Birêz Serokatîya Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê

Birêz Mihemednezîf Qadirî!

Bi hilkeftina 75`emîn salvegera avabûna Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê ez we bi dil û can pîroz dikim. 

Em serbilind in ku keda kurdên Sovyet jî di serketinên we û avabûna  Komara Kurdistanê Mehabadê da heye. Xalê min – Wezîrê Cebar Nadirî wek serleşkerekî kurd bi Artêra Sor, anku a Sovyetê ra di sala 1946 an li  Mehabadê di îlankirina Dewleta Kurdistanê, li Mehabadê li ”Meydana Çarçira” da  amade bû û wek hemû kurdan bo damezirandina dewleta me şa û serbilind bû. 

Xalê min digot, ku avabûna Kurdistanê bi destî Yekîtîya Sovyet çê bû, lê hilweşîna wê bi destî welatên Împêrîyalîstan bû, ku nehate hesabê wan. 

Em – Kurdên Sovyeta berê niha jî bi dil û can bi têkoşîna We re ne û herdem amade ne tiştê ji me bê xwestin, em pêk bînin. 

Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv

Akademîsyan, profêsor

Serokê Federasyona Navnetewî ya 

Diyasporayên Kurdan

Rêveberê Yekîtîya kurdên 

Qazaxistanê ”Berbang

31 Tîrmeh (Temûz) 2020