Jiyan, têkoşîn û berhem

Dilawerê Zengî

“Millet’im rabe binêre îro çaxê xweserî

Kes ji te pêve nemaye, dîl û jar û bê serî

Mane şerm e, em tenê mane dibin destê neyar

Ta bi kengî wer bimînin, ew şivan û em kerî”

H.H. Serdî

Hesen Hişyar kurê Mistefayê Hecî Umer e, ji Kurdistana bakur, ji wilayeta (Diyarbekir an reş Amed), qeza (Hênê), gundê (Serdê), ji malbat û barîxa wan re (Sadîqan) tê gotin, ku ji êla (Zerikan) e. Di sala 1907 -an de, li wî gundê bav û bapîrên xwe, hatiye dinê. Zarotiya xwe, wek hemû zarokên gundan, piştî ku temenê wî bûye heft salî, li ber destê melê gund (Hadî Emîn) qurana pîroz xwendiye. Piştî mirina bavê wî, diya wî (bi xwe Zazî ye) wî dişîne gundê xalê wî (Derqam), li wir, li ber destê xalê xwe şêx Ehmed hînî çend pirtûkên olî bûye. Piştî ku bîrewer dibe, li ber destê mamostakî penaber (muhacir) bi navê (Haşim) sê salan xwendiye, û serwextî gelek tiştên nuh bûye.

Di dema cenga cîhanê ya pêşîn de (1914-1918). Pireya bûyerên wê cengê tên bîra wî, nemaze pergala birçîbûnê, nexweşiyê û penaberiyê (Muhaciriyê). Giraniya şer ketibû kurdistanê, ku hingê enî tuxûbê Qersê bû. Piştî salekê, leşkerên Osmanî berûpaş vedikişiyan, roj bi roj eniya şer bi şûn de vedigeriya, heya ku enî kete (Erzerum, Wan, Bedlîs, Artevîn û Mûş), kurdên van hawîran tev de welat berdidan û penaber dibûn.

pergala eniya şer li (deşta Parsîn, Erzerum û Hesen qela) pir nexweş bû. Ev qad, li tuxûbê Kurdistana Bakur û Ûris dikeve. Gundê Hesen Hişyar û malbata wî, li dora not malî bûn, çel û heşt peya çûn wî şerê mirovxwer, yek ji wan venegeriya. Di wî şerî de, leşker di nav berfê de, bê çek û xwarin tev de, ji ber sipî û nexweşiyan qir dibûn. Rewşa kurdan û welatê wan Kurdistanê pir dijwar bibû.

Di 16/5/1916-an û di riya van her sê dewletên mezin Rûsiya, Birîtanya û Ferensayê re, û bi navînkirina -peymana reş -Saykis –Bîko-, Bakurî Kurdistanê giha Turkiya, Başûrî Kurdistanê giha Îraqa nuh, Rojavayê Kurdistanê giha Sûriya, û ji xwe Rojhilat tev di bin destê Îranê de ma.

Piştî rûxandina dewleta Osmanî, kurdan derfet û nîreke nuh di derbirîn û çareserkirina pirsa xwe de dît. Nemaze di danezana rêbaza Wilson ya çardexal de; ji bo mafên miletan bi azadî û serxwebûnê bê çespandin. Lê, mexabin biryarên Sêvirê, li kongira Lozanê 23.07.1923-an binpê kirin, û hevkaran soz û peymanên xwe bi Kurd û Kurdistanê re xwarin.

Piştî têkçûna peymana Sêferê û îmzekirina Peymana Lozanê, di 29-ê Cotmeha 1923-an de, Komara Tirkiyê tê çespandin. Hebûna kurdan tê tunekirin. Li ser vê yekê, hinek serbaz, axa, beg, şêx û rewşenbîrên kurd li Erzerumê di bin serokatiya Xalid Begê Cibrî de, bi navê (Komîteya Îstîqlala Kurdîstanê) yan jî tevgera (Azadî) rêxistineke siyasî didamezirînin. Di çiriya paşîn, sala 1924-an de, ji nişka ve Xalid beg û nûnerê Bedlîsê Ûsif Ziya herdû hatin girtin, birin Bedlîsê, û bê pirs û bersiv herdû bidarvekirin. Ev rêxistin, bingeha pêxistina agirê şoreşa Şêx Seîdê Pîran 1925-an bû.

Bi vêxistina agirê şoreşa Şêx Seîdê Pîran re, Hesen Hişyar tevlî wê serhildanê dibe, û bi hestekî neteweyî û bi ramaneke azadîxwaz, di teqîna gula pêşî ji şoreşê tifingê, hildigre û tevlî refê şervanên azadiyê dibe. Di gelek eniyên cengê de, berevaniyeke lehengî û mezin dike. Di nava agirê şer û cengê de, nexweşî, dijwarî, xinizî, mêranî, qehremanî, cangorî û pakrewanî tev bi çavên serê xwe dîtine. Lê, ewî newqa xwe ji dijmin re vala nekiriye û bi lehengî û liberxwedanî şer kiriye. Piştî şoreş têkçû, rêjîma Atatuk dest bi girtinê kir. li herderê welat dest pê kirin, li gorî awirên wan, sûc bêsûc herkes digirtin. Ewçend ku ji zindanan pê ve mizgeft û dêr jî dagirtin.

Hesen Hişyar jî, ji wan girtinan bêpar nema, ew jî hate girtin. Li ber dadgeha leşkerî bi darvekirinê hate ferwerî kirin. Lê, ji ber temenê wî biçûk bû, panzde salan arih kirin. Di nav van zindanan de (Diyarbekir- Xarpêt- Qeyserî û Nigde), li dora sê sal û nîvan girtî maye, paşê ew jî dikeve ber biryara riha, ya ko di sala 1928-an de derket û ew vegeriya welêt. Piştî bûriya giştî, diçe bajarê Diyarbekirê wek kargêrê cergeya tabûya Qulpê li ba dewletê kar dike.

Di sala 1930-î de, bi geşkirina agirê şoreşa Sasûn û Araratê re, rêjîma turk kesên di cihê gumanan de digirtin, nemaze yên berê hatibûn arih kirin. Dîsa Hesen Hişyar giha refên şervanên azadiyê. Piştî mayîna sê salan li serê çiyan, ku ji Licê heya Xarpêt û Bîngolê digel du hezar şervanî. bi şev û roj ji bo piştgiriya Araratê bi dijmin re şer dikir. Şoreşa Araratê têkçû, û ew û çar peya daketin binya xetê-Cizîrê.

Di sala 1934-an de, ew û du pismam û birakî xwe, bi du gulan birîndar, daketin Cizîrê, li bajarê Amûdê, bi cihûwar bûne. Ji ber rewşa bêkarî, zîvarî û belengaziyê, di riya Qedûr beg re li gundê (Rihîkê) li nav êla Milan, ku dikeve navbera Amûdê û Dirbêsiyê demekê dimînin. Ji neçarî, ji wir jî bar dike û diçe gundê (Eyîn Qirdê) sê salan li wir cotkariyê dike. Dîsa ji wir jî bardike û diçe (Senceqê)- dikeve qubleyê Amûdê-. Di sala 1938-an de, li gundê (Senceqê) dibistanekê ji bo hînkirina zimanê Kurdî vedike. Piştî salekê ji vekirina wê dibistanê, bi destê firensizan hatiye girtin. Piştî şeş salan ji jiyana cotkarî û gundîtî, bi malbatî, di sala 1940-î de, dîsa vedigere, li bajarê Amûdê bi cî dibe. Li bajarê Amûdê firoşgeheke pertêl vedike. Di wê demê de, bajarê Amûdê navenda çand û wêjeya kurdî bû. Bi saya serê gelek welatparêz û gelperwerên mîna: Reşîdê Kurd, Mele EvdulHadî, Cegerxwîn, Qedrî can, Ûsê Hersan, Mihemed Elî Şiwêş, şêx Selîm, Nûredîn Zaza, Şêx Beşîr, Ehmed Nafiz, Tîrêj û Hesen Hişyar…. HT.. bajarê Amûdê rûgeha welatparêz û şervanên azadiyê bû. Hingê kovar û rojnameyên kurdî pir dihatin çapkirin û belavkirin mîna: (Hawar, Ronahî, Roja Nû, Stêr), belavokên civata Xoybûnê û hin kovar û rojnameyên ku bi zimanê erebî dihatin weşandin mîna: (Wijdan û Huriyê) .. HT. Li herêma Amûdê û derdora wê abone û kiryariya wan kovar û rojnameyan tev di riya Hesen Hişyar re bû. Ji milê dî ve, nivîskarên van kovaran, di riya wî re nivîsandinên xwe rêdikirin û berhemên wan dihatin weşandin. firoşgeha wî bûbû wargeha xortan, hêlîna fêrkirin û danûstendina li ser zimanê kurdî, navenda her mirovekî welathez û gelparêzan. Ew bi xwe, di wan kovar û rojnameyan de dinivisand û bi herdû zimanên Kurdî û Erebî berhemên xwe belav dikir.

Hêjayî gotinê ye, di wê demê de, bajarê Amûdê navenda zana û zanyarên olî yên gewre û mezin bû mîna: Şêx Mihemdê Moza, mele Ebdulletîf,mele Fethulla, mele Ebdulhelîm, şêx Beşîr Elhamidî, şêx Ubêdê şêx Zahir, şêx Ehmedê Kesk, şêx Ebdulmecîdê Huseynî, şêx Efîf û şêx Selîmê Huseynî….HT.

Di navbera salên 1953-1957-an de, têkilî û danûstendinên Hesen Hişyar bi rojnameya Wijdan û Huriyê re hebûn.

Di sala 1956-an de, li bajarê Helebê, Hesen Hişyar û çend hevalên xwe civatek bi navê (Komela Zanistî û Alîkarî ya Kurd) pêk anîn.

Damezrênerên komelê: Dr. Nûrî Dêrsimî, Rewşen Bedirxan, Hesen Hişyar, Osman Efendî û Heyder Heyder bûn. Armanca komelê; pêşxistina ziman, tore û dîroka gelê Kurd bû. Mexabin, pir dirêj nekir. Li dora du salan (1956-1958) tenê berdewam kir.Lê pir çalakiyên hêja kirin. Damezrênerê komelê Hesen Hişyar di destnivîsên xwe de dibêje:

-`Bi doza Kurd ve me (18) rûpel nivîsarek li Misrê bi destê Mihemed Hilmî beg da kongirisa (Bandok).

-Ji bona şoreşa (Ciwanrû yên Kurdên Îranê) me (protustokî) bi navê (Jenosît) bi zimanê (Erebî, Turkî, Farisî û Firansewî) dijî (şah) da belav kirin.

-Bi (Partiya Eyoka ya Qubrisî) re, me hevalbendî girêda, her buyerên wan me di rojnama xwe de didane belav kirin, ji ber ko ew jî dijî dewleta Turk û Ingilîz bûn. Çawa ko meseleyên Kurd jî li (Atîno) serekê diyaneta Islamî (Hafiz elîreşad) werdigerandin zimanê (Yûnanî) û di rojnameyên wan de didane belav kirin.

-Li (Beyrûtê) di rojnameyên Erebî de li ser Kurd û Kurdistanê di rojnameya (Wicdan- Huriyet) de didane belav kirin`.

Evê komelê gelek pirtûk dane çap kirin û belav kirin. Ji wan pertûkan:

– El-red `ele kosmopolîtiye – Hesenên Şiniwî. (Bi zimanê Erebî).

– Kîfah El-ekrad – Samid El-Kurdistanî. (Bi zimanê Erebî).

– Dêrsim di tarîxa Kurdsitanê de- Dr. Nûrî Dêrsimî. (Bi zimanê Turkî).

Diyar e, kar û çalakiyên vê komelê ji temenê wê pirtir bûn. Bi temenekî kin, ko du salan bi tenê dirêj kir, xebatin berfireh ji gelê xwe re kirin. Evê komelê -mîna komelên din- piştî damezirandina Partiya Demoqrat ya Kurdistanê, ewê jî xwe helkir.

Di sala 1962-an de, ji bajarê Amûdê berî dide bajarê Qamişlo, li wir, bi cî dibe, ta ku ji nav me bar dike.

Di sala 1966-an de, kovara AGAHÎ , bi destê ronakbîrê gewre Hesen Hişyar derket. Di rûpelê pêşîn de hatiye nivîsandin: (Kovarek(e) zanistî, toreyî, tarîxî û siyasî ye). Kovar, li parêzgeha Hisiça, bajarê Qamişlo derdiket. Ji alî tîp û gewdê kovarê 20X40 s.m-ye. Rûpelên wê ji (15-33) rûpelan hevedûdanîye. Ji ber rewşa ramyarî xwediyê kovarê kovara xwe li tilnivîsê dida û bi hejmareke hindik û bi awayekî veşartî belav dikir. Ne tenê barê xercî û belavkirina kovarê li ser milê xwediyê kovarê bû, belê nivîsandin û amadekirina wê jî jê dihate xwestin. Kovar di nîrekî pir dijwar de derdiket. Lewre tu demek diyar ji derketina wê re nebû. Hejmarên vê kovarê gihane nozde hejmaran. Naveroka kovarê pirtir ramyarî û dîrokî bû. Xwediyê kovarê nerîn, dîtin û bîr û baweriyên xwe di riya vê kovarê re didane belavkirin. Hin caran bûyerên Kurd û Kurdistanê belav dikirin.

Di kovarê de du helbest û nameyek bi tenê ne yên xwediyê kovarê ne. Helbestek ya nemir Ehmedê Palo, û ya din ya nemir Hemzayê Muksî ye. Name jî ya Prof. Qenatê Kurdo ye, ya ko di sala 1956-an de ji Komela Zanistî û Alîkarî ya Kurd re rêkiribû. Qenatê Kurdo di wê nameya xwe de dibêje: (Gelî biran ji wê xebata we re sipas dikim, eger çiqasî dijwarî bikevin pêşiya we jî, divê hûn zêdetir navê Kurd û Kurdistanê di roznaman, kovaran û her nivîsarên piçûk û mezin de bidin belav kirin. Em di esra bîstî de ne esra ronahî û atomî de ne. Îro miletên bêdeng zû asîmîlasyon dibin, heya zarok negiriyê dê bi wê dilovaniya xwe şîr nade wî an wê….).

Xwediyê kovarê daxwaz û sedemên derketina kovara xwe dide diyar kirin û dibêje:

(Daxwaz ji vê kovara veşartî û destnivîs: Herwekî ji zanan re qenc agahe ko li gor rêzan û heq nenasiya rojhelatê navîn dewletên Kurdistan vegirtî, xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî gunehkariyek ji kiryariya (muxederatan) gelek mezintir û dijwartir e…).( Nemaze kurdên Sûrî ji (1958)an de, di giriftariyên dijwar de hatine girêdan… di her awayên teqalîdên xwe ên qewmî û civatî de pêçandî mane! Çewa ko her niştimanperwerên ji hev dûr nikarin bi serbestî û hêsanî bigîne hev û serpêhatiyên tê de, ji hev re bidin zanîn û li ser çare dîtinan heş û agahiyan bi hev biguhêrin..!). (Ji ber wan bûyerên zeman û mekan di armanca xebatê de ji bo agahdariya hin niştimanperwer li gor pêkanînê min xwe berpirsiyar dît. Da ko nûçe û bûyerên der û hundir ên ko doseya Kurdistan, di xwe de digre ji wan re bişînim. Lewre rojên teng û tarî nêçîrê tarîxê ne).

Xwedî û berpirsiyarê kovarê li ser vê bingehê kovara xwe derdixist, û raman û baweriyên xwe didane belavkirin. Bi giyanekî gewre û ramaneke bîrewer pêwîstiya yekîtiya tevgera Kurdî dide diyarkirin. Bi xurtî şerê perçebûn û jihevketina tevgera Kurdî dike, dibêje: (Çep û rast herdû milên laşekî ne, laş ko nebe kîjan milê çep û rast!!??).

Xwediyê kovarê mîna bijîşkekî pespor destê xwe datîne ser birîna nesaxiya tevgera Kurdî, ya ko sedema jihevketin û bindestiya gelê Kurd e, bi zanîn diyar dike û çare û derman jê re dibîne. Ew çare û derman yekîtiya tevgera Kurdî ye.

Hesen Hişyarê Serdî gencîneyek devgirtî ye. Dîrokvan, helbestvan, rojnamevan û tekoşerekî gernas û navdar re. Di kûrahiya heşt hezar sal berî zayînê de, li ser dîroka kevnareya şaristaniya gelê xwe nivîsandiye, û bi belge çespandiye. Nijadê kurd bi kok û rehên wê yên dîrokî, li ser xaka bav û bapîran vejandiye, û bi awayekî zanistî xelekên dîrokê bi hev girê dane û li ber çavan raxistine. Gelek caran bi awayekî zanyarî nerîn û dîtinên xwe bi şehekî taybet dihûne.

Ew bixwe dibêje: (Çima ji tarîxê re tê gotin: Muqedes?. Ji ber ku salix ji wan insanên zemanên bûriyên dûr ve dide, her tevgerên jiyîn û serpêhatiyên wan bi wî zeman û mekanî ve girêdayî bixwe digre, wê rewş û her awayê wanên civatî, abûrî, dezgedarî, zanistî û siyasî ku ji wan bi şûn de wek: Sî an rêça wana mayî di zemanê îro de ji me re dide derpêşkirin, ku ji muerixre muhendisê zeman û mekan tê gotin û ji paraztina mentiqa tarîxê re pîroz tê gotin).

Dîsa gotin ya ronakbîrê gewre Hesen Hişyar e: (Bi wê agahiyê divê em zanibin dema ku bixwazin zanibin ku tarîx ne pêgirtiyê nizam û qanûnên dewleta ne, wiharenge ne pêgirtiyê pirogiramên partiyên çep û rast û ne jî bi (felsefe yên rûhî û madî) ve jî girêdayî ye, ji ber ku ew tev de li ber mirêka tarîxê ne, ne tarîx ji ronahiya wan pêk tê no, felsefe di tecariban de xwe bi tarîxê digre. Em siya tarîxê û tarîx siya zeman e, ew zemanê ku ji xwe ye, bixwe ye û li xwe ye, her peyda ji zemanin lê zeman her ji xwe ye jêre pêşî û dawî nîne her tişt ji ve ne û pêvena, bê zeman îlmê felekiyat, riyaziyat û fîza jî nikare qiyas û nisbet bigre).

Hesen Hişyar bi dûrbîneke pir hûr, kûr û zelal sedemên her serpêhatî û bûyereke dîtî û jiyayî bi nav û nîşan rave dike. Ji peymanên navdewletî û sozên hevkaran, xapandina kurdan, parçekirina kurdistanê û sînorên çêkirî bigre, ta bi xinizî, xapandin, nakokî û bêbextiya axa, beg, şêx û nezanên kurdan re derkeve, bi zelalî ta bi derziyê ve dike.

Em dikarin bibêjin seydayê gewre Hesen Hişyar dîdarê li ser hemû bûyerên dema xwe bû.

Seydayê gewre pir helbestên hêja û ciwan ji bo hişyarî û geşkirina hestê neteweyî nivisan-dine. Helbestên xwe bi awayekî kilasîk, bi pêlewaz û terazû hûnandiye. Naveroka wan li ser welatparêzî û berxwedanê ye. Xwediyê pirtûkekê li ser urûda kurdî ye. Gelek gotar û nivîsandinên wî di warê siyasî û ramyariyê de hebûn. Mirovekî siyasetvan bû. Xwediyê ezmûn û serpêhatîyan bû.

Hesen Hişyar bi sê zimanan (Erebî, Farisî û Turkî) dizanî bû. Yek ji nivîskarên her sê kovarên navdar (Hawar, Ronahî û Roja Nû) bû. Seydayê Tîrêj demekê li ber destê mamoste Hesen Hişyar fêrî zimanê Farisî bûye. Hesen Hişyar nav li seydayê (Tîrêj) kiriye û ji wê rojê de, seyda bi vî navî di nava gel de tê naskirin.

Hêjayî gotinê ye Hesen Hişyarê Serdî pênc law û heşt keçên xwe hebûn navên wan ev in:

Law: Selahedîn, Mustefa, Gorgîn, Kesra, Kamîran.

Keç: Perwîn, Gulistan, Gewher, Jale, Hêvîn, Şêrîn, Şevîn, Şehban.

Berhemên seyda ev in:

-Pênc cild dîroka kurd ji (8000) sal berî zayînê heyanî qirnê (19)-an.

-Pênc cild dîtin û bîrhatinên min ji (1914-1984) bixwe digrin.

Sed heyf û mexabin ku hemû berhemên wî destnivîsin, nehatine çapkirin, ji bilî cildê yekemîn ji (dîtin û bîrhatinên min) ew jî, bi destê min, li libnan- Beyrût, çapxana Emîral, di sala 1993-an de hatiye çapkirin.

-Dîwanek ji helbestan.

-Zerdeşt û Newroz Bûza û Konfiçyos.

-Felsefa xebata welat.

-Gazî û hawara navbera Zagros û Zara- kirasekî ye.

-Urûda Kurdî ji bo helbestan.

-Nozde jimarên kovara Agahî.

-Deh muzakeratên ku min dane şoreşa Îraqê.

-Muzakeratên (Qedrî beg) min wergerandiye zimanê Kurdî.

-Şoreşa şêx Seîd û Araratê.

-Kirasê sipî û destê reş.

Ronakbîr, siyasetvan, dîrokzan, helbestvan û tekoşerê gewre, di 14-ê Êlonê sala 1985-an de, ji nav me koç kirye û li Dugirê hatiye veşartin. Hezar dilovanî li giyanê wî bibarin û cihê wî Buhişt be.

Jêder û çavkanî:

– Hesen Hişyar,(Dîtin û Bîrhatinên min) cildê yekemîn, li libnan- Beyrût, çapxana Emîral, di sala 1993-an de, bi destê min hatiye çapkirin.

-Kovara AGAHÎ- Rûpel:2.Hejmar:3. Sal: 1969.

-Kovara AGAHÎ- Rû:10.Hejmar:15. Sal: 1980.

-Kovara AGAHÎ-Rû: 11.Hejmar:16 . sal: 1981.

Ji bo agahiyên li ser kovara (AGAHÎ) yên ku heta niha hatine belavkirin, digel wêneya bergê kovarê, ku ji alî gelek nivîskar û rewşenbîrên me bikar anîne, tu kesî çavkanî û jêderê wê negotine û nedane xuya kirin. Ji ber ko tu kesî berî min li ser vê kovarê nenivîsandiye. Ev jî cihê mixabiniyê ye.”

Riataza || 20.10.2020