Civaka kurdan bi mirina Yûrayê Şamil Nebîyêv zirareke mezin ket

Cîgirê Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan, Serokê Hevalbendîya Hevkarî û Piştevaniya Gelê Kurd bi Rûsyayê ra, berpirsê sereke yê malpera RIATAZA, zanyar-navnetewîzan, karmendê civakê yê binavûdeng Yûrayê Şamil Nebîyêv 6ê tîrmehê sala 2021ê di 68 salîya xwe da ji nav me bar kir.

Yûra Nebîyêv tevaya jîyana xwe dîyarî pêşketina kar û barên diyaspora kurdan ya li cihanê kir. Ewê herdem di dilê me da wek merivekî dilovan, xêrxwaz û aqilmend bimîne, ku welatparêzekî bêhempa û teşkîldarekî ser dereceya here bilind bû.

Ji salên 1980î destpêkirî Yûra Nebîyêv bi karê zanyarîyê ra tevayî di nava diyasporayên kurdan yên komarên Sovyeta berê da xebateke mezin dikir, di nav wan da herwiha bi Yekîtîya kurdên Qazaxistanê ra di nava hevkarîyeke berhemdar da bû.

Yûra Nabîyêv kedeke mezin kire nava pêşketina gelê me li welatên Sovyeta berê, alî parastina ziman û çanda gelê me kir, bona pirsên xwendinê, gulvedana çanda me, xwedîkirina erf û edetan bêwestan xebitî, her tişt kir bona pevgirêdanên navnetewî yên diyasporaya kurdan bi welatê kal û bavan ra, di karê sazkirin û pêşketina vîdêokanala Yekbûn Tv da rola wî mezin bû.

Yûra Nabîyêv guhdarîyeke mezin datanî ser pêşketina karên Yekîtîya ”Berbang”ê, pir caran dibû mêvanê me, tevî konferansên zanyarî-praktîk û şevên çandî yên kurdên Qazaxistanê dibû. Ew wek rojnamevan xwedî gelek gotaran e, him yên ji jîyana rojane, him jî yên zanyarî.

Wealtparêzê mezin herwiha gelek caran seredana Herêma Kurdistanê kirîye, li wir rastî gelek karmendên civakî-sîyasî hatîye, tevî gelek konferans û civînan bûye, bi nûnerên diyasporayên kurdan yên welatên Awropayê û Sovyeta berê civîyaye. Bi saya wan rasthatin û pevgirêdanên bi karmendên dewletê û yên civakî ra, alî dostanîya gelan û qewînkirina hevdufemkirina miletan kirîye.

Di van rojên bo welatê me dijwar, dema tevaya cihanê hereketên xwe dikin yek bona şerê dijî pandemîya koronayê bikin, lê dîsa jî me nikaribû Yûra Nabîyêv biparasta û ji malbeta wî ra bibûna pişt.

Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan û Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê ”Berbang”
serxweşîyê didin malbeta Yûrî Nebîyêv, zar û nevîyên wî, hemû kesên ku Yûrayê Şamil ber dilê wan ezîz bû.

Em hevparê xemên we ne.
Rehma Xwedê lê be, cîyê wî cinet be!

Serokê Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan û Serokê Kurdên Qazaxistanê «Berbangê»
Akademîsyan Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev