Prîskê Mihoyî,

rojnamevanê emekdar yê Komara Ûdmûrtyayê (Rûsya)

Navê Fatima Îsa ne tenê li her kurdekî Sovîyêta berê ra nase, lê usa jî li seranser Kurdistanê belî û hizkirî ye. Eva nava îdî bêtirî 60 salane, ku bi herfên zêrîn di dîroka stranbêjîya kurdî ya gelêrî da hatîye nivîsarê. Tiştekî gelekî balkêş û ecêbe, wekî Fatima Îsa bi saya her tenê straneke xwe ya bi navê «Miho» kete rêza dengbêjên kurde meşûr û di wê cêrgê da cihê xweyî layîq girt.

Di dîroka hunermendîya cîhanê da mînakên usa kêm hene, gava hunermendek bi saya efrandineke xwe ji hêla civakê ve yekcar tê qebulkirin û pêjirandin: çi wênekêş be yanê jî nivîskar, çi hozan be yanê jî stranbêj.

Dengê Fatima Îsa dengekî zîze, wek gel dibêje, notila zengile, minanî dengê li ber zanga bang dide û bela dibe. Sura dengê Fatimê ne belîye, kes nizane mena tesîra dengê wê li çi da ne. Lê tiştek ber çavane: gava ew kilama «Miho» distrê, tê bêjî sizî di mirov da diçin, mirov demekê xwe bîr dike, dikeve nava mitala û dêrî dibe. Lewra jî strana «Miho» ji bîra guhdarvanan tu caran naçe. Ger tenê carekê wê kilamê dibihêyî, ew stran herdem li bîra te da dimîne.

Kî ye Fatima Îsa, ku wê di 30-salîya xwe da navê dengbêja gelêrî û lêgênda zargotina kurdî qazanc kirîye?

Fatima Îsa sala 1934-an li Ermenistanê, li gundê Erezdeyanê, ku dikeve li navçeya Vêdîyê, li mala Îsayê Ûsivê Elo da hatîye dinê. Îsa bi xwe ji qebîla Qerka bû. Ev qebîla dikeve nava êla Birûka.

Navê gûndê wan li Ermenîstanê îro gûhastine û kirine Yêrasxavan, navê navçeyê jî danîne Ararat. Ew gûnd weke 50 kîlomêtran ji dûrî Yêrêvanê ye, berbi başûr-rojhlatê dikeve.

Zarotîya Fatima Îsa li salên 30-î di telî-tengasîyê da derbaz dibe. Sala 1937-an, ku di dîrokê da dîhare wek sala têrora Stalîn, gelek netewên Qavqazîyayê, di wê jimarê da jî pareke kurdên musulman ji cî-warên wan derdixin û sirgûnî Asya Navîn û Qazaxistanê dikin. Kurdên musulman li Ermenîstanê bêtir li nêzîkî sînorê Kurdistana Bakûr diman. Mena sirgûnkirina wana jî ew bû, ku xwedêgiravî pevgirêdanên kurdên Sovîyêtê yên xewle bi kurdên li wî alî sînor ra hene. Bextê malbeta Fatimê tîne, dest nadine neferên wana û cîşihitî nakin.

Fatime 6 salî bû, gava bavê wê-Îsayê Ûsivê Elo diçe li ser dilovanîya xwe. Ji mirina bavê du sal jî derbaz nabin, gava dayka wê – Başa Lelo diçe rehma Xwedê. Mehmedê Ûsivê Elo, ku apê Fatimê bû, wê û xûşka wê Gurçekê tîne mala xwe, xwedî û mezin dike.

Malbeta Fatima Îsa sala 1943-an di dema şerê cîhanê yê duda da ji gundê xwe Erezdeyanê bar dikin û têne gundê Hemzelûyê (naha Marmaraşên), ku dikeve li navçeya Masîsê. Çend sal derbaz dibin, Fatime diçe li mal-mêra. Ewê Hemzê Sincê Bava ra dixwezin. Hemze ji êla Celalîya bû. Ev êla jî di dorhêla çîyayê Agirîyê (Araratê), li deşta Araratê, li rex çemê Erez diman. Bi gotina Îdrîsê Ûsiv, ku xwarzîyê Hemzê Sinco ye, xwesîya Fatime (yanê jinxala wî) – Xatûna Mehmed weke qîza xwe ji Fatimê hiz dikir. Û Fatima Îsa jî herdem bi hizkirin behsa vê kulfeta ocaxzade dikir, digot, ku ew gelekî wê ra heyf û baş bûye.

Sed heyf, xwedê zaro nedane Fatimê. Mirovên Hemzê Sinco dixwestin wî ra jineke din bînin, lê ew qayîl ne dibû, digot, wekî tu jinê nayne li ser Fatimê û li ser wêra tû dilî nahebîne. Ji ber ku Fatime gelekî bedew bû, pêra jî merîfet û zane bû. Lewra jî kulfetên usa ra gotine Xatûna kurmancî. Yanê him bedew bûne, him jî kemal û aqil bûne, di rabûn-rûniştina xwe da jî giran û edil bûne, dûrdîtî bûne û her tenê ji bo pêşeroja malbetê fikirîne.

Salek-dudû derbaz dibin, Fatime bi xwe îznê dide mêrê xwe, wekî jineke din yanê hewîyê bîne li ser wê…

Ji Hemzê Sinco û kulfeta wî ya duda 6 zaro li dinê dikevin: 2 kur û 4 qîz. Navê lawekî wî Torine, navê yê din Resûl. Ewledên Hemzê Sinco ji dîya xwe helal bêtir Fatimê hiz dikirin, ji ber ku ewê ew xwedî û mezin kiribûn. Tê bêjî ew ne dêmarîya wana bû, lê ji bo wan bibû wek dayka helal.

Em naha werin li ser şureta Fatima Îsa ya dengbêjîyê.

Mêla Fatimê hela di biçûktîyê da berbi stranan hebû. Zarokên gund hercar diçûne bindarûkê, govend digirtin û distran. Fatime ne tenê zîrek bû, lê dengekî xweş û şîrin lê bû. Ew bi dengê xwe yê zîz û zelal ji teva cuda dibû. Bîra wê jî gelekî baş bû. Herdem, gava di gund da dewatek dibû, Fatime di nava koma qîz-bûkan da bû. Wana li odeke başqe distran û direqisîn. Ew gula govenda bû. Stranên xweye pêşin Fatime li şaya, li civînên xort û qîzan hîn bûye.

Çawa me da kivşê, gava Fatime diçe mal-mêra, malbeta wan hela li gûndê Hemzelûyê bû. Ew hata sala 1959-an li vir dimînin. Dû ra bi malêva tene gundê nêzîk yê bi navê Nêcirlûya Jêrîn, ku dîsa dikeve li navçeya Masîsê. Ew gund weke 15 kîlomêtra dûrî Yêrêvanê ye.

Li vî gûndî Mehmedê Silo Babayêv (rehma Xwdê lêbe) serokê malahabûna gund bû. Wan salan nav û dengê vê malhebûnê û xebata Mehmedê Silo li Ermenîstanê bela bûbû.

Li gundê Nêcirlûya Jêrin da gelek malê kurda diman. Rojekê berpirsyarê radyoya kurdî ya Yêrêvanê Xelîlê Çaçan Mûradov tê mêvanê Mehmedê Silo. Bi gotina Îdirîsê Ûsiv, ew bahara sala 1964-an bû. Wê demê jî Xelîlê Çaçan di mala Mehmedê Silo da cara pêşin derheqa Fatimê û dengê wê da pê dihese. Xelîlê Çaçan hema wî çaxî jî Fatimê teglîfî radyoyê dike. Wan salan di radyoyê da îdî stranên Sûsîka Simo û Belga Qado, paşê jî dengê Zadîna Şekir, Tukasa Xemo û yên din hebûn. Gava Fatima Îsa tê radyoyê û distrê, dengê wê teva xweş tê, xazma xebatkarên Radyoyê bi strana wê ya «Miho» ve heyr û hijmekar dimînin. Û şêwra radyoyê ya sazbendîyê biryar dike dengê Fatima Îsa qeyd bikin. Wê demê 5 stranên Fatima Îsa têne nivîsarê. Ew jî evin: «Miho», «Êrê dînê», «Şêro, «dîno, Lewendo» (ev strana bi navê «Li ser rîya bajêr» jî tê naskirinê), «Lo, lo, gede» û «Her deme, deme». Gerekê bi heqî bê gotinê, wekî gava van kilaman li ser qeytanê dinvîsin, sazbendê xweyşûret û xweyê merîfeta mezin Xelîlê Evdile bi hostatî bilûrê dixe û dem-miqamê strana digre.

Fatima Îsa gelek stranên mayîn jî dizanibû. Lê, mixabin, îdî neçû li radyoya Rewanê nestra, kilamên xwe yên nû qeyd nekir. Wek me anî li ser zar, îro di dengxana radyoya Yêrêvanê da her tenê ev pênc stranên Fatimê yên jorîn hene. Em bawerin, wekî pisporên zargotina kurdî dengê wê dîsa nivîsîne. Stranên Fatimêye dinê belkî li bal zaneyên stranbêjîya gelêrî, xwezma li bal Cemîla Celîl û Nûra Cewarî jî hebin.

Nivîskar naskirî Tosinê Reşît bîr tîne: «…Payîza sala 1968-an ez û Nûra Cewarî ji bo nivîsara stranên Fatma Îsa çûne navçeya Masîsê, gundê Nêcirlûya Jêrîn. Ji ber ku em ne bawer bûn, ka Fatma Îsa wê ji mer ra bistirê, yanê na, em çûne mêvanîya Mehmedê Silo Babayêv. Ew kurdperwarekî dilsoz û jêhatî bû, seranser kurdê Yekîtîya Sovîyêt Mehmedê Silo nas dikirin û rûmeta wî digrtin. Me dizanibû, wekî ji bo xatrê Mehmedê Silo be jî, Fatmê ji me ra bistirê. Mala têr û tijî, mala ber-mêvanan, qedrekî baş ji me ra kirîn û heta me nanê xwe xwar, Fatme bi xwîşka xwe va hatin. Bejn û bala wê, xeml û rewşa kurdî, bedewîya jineke bê qusûr. Di peyvandin û tevgera xwe da jî gelek maqûl bû. Van gişkan bi hev ra usan hev dikir, wekî mirov ji wê şerm dikir…

Û ji me ra stira, stranek, du, sê, çar… û te texmîn dikir, wekî nikare nestrê, stran beşekî jîyana wê ne. Di peyvandinê da gelekî şermoke bû, lê bi merdane distira. Qey bêjî stran bûbû teherê jîyana wê. Paşê wê û xwîşka xwe stranên govendê gotin: wê digot, xwîşkê jî lê vedigerand…».

Belê, Fatma Îsa strana «Miho» kire ya klasîk û bi xwe jî bi wê stranê bû klasîk…

Çend sal berê mirovên Fatima Îsa me ra gotin, ku li bal ewledên Fatimê çend kilamên wê yên ne belî hene, ew stran li ser qeytanê berî mirninê ji zarê Fatimê hatine nivîsarê…

Naveroka strana «Miho» sade û zelale, li ser evîna paqij hatîye sêwirandin. Di kilamê da keçik hizkirina xwe ya berbi Miho tîne li ser ziman. Eva strana û naveroka wê Fatima Îsa ji xwesya xwe – Xatûna Mehmedê Emo bihîstîye. Xatûn ji qebîla qizilbaşa bû, ji êla Celalîya. Çima gotine Qizilbaş? Kolozê mêrên vê qebîla kurda bi şer-şmaqîyên sor pêçayî bûne.

Malbavanên Xatûnê ji hêla Mekuyê bûn. Li vê herêmê keçeke gelekî bedew hebûye, navê wê Têlî bûye. Ji wê ra digotin Têlya Rihanê, ji ber ku di biçûktîyê da herdem rex dya xwe bûye û terka wê nekirye. Dê jî li kuda çûye, Têlî xwera gerandîye. Têlî ne ku tenê pir bedew bûye, lê usa jî dengê wê gelekî xweş bûye. Bavê wê serokeşîr bûye. Gava mêvan yanê jî dengêjên deverên mayîn dihatine bal wan, ewî bi taybetî konê çardestûnê bona wana vedigirt, ku Têlî ji wan ra strana bêje. Usa dibe carekê Têlî di miclîsê da xortekî bi navê Miho dibîne. Û wek dibêjin, ew dilekî na, lê bi hezar dilî wî dihebîne. Miho jî yekî pir bedew bûye. Lê ew ji mala feqîra bûye. Belkî ev yeka bûye menî, ku ew bê dilê xwe dizewce û qîzeke maleke hinkufî mala xwe bi xwera tîne.

Têlî derd û kulê xwera dibêje û dilûbine, stranê davêje li ser bextê xweyî reş, pesnê evîna xwe û Mihoyê hizkirîyê xwe dide. Têlî gelekî di xwe da dişewite, roj bi roj minanî gulekê diçilmise, reng û bedewîya wê dixeyîre. Der-cînar, gire-girê eşîrê vê yekê texmîn dikin, ber xwe nadin û diçine bal bavê Têlîyê, hewil didin, ku mirzê wana bighînin hev. Usa jî dibe…

Belê, di dîroka destanên kurdî yên li ser evînê da strana «Miho» yek jî wan kêm serpêhatîya ye, li ku evîndar di dawîyê da li bext-mirazên xwe şa dibin. Ev jî menake, ku di nav gel da ev stran hatîye hizkirin, yanê bûye strana gelêrî. Her bengîk vê stranê dizane. Lê tiştekî izbatî ye, eger ew kilam Fatima Îsa nestra, belkî di nav gel da ewqas baş nehata qebûlkirinê û bela nebûya. Bêguman, deng û seda Fatima Îsa di wî warî da rola mezin dilîze.

Her denbêjek akila wî ya taybet heye. Gelek dengbêja stranên hev gotine, lê ne hemû dengbêjin, ku dikarin strana «Miho» usa xweş, bi dil û can bistrên, çawa Fatima Îsa. Ew hosta qedandina wê stranê ya yekemîne, li ser wê derecê hela tu kesî nestraye. Mirov dikare bi cûlet bêje, ku strana «Miho» bi dengê Fatima Îsa ya degmeye, tu deng li ser wî dengîra tune. Lewra jî bi vê kilamê ew hate naskirinê wek dengbêja gelêrî. Û ev stran jî li herçar perçên Kurdistanê bela bû.

Pêwîste em wê jî bêjin, wekî sê derhênarên (sênarîst) sînêmayê yên li cîhanê naskirî strana «Miho» di fîlmên xwe da bi kar anîne: Ylmez Guney li fîlma «Kerî» (sala 1978-an), Sêrgêy Parancanov li filma «Rengê hinarê» (sala 1968-an) û Frûnzê Dovlatyan li fîlma «Hisret» (eva filma sala 1990-î li ser romanoka dost û xêrxwezê gelê me Hraçya Koçar ya bi navê «Hesret» hatîye kişandin). Strana «Miho» di alboma dengbêjên kurde jin da jî derketîye.

Tosinê Reşît di nivîsareke xwe da dîsa bîr tîne: «Sala 2005-an li Hewlêrê ez amadeyî çilrojîya mirina şayîrekî kurd bûm. «Kurdistan TV» ji bo wê bûyarê programek amade kiribû û ew program di merasîma çilrojîyê da nîşan kirin. Program bi strana «Miho» dest pê bû. Gava min dengê Fatma Îsa bihîst, dinîya li min serobinî hev bû, dilê min tijî bû, kela min rabû… Min tirê min xerîbekî xwe yê bi sala undakirî dîtîye… Çi stran, çi deng, çi hostatî!..».

5-ê îlonê sala 2011-an di derbarê bernama «Dengên Axê» da li ser têlêvîzyona Kurd1 derheqa Fatima Îsa da sehetekê axaftin bû. Bername pispor û zaneyên zargotina kurda Mehmûd Edullah û Zeyneb Xan bi alîkarîya xûdanê van xetan amede kiribûn. Li ser Fatimê dûr û dirêj hate gotin, keda wê di warê parastina nimûnên stranbêjîya gelêrî da bilind hate qîmetkirin. Her pênc stranên wê hatne dayîn. Bername di wê heftê da dû caran hate wekilandin…

***

Di dawîya salên 1980-î û destpêka salên 1990-î da rewşa aborî, sîyasî û civakî ya herêmên Qawqazîyayê xirab bû. Sed mixabin, di navbera netewan da jî dilsarî pêşda hat. Lema jî gelek kurdên musalman û êzîdî ji Ermenîstanê û Gûrgistanê derketin, çûne Rûsyayê, Ukrayînayê, Qazaxistanê û welatên Avropayê. Malbeta Fatima Îsa jî tevî mirovên xwe yên ji êla Birûka û Celalîya sala 1989-an koçber bûn, çûne Rûsyayê, li herêma Krasnodarê, di navçeya Korênovskê, li bajarê Platnîrovskê hêwirîn (ew bajarekî biçuke, 17 hezar nifusa wî bajarî heye, 50 kîlomêtran li dûrî bajarê Krasnodarê, li ser rîya Krasnodar-Rostovê ye, berbi bakûr-rojhilat dikeve. Îro di vî bajrî da weke 200 malên kurda hene, nezikî 1000 kesî). Fatima Îsa di maleke sade da li tevî neferên xwe dima. Li vir jî çûyîn-hatina ber-mêvana ji mala wê xalî nedibû.

Em bîr nekin bêjin, wekî birak û xûşkeke Fatimê jî hene. Lê ew ji dê ne, ne ji bavê ne. Navê birê wê Fadile, navê xûşka wê ya din Bacxanime. Fadil bi malê va li Platnîrovskê dimîne, li ku Fatima Îsa di van salên dawîyê da jîyana xwe dom dikir. Lê Bacxanim naha li bajarê Alma-Atayê li Qazaxstanê dijî.

Fatima Îsa 15-ê çile (meha yekemîn) sala 2010-an ji ber nexweşîya dil di 76 salîya xwe da çû li ser dilovanya xwe. Tirba wê li vêderê, li nav mexberê kurda hatîye çêkirin û heykelê wê li ser tirbê hatîye danîn.

Riataza