Berî 35 salan Yekîtîya kurdên Qazaxistanê hate damezirandin

Heval û hogirên hêja!

Pêşketina olka kurdan ya li Qazaxistanê bi tevayî bi karkirina Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê – BERBANGê va girêdayî ye. Berî 35 salan, sala 1989an komeke ji nûnerên gelê me biryar kir hereketên xwe bikine yek bo gulvedana miletê me û ocaxa kurdan ya civakî dane damezirandin.

Her tişt bi zên û zîrekî û ruhdarbûna Ezîzê Zîyo Bedirxan destpê bû. Û hema ew bi xwe jî hate hilbijartin wek serokê pêşin yê wê rêxistina kurdên Qazaxistanê.

Ew demên giran bûn bona daxuliqandin û pêşxistina diyaspora me ya li wî welatê xêrxwaz. Lê aqilmendî û dûrdîtina wan kesên welatparêz, daxweza ku çanda kurdan pêş bixin, erf-edetên gelê xwe biparêzin bi ser ket.

Îro nûnerên diyaspora kurdan li Qazaxistanê bizîşk, mamosta, zanyar, doktorên zanyarîyê, akademîsyan, karmendên civakî-sîyasî, endeziyar, sportsmênên navdar, karsazên binavûdeng, xunedarên çanda me ne.

Navên akademîsyanên li komarê û Kurdistanê eyan Nadirê Kerem Nadirov, Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv û gelek nûnerên gelê me yên din nav û dengê olka me ya li Qazaxistanê û li cihanê dane naskirinê, ew bûne serbilindîya gelê me û welatê me.

Xwîşk û birayên ezîz! Em we bo vê sersalîya ber dilê me hemûyan ezîz – Roja damezirandina Yekîtîya BERBANGê bi dil û can pîroz dikin! Em ji we ra serketinan, jîyaneke bextewar û gulvedanê dixwezin.

Di wêne da: Bi saya serê van hersê mezinahîyên hinkûfî çiyan BERBANGa kurdên Qazaxistanê bû berbanga pêşketina çand û edebîyeta me. Ji çepê: akademîsyan, Prezîdêntê Şerefê yê BERBANGÊ Nadirê Kerem Nadirov, Serekê gelek salan yê BERBANGê û serekê Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan akademîsyan Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv, serekê pêşin û serekê nû yê Berbangê doktor-profêsor Ezîzê Zîyo Bedirxan.

Yekîtîya kurdên Qazaxistanê BERBANG

BERBANG - 35 sal!!!