Bi boneya koça dawî a Ehmedê Îbrahîm, birayê Kinyazê Îbrahîm, Rêveberê Yektiya Kurdên Qezaxistanê, Mistefa Hicrî Berpirsyarê Giştî ê PDKÎ, peyameke sersaxiyê bo Profîsor Kinyazê Îbrahîm hinartiye ku ew jî deqa peyama Mistefa Hicrî ye,

Brayê rêzdar kekê Kinyazê Îbrahîm, Rêveberê yektiya Kurdên Qezaxistanê “ Berbang ”

Me bi xemgînî ve nûçeya çûna ber dilovaniya birayê  we Ehmedê Îbrahîm bihîst.

Bi vê sedemê ve, sersaxiyê dibêjme cenabê we û hemû Kurdên welatperwer yên Qezaxistanê.

Bila riha rehmetî Ehmedê Îbrahîmê bi rayê te şad be û Serê we sax be.

PDKÎ

Berpirsyarê Giştî

Mistefa Hicrî

21 ê Tîrmeha 2020 an