayê, ji kesên binavûdeng û welatparêz hatine, wek:

ji Parlamentarê DÛMA ya Rûsîya Federal Zelîmxan Mûsoyêv, Akademîsyan, Bavê ulmê neftê û gazê li Qazaxistanê Nadirê Kerem Nadirov, ji navê Komxebata KURMANCÎ a Înstîtûya Parîsê Reşo Zîlan, ji sîyasetmedar, karmendê di serokatîya Herêma Kurdistanê da Zikrî Mûsa, ji Assambleya Gelên Qazaxistanê, ji Parlamentarê Parlamêntoya Gurcistanê Îskoyê Desinî, ji Parlamentarê Parlamêntoya Ermenîstanê Kinyazê Hemîd, Profêsor Ezîzê Zîyo Bedirxan û profêsor Moskovê Cemal, berpirsyarê giştî yê malpera RIATAZA Yûrayê Şamil û redaktora radyoya RIATAZA Bêlla Stûrkî, zimanzan Mistefa Aydogan, lêkolîner Emîn Narozî, Mehmûd Lewendî û Umîd Demirhan, Berpirsyarê rojnameya Rya teze û Radyoya Rewanê a kurdî Tîtalê Kerem, nivîskar Zinar Soran, Remzî Kerîm, Serdar Roşan, helbestvan doktor Eskerê Boyîk, doktor Ezîzê Gerdenzerî û doktor Rizganê Simo, serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swed Keya Îzol, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed Têmûrê Xelîl, heyranê ziman û edebîyeta kurdî Mistefa Kilicaslan, rojnamevanê navdar Prîskê Mihoyî, mamostayê Zanîngeheke Moskvayê Rizganê Recevî, rêvebirê weşanxaneya DOZ Korogli Karaaslan, serokê Kurdên Qirgizistanê Remezan Seîdov, serokê Yekbûn TV Hejarê Şamil, serokê Weşanxaneya APEC Elî Çiftçî, sîyasetmedar Ednan Axacan, dengbêjên navdar Aslîka Qadir û Paşayê Efo û gelekên din.