WEZÎRÊ NADIRÎ – NAVÊ NEBÎRKIRÎ
(Ji bo 110-salîya rewşenbîr, zanyar, nivîskar û welatparêzê mezin)

Gava ev nav tê li ser zaran, dewraneke derbazbûyî ya rewşenbîrên me tê li ber çavan. Dewrana salên sedsala bihurî, ya salên 1930-î û 1940-î.

Li ser Wezîrê Nadirî gelek rewşenbîrên meye Sovîyêta berêye navdar nivîsîne. Ji profêsor Hecîyê Cindî girtî heya xarzîyê Wezîrê Nadirî – profêsor Kinyazê Îbrahîm.

Îro ez dixwezim gotara xwe ya 29 sal berê, ku li kovara «Rewşenê» çap bûye, li vira reberî we bikim. Gotar gelekî balkêşe. Di wê da hinek rûpêlên jîyana Wezîrê Nadirîye ji bo me tarî têne ber çavan. Lê berî gotarê li jêrê derxme meydanê, du gilyan dixwezim dewsa pêşxeberê binvîsim.

LI SER ZANEBÛNÊN WEZÎRÊ NADIRÎ

Lê li ser vî nivîskar û rewşenbîrê meyî dewra Sovêta berê tê bêjî dîsa qet tiştek nehatîye nivîsarê. Divê li ser Wezîrê Nadirî bi misqal-misqal malûmetî bêne tomarkirinê: li ser şuret, hunur û firesatê wî, li ser efrandin û nivîsarên wî, li ser zanebûn û aqilbendîya wî, li ser merîfet û maqûlîya wî, li ser rewşenbîrî û welatparêzîya wî, li ser bejin û bala wîye tîtalî…

Çi bêjî, çi nebêjî, lê dîtindarên wê hênê gotine û nivîsîne, ku her tişt bejna Wêzîrê Nadirî hatîye: xwendî, zanyar, nivîskar, ronakibir, bedew, kubar û rûhdar… Û zimanzanê ermenîyayî herî mezin Hraçaya Açaryan di dema xwe da Wezîrê Nadirî pêjirandye wek şagirtê xwe, yê herî jîr û zane. Belê, şagirt-xwendekarê Ûnîvêsîtîta Rewanê, yê aqilbend, yê ku bi kurdî, ermenî, farizî, azerî û tirkî serbest dizanibû – ew WEZÎRÊ NADIRÎ bû.

LI SER BEDEWÎYA WÎ

Dibêjin, ku salên 30-î, gava meşa 1-ê gulanê li Yêrêvanê (Rewanê) destpê dibû, li kolana navendî, ya ku îro li ser navê ronakbirê ermenîyayî mezin Xaçatûr Abovyane, gel diketê meşê. Dibêjin, ku Wezîrê Nadirî dikete milê dayka xwe Nûrê ya bi cil û bergên kurmancî û vê kolona navendî ra dimeşîya û derbas dibû. Li bedewîya wî, li xemla dayka wî xelq dikete heyir û hijmekarîyê: «Çiqas bedewe, çi maqûle!..».

WEZÎRÊ NADIRÎ – ZAVÊ ÊZÎDÎXANÊ

Wezîrê Nadirî malxwê qîza Egît axayê êzîdîyan – Nûrê xanim bû. Li ser Nûrê xanimê gelek hatîye nivîsarê. Kê dixweze bizanibe, wê lê ser Nûrê bixwîne: rewşenbîr, qîza ocaxzada, bêjerek ji bêjerên radyoya kurdî ya Rewanêye yekemîn. Lê sed heyef, sed mixabin, ku ji bedana Wezîrê Nadirî û xanim Nûrê ewled neketin, nehatine rû-hewatê.

NIHA EM BÊNE LI SER GOTARA BI TAYBET YA LI SER WEZÎRÊ NADIRÎ

Sala 1992-an ez li Almanyayê, li bajarê Bonnê bûm. Hinek welatparêzan ez vexwendî kiribûm. Wê hênê kovara «Rewşen» derdiket. Kovar li Bonnê ji bo çapê amede dibû, lê li Holandyayê çap dibû. Min jî bona kovarê gotar dinvîsî. Berpirsyarekî kovara «Rewşenê» (hevalê minî rehmetî Rizgar Aydîn) carekê min ra got: «Li ser rewşenbîrên kurdên Sovîyêtê binvîse». Mi jî nivîsî. Li ser Wezîrê Nadirî. Û ev gotar sala 1993-an di hejmara kovara «Rewşenê» ya 10-an derket.

SPASÎ
Ez spasîya xwe ya bê hed û hesab didime nivîskrê meyî hêja Eskerê Boyîk, ku çend sal berê li ser Wezîrê Nadirî nivîsî û navê gotara min jî dabû. Lê ez haj pê tunebûm, ku ew gotar derketye.
Ez spasîya xwe ya bê hed û hesab usan jî didime lêkolîner, wergêrvan û nivîskarê meyî zane û hêja Husên Duzen, ku ev gotara dît, ji «Rewşenê» ber girt û min ra şand. Gotara balkêş li jêrê bixwînin. Çawa heye, ez usa li vira çap dikim, lê bi hinek rastkirinên biçûk. Keremkin, ger dema we heye, vê gotara 30 sal berî nivîsî heyanî dawîyê bixwinin.

WEZÎRÊ NADIRÎ
(1911 – 1946)

Prîskê Mihoyî, kovara «Rewşen» (N10, sala 1993-an, rûpêlên 49-51)

Di nava dîroka rewşenbîrya kurdî ya li Yekîtîya Sovîyêta berê da navê Wezîrê nadirî cihkî bi rûmet û nirx digre. Ew yek ji wan ronakbirên kurde pêşin bû, yê ku di dawîya salên 20-î da li Ermenîstanê di warê pêşvebirina çand, wêje û zimanê kurdî da barekî giran hildabû li ser milên xwe. Derfetên nû yên ji hêla Ermenîstanê va pêjirandî rê ji ber rewşenbîrên kurde nûgihîştî (Erbebê Şemo, Hecîyê Cindî, Emînê Evdal, Cerdoyê Gênco, Casimê Celîl…) vekirin ji bo damezirandina bingeha çanda kurdên Sovîyêtê.

Di vê hêlê da bêguman keda Wezîrê Nadirî jî gelek bû. Sed mixabin, ku li ser kar û jîyana vî welatparêzî, bi taybetî ya di dema şerê cîhanêyî duemîn da kêm tişt hatîye nivîsarê û ronîkirinê. Ji bo xwendevanên «Rewşenê» wê hewaskar be, ku em li gorî derfetên heyî bi berfirehî li ser jîyan û efrandarîya Wezîrê Nadirî rawestin.

Wezîrê Nadirî jî wek gelek rewşenbîrên kurd di zaroktîya xwe da pirr xîzanî û perîşanîî dîtye. Ew li Kurdistana Bakur di gundê Boralanê da 10-ê gulanê sala 1911-an hatîye dinyayê. Wezîr hê biçûk bû, wek dibêjin xêr û şera cihanê tê nedighîşt, gava Cebarê bavê wî diçe li ser heqîya xwe. Barê malê dikeve li ser milê Nûra dîya wî. Herdu birayên Wezîr – Salhet û Ûsiv jî biçûk bûn. Rewşa mala wan xirab dibe, ji ber vê yekê jî Wezîr di gund da dibe rêncber. Ew her sibe û êvar li rex medresa gund ra diçû çolê û dihat.

Û her caran bi hisret li medresê û şagirtan dinhêrî, dilê wî dişewitî, ku ew nikare here medresê, ji ber ku mala wan mala feqîra bû û heqê wî tune bû bixwenda. Nûra dîya wî jî dizanibû, ku kurê wê pirr ji xwendinê hiz dike, lê tu çare nikaribû bidîta. Piştî zehmetîyên mezin ew bi destî mirovên dilak Wezîr di medresê da dide pêjirandin. Wezîrê Nadirîyî çalak zû fêrî xwendin û nivîsarê dibe, pêra jî alîkarîyê dide malê…

Piştî şikestina şorişa Sêx Sehîd dewleta Tirkîyê ya kemalîst li gelê kurd tê xezebê. Kurdistan dibe gola xwînê. Li her deran kuştin û talan, koçberî û xelayî bû. Di vê rewşa giran da bi hezaran malbetên kurdan bêy xwestina xwe axa kal û bavan dihêlin û berê xewe didine xerîbîyê. Ji wan malbetan yek jî ya Wezîrê Nadirî bû. Li wan salan ew derbasî welatê Sovîyêtê dibe û li Naxîçêvanê niştecî dibe.

Wezîr li vê derê di dibistana navçeya Sadarakê da xwendina xwe berdewam dike û bi serfirazî diqedîne. Li wê hênê mamostê zimanê kurdî gelek kêm bûn, nexendîtî jî di nava gel da pirr bû. Lewra jî Wezîrê Nadirî di destpêka karê xwe yê rewşenbîryê da destbi karekî bi rûmet û hêja dike: ew di dibistana gundê kurdayî Şawilka da dibe mamostê zimanê kurdî. Pişt ra ew tê hilbijartin wek serokê dibistanê, du ra diçe navçeyê û dibe berpirsyarê beşê xwendina gel.

Pêwîste em bînin ziman, wekî di destpêka salên 30-î da li Ermenîstanê ji hêla Hukumetê va xebateke hêle pêk dihat ji bo kurd bikaribin xwedî li çand, dîrok û zimanê xwe derên û ew bi hemû alîyan va pêşva herin. Di destpêka sala 30-î li Rewanê rojnama «Rya teze» tê weşandin, pirtûkên cihê-cihê tên çapkirin, zanîngeha (têxnîkûma) amedekirina mamostên zimanê kurdî destbi kar û barên xwe dike.

Li sala 1933-an Wezîrê Nadirî tê Rewanê û li wê zanîngehê dersên zimanê kurdî dide. Li vira kadroyên kurd ra tevayî usan jî gelek dersbêjên ermenî kar dikirin. Ev herdu ocaxên çanda gel bi heqî dibine bingehên xurt ji bo damezirandina wejeya netewî. Nivîskar û helbestvanên kurde nûgihîştî gavên xweye pêşin yên wêjeyî li ser rûpêlên «Rya teze» davêjin. Efirandinên Wezîrê Nadirî yên yekemîn jî li ser rûpêlên vê rojnama kurdî têne çapkirin, di berevokên nivîskaran da diweşin.

Çendî Wezîrê Nadirî kar dikir û diefirand jî, lê daxaza wî pirr bû ji bo xwendina xwe bêtir pêşva bibe. Lewra ew sala 1935-an dikeve fakûltêta zimanzanîyê ya Înstîtûta amdekirina mamostaye li ser navê ronakbirê ermenîya Xaçatûr Abovyan, du ra dikeve li Înstîtûta pêdagogiyê ya rûsî û wan herdu înstîtûtên Rewanê sala 1939-an xilaz dike.
Di van zanîngehên xwendina bilind da ew di nava zimazanîyê da kûr dibe, bêtir guh dide li ser zimanên rûsî, ermenî, tirkî, azerî û farizî. Paşê li Ûnîvêrsîtêta Rewanê ya dewletê dibe mamostê zimanê farisî. Lê berî hingê ew li navçeya Ermenîstanêye Basergêçerê dibe serokê xwendina gel, paşê li wezîreta Ermenîstanê ya perwerdê dibe cîgirê serwêrê beşê xwendina rûsî ya amedekirina mamosta.

Di vî karî ra tevayî Wezîrê Nadirî xwendina xwe di warê zanîstîyê da pêşva dibe, di Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye dewletê da li aspîrantûrayê hin dibe û li ser têza xwe ya doktorîyê kar dike. Têza wî li ser efrandinên Meleyê Cizirî bû. Serokê wî yê zanîstîyê zimanzanê ermenîyayî bi nav û deng Hraçya Açaryan bû. Ewî hêvîke mezin Wezîr ra girê dida, zanebûnên zanyarê cîwan bilid nirx dikir. Lê sed mixabin, Wezîrê Nadirî ra li hev nehat bighîje armanca xwe…

Xebata Wezîrê Nadirîye doktorîyê îdî amade bû, gava şerê cîhanêyî duemîn destpê bû. Ewî pê ra negîhand navê dereca zanîstîyê wergire, ji ber ku wî dibine eskerîyê…

Hema li vê derê em hinekî rawestin û li ser xalekeke pirr giring biaxvin. Mixabin, ji ber sebebên cihê-cihê heta niha li ser kar û barên Wezîrê Nadirî yên di dema şêr da li tu cihkî bi berfireyî nehatîye nivîsarê. Ji bo xendevanên me bizanibin gilî li ser çîye, em hinekî dîroka şêr bînine bîra xwe.

Tiştekî dîyar û eşkere ye, wekî di destpêka şêr da almanên faşîst giringîke mezin didane plana xwe ya zeftkirina Qawqazê. Di vê pirsê da dagirkeran rol û dewra dewleta Tirkîyê bilin nirx dikirin. Li dawîya Salla 1942-an şerê li ser Stalîngradê xurt bibû. Dijminê dewleta Sovîyêtê bakurê Qawqazyayê ji hildabûn destê xwe. Tirkîya, ku hema di destpêka şêr da bûbû hevalbenda dewleta faşîst û alîkarîya mezin dida wê, bendewarê seheta ketina Stalîngradê bû. Li gorî plana tirka-faşîstan li wê demê pêwîst bû Tirkîya li sînorê Ermenîstanê û Gurcistanê ra biketa Qawqazyayê û Bekû hilda destê xwe, herwa bi wî şêweyî nehîhşta, ku nefta Bekûyê bi rîya derya Qaspîyê ra bighîşta Ordîya Sor.

Di rewşeke awa da ji hêla serleşkerîya Sovîyêtê va li Tblîsê di Okrûga Qawazyayê ya leşkerî da bi surî beşek hatibû damzirandinê, ya ku karê zanyarî, bi taybetî karê kurdnasîyê di bin kontrola KGB da pêk danî. Di wî beşî da kurdnas û rojhilatnasên kurd, rûs, ermenî, gurc û netewên mayîn yên naskirî kar dikirin. Di nava wan kesan da bû usa jî Wezîrê Nadirî, ku navê wîyî surrî Reşîd beg bû. Armanca vî beşî çi bû? Çi kar pêk danî? Di wir da rola Wezîrê Nadirî çi bû? Îro kêm mirov dikarin bersiva van pirsan bidin. Lê hema tiştek eşkere û xuya ye. Wek hate ziman, li wê demê Tirkîya amede dibû biketa Qawqazyayê.

Li ber vî beşî pirs hatibû danînê, ku gelên Kurdistana Bakur bi her awayî hişyar û amade bikin, gava Tirkîya êrîşê bibe li ser Qawaqazyayê, dibê ew li Kurdistanê têkoşînê pêk bînin, bi wî awayî pişta Tirkîyê bişkênin, hêza wê sist bikin. Lema jî di vî beşê taybetî da rojnama bi navê «Qawaqaz» dihate weşandinê, pirtûkên li ser eşîr û êlên kurdan, li ser sîyaseta Tirkîyayê dihatine çapkirinê.

Ji van weşanan hela gelek bi surrî têne parastinê. Rojnama «Qawqaz» xênî kesên ku di wî beşî da kar kirine, hela tu kesî nedîtîye, ne jî li ser wê rojnamê hatîye nivîsarê. Ji xebatkarên wî beşî îro hinek jîyana xwe didomînin. Ew kurdnas, rojhilatnas û nivîskarên naskirî û belî ne. Ger ku carana li ser kar û barên wan yên wê hênê axavtin vedibe, ew yan xwe kerr dikin yan jî kêm tişta dibêjin.

Di destpêka sala 1943-an da wexta li binetara Stalîngradê Ordîya Sor li himberî dijim ser ket, planên Tirkyayê jî xirab bûn. Li wê demê ev beşa «Kurdnasîyê» bala xwe dide Kurdistana Rojhilat… Çend kurdnas bi berpirsyarîya Wezîrê Nadirî (Reşîd beg) diçine Mehebadê ji bo danûstendinan tevî tevgera kurdî çê bikin. Bi gotina hinek reşenbîrên kurd, yên ku wê demê nêzîkî wî karî bûn, emekê Wezîrê Nadirî jî kêm nîbûye di karê çêkirina têkîlîyên tevî berpirsyarên Komara Mehabadê…

Pareskerên Ordîya Sor, yên ku di Kurdistana Rojhilatê da bingeh girtibûn, alîkarîya moralî ya giring didane kurda. Ew paresker piştî damezirandina Komara Mehabadê gorî Beyana Têhranê bahara sala 1946-an ji Îranê derketin. Hingê Wezîrê Nadirî vedigere Tblîsê û dibe berpirsyarekî beşê kurdnasîyêyî surrî.

Dema ku leşkerên Sovîyêtê li Kurdistana Rojhilatê bûn, rojnemaya «Kurdistan» ya PDK herdem bi dostanî li ser Yekîtîya Sovîyêtê dinvîsî. Di rûpêlên wê da li ser Sovîyêtê û pêşveçûyîna wê gotar û nûçe derdiketin. Dewleta Îranê ev yek bi kar danî ji bo Seroketîya Komara Mehabadê di nava sêpratîzmê da guhnekar bike. Qazî Mehemed di hevpeyvîneke xwe da, ya ku rojnamevanê Têhranê bi wî ra pêk anîbû, wê guhnekaryîyê înkar dike û dibêje, ku kurd ji bo mafên xwe yên gelêrî şer dikin û amanca wan heye ji bo jîyana dêmoqrasî wê têkoşînê di goveka Îranê da berdewan bikin…

Di dawîya cotmehê sala 1946-an Komara Mehabadê hate hilanîn. Seroketîya wê hate girtin. Piştî çend heftîyan, 26-ê mijdarê sala 1946-an li Tblîsê ji hêla hêzên ne dîyar va Wezîrê Nadirî hate kuştin…

Kê û ji bo çi Wezîrê Nadirî kuşt? Ji bo bersiva vê pirsê bistînin, pêwîste bersiva van pirsan bizanibin: Yektîya Sovîyêtê di dema şerê cîhanêyî duemîn da, bi taybetî di karê damezirandin û hilanîna Komara Mehabadê da çi dewr lîst? Zanyarên kurd bi çiqasî haj sîyaseta Sovîyêtê ya li ser sozê kurdan hebûn? Di nava wê sîyasetê da dewra wan çi bû? Lê bersiva van pirsan jî bêguman mirov dikare di arşîvên KGB û leşkerî da bibîne. Îro ew arşîv li bin kilît-miftadanin. Drokzanên kurd wê kengê zehmetê bidne xwe, ku wan arşîvan mezekin? Ew jî Xwedê bizanibe!…

Şik tune, ku Wezîrê Nadirî û zanyarên kurde mayîn hêvîke mezin bi Sovîyêtê ra girê didan ji bo bi destê welatê Oktobr xizmetî gelê xwe bikin, lê mixabin gelek caran ew negihştine armanca xwe…

Helbestvanekî kurdî bi nav û deng (Qaçaxê Mirad) cigîrê berpirsyarê rojnama «Rya teze» – Prîskê Mihoyî navê wî îro, 10-ê gulanê sala 2021-ê nû eşkere dike), ku 20 salan leşkerî kiribû û wan salan bêhtir dî wî beşê sûrrî da kar kiribû, ku me li jorê anî ziman, gilî kiribû, wekî dema ew beş tê dadanê û ew tê Rewanê, bi xwe ra gelek pirtûk, belevok û belgeyên giranbaha tîne. Ji «koma» wan yek gilî dighîne KGB û ew tirsana êvarekê heya sibê pê wan belgeyan soba xwe vêdixe…

Belê, Wezîrê Nadirî 35 salî bû, gava ew bi nemamî hate kuştinê. Çendî ewî jîyaneke kin derbas kiribe jî, lê ewî karekî pirr mezin kirye. Ew ne tenê rewşenbîr, mamoste û zanyerekî jêhatî bû, lê usan jî di dema xwe da nivîskarekî naskirî bû. Helbest, serpêhatî û destanên wî li ser rûpêlên rojnama «Rya teze» û berevokên nivîskaraye cihê da derketine.

Li sala 1935-an du pirtûkên efrandinên wî li Rewanê çap bûne. Ya yekemîn pirtûka helbestan ya bi navê «Nûbar» bû, lê ya duemîn pîyêsa wî ya bi navê «Reva jinê» bû.

Di helbestên xwe da Wezîrê Nadirî dewra sosîyalîzmê, jîyana nû, aşîtî û biratîya gelan tîne ziman. Lê pîyêsa wî «Reva jinê» di civaka kurdên Sovîyêtê da tiştekî nû bû. Di vê efrandina xwe da ew koletî û bindestîya jina kurd, kevneperestîya civakê û derfetên nû, yên ku li ber pîreka kurd vedibin, tîne ber çavan. Ew pîyês li wan salan gelek caran li gundên kurdan wek şano tê nîşankirin, di nav gel da rind tê qebûlkirin.

Pirtûka Wezîrê Nadirî ya sêemîn 15 salan piştî kuştina wî, li sala 1961-ê dîsa li Rewanê li bin sernivîsa «Weten û hezkirin» ronayî dibîne. Di vê pirtûkê da poêma wî ya naskirî «Nado û Gulîzer» cîh girtye, ya ku ewî di salên şêr da nivîsye.

Gelek efrandinên Wezîrê Nadirî bi zimanê netewên din hatine wergerandin. Lê tiştê tewrî giranbaha ji bo wî karê zanyarî bû Dema ku hela ewî di zanîngeha Rewanê ya dewletê da dersên zimanê farizî dida xwendevanan, li ser pirsên zimanê kurdî kar dike û li dawiyê pirtûka rêzimana kurdî dinvîse û amade dike…

Li ser jîyan, efrandarî û kar û barên lawê gelê kurdî welatparêz û hêja wê hê gelek rûpêlên nû bêne nivîsarê û navê wî di nava dîroka rewşenbîrya kurdî da hê bilind bê nirxandin.

Prîskê Mihoyî: "Ji bo 110-salîya Wezîrê Nadirî"
Prîskê Mihoyî: "Ji bo 110-salîya Wezîrê Nadirî"
Prîskê Mihoyî: "Ji bo 110-salîya Wezîrê Nadirî"