Guhdarên delal, di 10ê cotmeha îsal 83 mîn salvegera jidayîkbûna zanyar, nivîskar û weşangerekî kurd, berpirsyarê radyoya Ronkayî ya Gurcistanê, mamosteyê mezin Keremê Zahar Anqosî wê temam bûya, le sed heyf û korayî, piştî nexweşîya pir xeder, berî salekê, êvara 1-ê cotmehê li bajarê Tbîlîsîyê paytexta Gurcistanê çû ser dilovaniya Xwedê. Ji malbet, kom û pizmama, ji pişta milet çû kesekî navdar, pêşewitîyê milet xwe. Belê, mirin tiştekî xwezayî ye û hemû ruhliberan vedigire, lê wefata mirovên berhemdar, zanyar û emekdar pir şewat û windayîyeke mezine. Her ciqas sal derbaz bin jî ji dilê gel, malbet û heval-hogirên xwe yên hezkirî dernakevin. Em dikarin bêjin, ku Keremê Anqosî dema xwe da serdemek nû, dewranek nû di dîroka civaka êzdîyên Gurcistanê de efirand…

Fermo, guhdarîya bernameya radyoya Ria taza dîyarî bîranîna nivîskar, rojnamevan, rohilatnas, karmendê civaka kurdên Gurcistanê yê bi nav û deng remetîyê Keremê Anqosî bikin.

10.10.2020 || RiaTaza li sêr YouTube:

https://youtu.be/x5GT8S99KZA