DOKTORÊ ZANÎSTÎYA XÎMÎYAYÊ, PROFÊSSOR, AKADEMÎSÎYÊNÊ AKADEMÎYA ZANISTÎYÊ A NAVNETEWÎ

GULHUSEYÎNÊ HESEN MÛSAYÊV (1948 – 1999)

Gulhiseyînê Hesen Mûsayêv di 5ê adara sala 1948an li gundê Qeşqebûlaxê nehîya Talasê qeza Cambûlê li komara Qazaxîstanê ji dayîk bûye. Piştî kutakirina dibistana bajarê Qeretawê du salan li gundê Qeşqebûlaxê karê mamostetîyê dike.

Di sala 1975an Înstîtûta xîmîk û têknolojîyê a bajarê Çîmkentê bi açixî xilas dike. Piştî qedandinê salekî li bajarê Gûryêv (niha Atiraû) li zavoda amadekirina petrolê wek înjîner kar dike. Di sala 1976an li xwendina bilind (Aspîrantûrayê) tê qebûl kirinê.

Gulhuseyînê Hesen bi serokatîya Zanîyarê navdar, bavê petrol Qazaxistanê Nadirê Kerem Nadirov tevî gelek projêyên zanîstîyê dibe û kar dike. Lê dema ku Gulhiseyînê Hesen dixweze here paytexta dewleta Sovîyêtê bajarê Moskvayê û têza xwe berendamîya zanistîya xîmîyayê biparêze, dîsertasîya wî tê dizînê.

Gulhuseyînê Hesen ber xwe nakebe, careke din tê Qazaxîstanê û têza xwe zanistîyê diha baştir dinivîse û li Akademîya petrol û gaze ya ser nave Î. Gûbkîn li bajarê Moskvayê bi açixî diparêze û dibe berendamê zanîstîya xîmîyayê. Têza xwe ya doktorîyê jî li paytexta petrol û gaze li bajarê Bakûyê li Komara Adirbêjanê di sala 1982an diparêze. Gulhuseyînê Hesen derhenerê 300 miqalên zanistîyê û 40 îcatkarîya ne.

Bi serokatîya Gulhiseyînê Hesen gelek mirov bûne zanîyar û têzên xwe parastin. Rehmetîyê Apê Gulhuseyîn yek ji wan mirovan bû, ku ruhê miletîyê têda hebû. Ewî herdem û hergav derheqa serokê Şorêşên kurd yên wek Mistefa Berzanî, Şêx Seyîd, Simko axayê Şikakî û yên mayîn digot û dinivîsî. Usa jî hezdikir wekî ruhê kurdîtîyê li ruhe her kesî be û hemû jî kar xizmeta gelê xwe bikin.

Di salên 1996 – 99an, Gulhuseyînê Hesen cîgirê serokê Yekitîya kurdên Qazaxîstanê bû. Gulhiseyînê Hesen gelek caran pê pirsên petrola Kurdistanê micûl dibû. Bi serokatîya wî erdnîgarîya fîzîkî ya medenê bifeyîdê dihate amade kirinê. Gulhiseyînê Hesen baş dizanibû ku kîjan parçê Kurdistanê çiqwas petrol û gas heye. Lê mixabin, Gulhiseyînê Hesen Mûsayêv di 52 salîya xwe di havîna sala 1999an çû ber rehma Xwedê.

Gerek bê gotinê ku li dibistana gundê Qeşqebulaxê otaxa dersa xîmîyayê ya ser nave Gulhuseyînê Hesen heye. Sed heyîf ku di roja îroyîn nave Gulhiseyînê Hesen tê bîr kirinê. le ew ji wan kesan e yê ku navî wî bi herfên zêrîn bê nivîsarê. Û ez bawerim ku ew roja usa jî bê….

Efrandkarê miqalê a original bi zimanê rûsî – Hesenê Emîne Mîrzayêv – karsazê civakî yê gelê kurd

Wergera bi zimanê kurdî – Hesenê Mihemed Celîlov – mamosteyê dîroka Qazaxistanê

GULHUSEYÎNÊ HESEN MÛSAYÊV (1948 – 1999)
GULHUSEYÎNÊ HESEN MÛSAYÊV (1948 – 1999)
GULHUSEYÎNÊ HESEN MÛSAYÊV (1948 – 1999)