Celîlê Celîl ( 1936 li Êrîvanê ) nivîskar, lêkolîner, folklornas û dîroknas e. Ew li bajarê Êrîvan li welatê Ermenistanê ji dayik bûye û li zanîngeha Êrîvanê û rêkxistiya rojhilatnasiyê ya Lenîngrad ê wane xwendiye. Di sala 1963 de PhD ya xwe li warê Kurdnasiyê wergirtiye. Ji 1963 heta 1993,wekî zanyarê sereke di beşa kurdnasiyê li Akademiya Zanistî ya Ermenistanê de wekî zanyarê sereke bi rusî ‘Starshîy Naûhnîy Sodrûdnîk’ bûye.

Celîlê Celîl digel birayê xwe Ordîxanê Celîl, helbestên ayînî ya êzidî û folklora (zargotina) kurdî kom kiriye û li çap daye. Piştî hilweşîna Sovyeta berê, ew li welatê Austria bi cîh bû û niha li Akadimya zanistiya Austria dixebte. Celîlê Celîl heta naha nêzîkî 40 heb pirtûk nivîsandiye. Ji wan pirtûkan 20 heb bi zimanê kurdî nivîsandiye. Pirtûkên wî li zimanên weke tirkî, ermenîkî, rusî, erebî u zaravayê soranî hatine wergerandin. Gelek berhemên wî yên çapnebuyî hene.

Pirtûkên wî:

Vosstaniye Kurdov 1880 goda (Serhildana kurda di sala 1880), 132 pp., Nauka Publishers, Moscow, 1966

J. M. Landau, Review: The Kurds in Some Soviet Works, Middle Eastern Studies, Vol. 11, No. 2, May 1975, pp. 195–198

Zargotina Kurda, Digel Ordîxanê Celîl, Vol. I, II, Weşana Nauka, Moscow, 1978.

Jiyana Rewşenbirî û Siyasi ya Kurdan, 200 rûpel, Weşana Jîna Nû, 1985.

Celîl, O., C. Celîl & Z. Celîl, Kurdskie skazki, legendy i predaniia(Çîrokên Kurdî), Weşana Nauka, Moscow, 1989.

Zargotina Kurdên Sûriyê, Digel Ahmet Omer û Ordîxanê Celîl, Weşana Jîna Nû, Uppsala, Sweden, 1989.

Dastanên Kurdî, Digel Ordîxanê Celîl, 244 rûpel, Weşana Zêl, Istanbul, 1994.

Autobîografiya Ebdurrizaq Bedirxan, 72 rûpel, Weşana Havîbûn, 1999.

Dîwaro tera dibêm bûkê tu guhdar be, 158 rûpel, Weşana Pêrî, Istanbul, 2000.

Sîyapûş Seyfulmuluk, 328 rûpel, Weşana Avesta, 2000.

Rûpelên Balkeş Ji Dîroka Gelê Kurd, 195 rûpel, 2002.

Keşkûla Kurmancî : sedsaliyên X — XX, 311 rûpel, Vienna, 2004

Hesençîk Celîlov li ser Facebook