Î6ê meha çîlê sala 2021an li avahîya Assamblêya Gel a Qazaxistanê tevî berendamê Parlamentoya Qazaxistanê gazîya 7an WEKÎLÊ HUSEYÎN NEBÎYÊV hevdîtin derbas bû. Li dîroka Qazaxistanê de cara yekem lawê gelê kurd dibe endamê Parlamentoyê Qazaxistanê. Îro ez cara yekem jînegarîya Wekîlê Huseyîn Nebîyêv bi zimanê kurdî dinivîsim

JÎNEGARÎYA WEKÎLÊ HUSEYÎN NEBÎYÊV
Wekîlê Huseyîn Nebîyêv di 1ê meha tebaxê sala 1982an li qeza Oşê Komara Qirzistanê li malbeta Hiseyînê Elî û Gulîbaxana Elî dayîk bûye. Li sala 1999an dibistana nehîya Ilê ya qeza Almatayê Komara Qazaxîstanê kuta dike. Gerek bê gotinê ku Wekîlê Hiseyîn 4 cara bi açixî xwendinên bilind xilaz kirîye. Cara pêşin di sala 2004an li bajarê Almatayê Zanîngeha Dewletê ya ser navê Abay beşa Mafê Navnetewî kuta dike. Cara duyem sala 2010an li Zanîngeha Tûranê beşa aborîyê kuta dike. Cara sisîya sala 2014an li Zanîngeha Qazaxan a Navnetewî ya ser nave Abay fakûltêya çandnasîyê xilas dike.

Îsal jî li wê Zanîngehê fakûltêya siyasetmendarîyê xilas kir û têza xwe ya doktorîyê serbest parast. Lêkolînên Wekîlê Hiseyîn himlî derheqa çand, huner û jîyana Kurdên Asîya Navînin. Praktîka xwe ya Navnetewî li paytexta Komara Başûrê Korêyayê bajarê Sêûlê derbas bûye. Wekîlê Huseyîn ji ciwantîya xwe tevî Yekitîya ciwanên Qazaxîstanê buye. Li vê demê Wekîl Nebîyêv cîgirê serokê Yekitîya Kurdên Qazaxistanê Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv e.

Wekîl Nebîyêv endamê partiya «Nur Otan» (bi kurdî «Wetanê Nûr») û Assamblêya Gel a Qazaxistanê ye. Di sala 2019an Wekîlê Hiseyîn bu binelîyê rûmet yê nehîya Ilê Qeza Almatayê. Usa jî pê mêdala «Ji bona 20 salîya Assamblêya Gel a Qazaxîstanê» hatîye rewa kirinê. Bi alîkarîya Apê Wekîl li Qeza Almatayê 2 nexweşxane hatine ava kirinê. Ew tevî birayên xwe her car alîkarîyê didine mirovên nexweş, kesîb û êtîm. Usa jî alîkarîyê didine Yekitîya Kurdên Qazaxistanê. Gerek bê gotinê ku Wekîl Nebîyêv serokê Navenda bijişkîyê ya ser nave «HÊVλ ye Îsal 10ê meha çîlê hilibjartinên Parlamentoya Qazaxîstanê derbas dibin.

Li dîroka Qazaxistanê cara yekem lawê gelê kurd tevî hilibjarinên Parlamentoyê dibe. Ev ji bona gelê meyî Qazaxistanê şabûneke pirr mezin e. Ez hêvîdarim ku pişti hilibjartinan, Wekîlê Huseyîn Nebîyêv bibe endamê Parlamentoya Qazaxistanê û ji bona netewa xwe dîsa karên mezin bike.


Li weneyê. Ji destê çepê berbi rastê Hesenê Mehmed CELÎLOV – Serokê Komela Berbang ya kurdên bajarê Çîmkentê, Wekîlê Huseyîn NEBÎYÊV – cîgirê serokê komela Berbang ya kurdên Qazaxistanê, Ezîmê Sadiq NADIROV – Serokê komela Berbang kurdên qeza Turkistanê.

Hevdîtin tevî berendamê Parlamentoya Qazaxîstanê