Li gorî welat roja dayikê li seranserê cîhanê di Yekşema duyemîn a Gulanê de tê pîroz kirin.

Roja dayikê, rojek e ku tê de dayik tê pîrozkirin û birûmetkirin. Ev roj, di cihanê de û cih bi cih jî tê pîrozkirin û dayik di wê rojê de tê birûmetkirin. Di sedsala me de, bi taybetî, weke rojeke dayikê hatiye binavkirin.

Di nava kurdan de, ku mirov li dîroka wan dinerê, mirov dibîne ku qadrek ji dayikê re hatiye dayîn. Rêz û hûrmet li dayîkê bi gotinî û bibinxatkirin hatiye ser ziman.

Di dîrokê de li ser axa Kurdistanê, çanda Îştar hatiya afirandin. Ev çand, weke çandeka mazin ya pîroz tê ziman. Lê di sedsala me de, piştî ku kurdan statûya xwe li ser axên xwe li herêmên xwe windakirin, êdî pişt re pirsgirêkên civatê û zayandî jî bi bi pirsgirêka wan ya neteweyî re xwe dan rû.

Dayik, weke rûmete jiyane ye. Ew hertimî jî, bi wî rengî hatiye dîtin. Ew, dayîka jiyanê ye.

Di roja me de, ev roj bûya rojeka bo tekoşîna zayandî ya jinê jî ku têde doza azadî û wekheviya xwe ya di nav civate xwe de dike. Rojên dayikê ku li gor welatan tê ser ziman bi vî rengî mirov karê wê bêne ser ziman.

DAYÊ

Tu hem gulî, hem nêrgiz
Tuyî stêrka herî şewq
Tu kanîyî, kaniya zelal
Dayê, dayê, dayka delal

Evîna te wek çema
Dikişe, dikişe dayê can
Mînanî çiya tu bilindî
Xeml û rewşa zarokanî

Çiqas şevên tarî dirêj
Li ber bêşika min rûniştî
Gilî û gotin şîratê zêrîn
Min re hîştî dayê can

Dayê, dayê, dayka delal
Derd û kulê min re hevala
Ji erdê heya asîmanan
Tunê wek te, Dayka delal.

Nivîskarê helbestê: Karîna Osêyan