Diyarbekir (K24) – Di bin banê Weqfa Mezopotamya de 2 kovarên folklora Kurdî tên derxistin. Kovara ‘Folklora Me’ li ser berhevakarî, civandin û analîzkirina folklora Kurdî, kovara ‘Folklor û Ziman’ jî, kovara bi hakem e ku gotar, şîrove û lêkolînên zanistî lê tên weşandin. Edîtorên kovaran ragihandin ku hemû netewe bi ernîgariya xwe ve li ser folklorê sazûman dibin û loma jî ew girîngî didin xebatên bi vî rengî.

Kurdistan24 Kurmanci li ser YouTube

Di bin banê Weqfa Mozopotamya de, hejmara 2. ya kovara ‘Folklor û Ziman’ derket. Kovara ku xebatên xwe li ser folklora Kurdî, bi awayekî bi hakem û li gor pîvanên gerdûnî dimeşîne, bi hevkarî û piştgiriya akademisyen, pispor û zanistên ji her çar aliyên Kurdistanê û dîasporayê weşanên xwe dike.

Edîtorê kovara ‘Folklor û Ziman’ Mikaîl Bulbul, ragihand ew kêfxweş in ku duyemîn hêjmara kovarê diweşînin ku yekem hêjmara di Nîsana 2020’an de hatiye weşandin. Bulbul da zanîn ku xebatên li ser folklor û zimanê Kurdî kêm in û ew jî hewla ku beşek ji wê valahiyê bigrin didin.

Zimannas-Edîtorê Kovara Folklor û Ziman Mikaîl Bulbul ji K24ê re got: «Kovara folklor û ziman kovareke, bi hakem a navneteweyî ye. Di bin banê saziyeke sivîl de, li Weqfa Mezopotamya tê derxistin ku zêdetir xebatên wiha di bin banê zanko û enstutiyan de tên kirin, lê em kêfxweşin ku wek saziyeke sivîl jî vê kovarê derdixin. Kovareke bi hakem e û di nav hakeme wê de jî, ji Başûrê Kurdistanê, ji Rojhilat û Ewrûpayê gelek akademisyenê di asta profesorî de hene. Tevecuheke ba heye û asta xebatên Kurdî nişan dide. Em tematik derdixin, yanî tenê li ser ziman û folklorê ye. Gotarên li ser dîrok û wêjeyê em naweşînin.»

Hat ragihandin ku xebatên wiha hem ji bo ku civan zanîn û şiyanên xwe şênber bikin û hem jî ji bo ku xwe di warê ziman û folklora xwe de zêdetir bipêş bixin, derfetek e û bal hat kişandin ku gelek ciwanên ku gotarên ciyewaz jî amade kirine û dane weşandin.

Dîsa di bin banê Weqfa Mezopotamya de, kovara ‘Folkorame’ jî bêtir xebatên zargotin û berhevkariya folklora Kurdî dike.

Edîtorê kovar folklorame Eşref Keydanî jî tîne ziman ku Kurd xwedî dewlemendiyên bê sînor in û ew jî bi xebatên kovara folklorame, ji sala 2018’an ve hewla berhevkarî û arşiv kirina hêman û keleporên folklora Kurdî didin. Kovara ku piştî lêkolînan yekem hêjmara xwe di Adar a 2019’an de diweşîne heta niha 7 hêjmar weşandiye.

Edîtorê Kovara Folklorame Eşref Keydanî diyar dike: «Em gelek şanaz û Kêfxweşin ku karekî wiha dikin û em dikarin û dişên berhemên Kurdî yên folklorik; ji mirinê rizgar dikin, ji nû ve divejînin û arşiv dikin ji bo Kurdan. Tiştên din ku me şad didkin jî eleqeya ji bo kovarame û piştgiriya kesên ji welat, parçe û zaravayên cuda ku ji bo kovara me tên şiyandin in.»

Pispora folklorê Zeynep Yaş jî tîne zman ku wek wan di şiyara kovarame de jî bal kişandiye, ‘Zargotin pişt e û folklor her tişt e.’ jî girîngiya folklorê di hebûna civak û miletekî de şênber dibe. Yaş tîne ziman ku heger mirov behsa çi aliyên civakekî bike dê her biçe ser folklora wê civakê.

Lêkolînera Folklorê Zeynep Yaş dibêje: «Folklor beriya her tiştî hem paşeroj e hem pêşeroj e. Yanî mirasa çandekî û xwe anîna ziman ya miletekî ye. Yanî bi hemû rê û rêbazên xwe, bi rêgez û şêwazên xwe; folklor ew tişt e ku ji dema pê peyda buye û heta îro ku di  jiyana gel de her daîm xwe veguhasti ye. Ji bo ku ew civak bikaribe xwe baştir pê xwedî bike, bipêş bixe û ra bigre.»

Pisporên ziman û folklora Kurdî balê dikşînin ku xebat û lêkolînên wiha yên li ser Kurdî û folklora Kurdî  derengmayi ne û loma jî xebatên wiha girîng in ji bo  ku paşxaneya Kurdî jî xwe ber bi hemahengiya cihanê ya pêşketî ve bikşîne û dewlemendiya xwe şênber bike.

Siddik Eren | Kurdistan24 | 12.11.2020