𝗘𝗹î𝘆ê 𝗘v𝗱𝗶𝗹𝗿𝗲𝗵𝗺𝗮𝗻 𝗱𝗲𝗿𝗵𝗲𝗾𝗮 𝗪𝗲𝘇î𝗿ê 𝗡𝗮𝗱𝗶𝗿î 𝗱𝗮

“𝗡𝗶𝘃î𝘀𝗸𝗮𝗿, 𝗵𝗲𝗹𝗯𝗲𝘀𝘁𝘃𝗮𝗻, 𝗱𝗿𝗮𝗺𝗮𝘁û𝗿𝗴ê 𝗯𝗶 𝗻𝗮𝘃 û 𝗱𝗲𝗻𝗴”

Wezîrê Cebarê Nadirî 10ê gulanê, sala 1911an li gundê Boralanê, welatê Romê, di maleke kurdan ya koçer da ji diya xwe bûye. Hela sê salên Wezîrê biçûk temam ne bûbûn, bavê wî – Cebar wefat dibe. Dû mirina malxwêyê malê ra, halê kulfetên wî zef çetin dibe. Nûra diya Wezîr di malên dewlemendan da berdestî bû, birêd wî – Salih û Ûsiv berxvantî dikirin. Lê Şero hela biçûk bû.

Diya Wezîr – Nûrê, jineke gelekî bi aqil û mêrane bû. Ew dibîne, ku mêla kurê wê – Wezîr, li ser xwendinê gelek e, lema jî ew her tiştî dike, ku kurê wê di hucira, ango mekteba ruhanîyê da bixûne.

Dû gelek dijwarîyan ra Nûrê digihîje mirazê xwe. Wezîr di hucrê da tê qebûlkirin. Di hucra gund da xên ji dersên ruhanîyê, dersên zimanên tirkî û farizî jî derbaz dibûn. Hema sala xwendinê ya pêşin da Wezîr di nava temamîya şagirtên dersxanê da alîyê xwendinê da cîyê pêşin digire û komekê dide zarêd hevalêd xwe.

Dû dersan ra Wezîr gelek kitêbên edebîyetê dixwend. Evê yekê zanebûnêd wî diha didane dewlemendkirinê û huba wî ber bi xwendinê zêdetir dikir. Ewî hela ji wî çaxî da dest bi nivîsara şiêran kir.

Sala 1926an 1700 malêd eşîretên kurdan yên Birûkan, Şewlikan, Beşkan, Banokan û yêd mayîn ji destê zulma Romê revîyane Yekîtîya Sovyet. Di nava wan mihaciran da neferên mala Cebar jî hebûn. Li vî welatê aza ber kulfetên Cebêr dergehên xwendinê û pêşdaçûyînê vebûn.

Wezîr sala 1928an di mekteba gundê Sêderekê da dikeve dersxaneya 10an, ku li navçeya Naxçiwanê da bû. Ew wê mektebê sala 1929an bi qîmetên zef baş va xilaz dike û hema di wê salê da di mekteba mentîqa Şewlikan da dibe dersdarê zimanê kurdî. Wezîr bi xebata xwe ya baş dibe hizkirîyê cimaeta kurd ya gund. Paşê ew heta sala 1933an wek serwêrê wê mektebê kar dike.

Sala 1933an, payîzê Wezîrê Nadirî tê Ermenîstanê û li zanîştgeha Rewanê ya kurda da derbazî ser kar dibe wek dersdarê zimanê kurdî. Ew bona zanebûnên xwe yên pir û xeysetê xwe yê milahîm dibe hizkirîyê dersdar û xwendkarên xwendinxaneyê.

Wezîrê Nadirî sala 1935an dikeve Înstîtûta pêdagogîyê ya ermenî û Înstîtûta pêdagorîyê ya rûsî û wan herdu înstîtûtên Rewanê sala 1939an xilaz dike.

Di sala xwendinê ya 1939-1940î da li Ûnîvêrsîtêta Rewanê ya dewletê dibe dersbêjê zimanê farizî. Wan salan ew dikeve aspîrantûrayê. Bi serkarîya zimanzanê eyan – Hraçya Açaryan ew dîsêrtasyonê dinivîse û kuta dike.

Hindik dimîne, ku Wezîr bibe doktor, lê heyf, ku 26ê meha çirîya paşin sala 1946an qezîya tê serê wî û ew wefat dibe. Tirba wî niha li merzelê bajarê Rewanê yê Toxmax Golê da ye, li roava merzelê dewletê.

Wezîrê Cebar Nadirî nivîskarekî kurdên Sovyetê yê bi nav û deng e. Rast e, emirê wî kurt bû, lê bi qewimandinên berbiçav û qîmetlî va dewlemend bû. Ewî temamîya emirê xwe pêşkêşî wetenê xwe yê Sovêtîyê û xebata kûltûr û edebîyeta kurdan kir.

Wezîrê Nadirî di nava edebîyeta kurdêd Sovêtîyê da eyan e wek şayîr, prozaîk, dramatûrg. Ji sala 1933an destpêkirî şêr û nivîsarêd wî yên din di rojnameya kurdî “Rya teze” da û “Sovêt Êrmenistani” da, ku bi azirî bû, hatine neşirkirinê.

Sala 1935an ji alîyê Neşireta Hukumeta Ermenîstanê da berevoka wî ya bi nav û deng “Nûbar” çap bû. Pey ra pîêsa wî ya eyan, di nava edebîyeta me da ya pêşin — “Reva jinê” ronahî dît.

Nivîsarêd Wezîrê Nadirî ji alîyê cimaeta kurd da bilind hatine qîmetkirinê, çimkî ewî zef zelal, bi zimanê cimaetê derheqa emirê wan yê berê û wedê niha da nivîsîye. Di wan nivîsaran da herdu emir himberî hev dibin û elbê ra mîna roya şemaldar emirê niha yê bextewar tê kivşê. Sala 1947an kitêba wî ya “Zimannama kurmancî” tê neşirkirinê. Bi vê yekê va Wezîr îdî bû zimanzanekî berbiçev.

Wezîrê Nadirî wextê şerê Wetenîyê yê Mezin qulixî cimaeta Sovêtîyê kirîye û bi mêrkîmî tevî cimaeta Sovêtîyê ya pirmîlyon Weten xwey kirîye. Ewî di salên şêr da gelek şiêr û destanên qîmetlî nivîsîne, wek destana wî ya bi nav û deng “Nado û Gulîzer”. Ew di nava wê destana xwe da dide xuyakirin, ku çawa Nado û Gulîzera kurd tevî wekîlêd miletêd mayîn wetenê xwe bi mêrxasî xwey dikin. Ev destan îzbata hostatîya wî ya şayîrîyê ye.

Wezîrê Nadirî di nava edebîyeta kurdêd Sovêtîyê da cîkî meşûr digire û bûye hizkirîyê xwendevanêd kurd. Derheqa vê yekê da şayîrê kurd Qaçaxê Mirad ha dinivîse:

Wezîrê Nadirî ji alîyê cimaeta kurd da ne tenê çawa nivîskar, lê wisa jî zanyar, dersbêj û hevalekî ezîz hatîye hizkirinê. Navê Wezîrê Nadirî wê hertim di bîra me da bimîne.

𝗝𝗶 𝗽𝗶𝗿𝘁û𝗸𝗮 𝗧ê𝗺û𝗿ê 𝗫𝗲𝗹î𝗹 𝗔𝗻𝘁𝗼𝗹𝗼𝗴î𝘆𝗮 𝟯𝟱 𝗵𝗲𝗹𝗯𝗲𝘀𝘁𝘃𝗮𝗻 û 𝗻𝗶𝘃î𝘀𝗸𝗮𝗿ê𝗻 𝗦𝗼𝘃𝘆𝗲𝘁𝗮 𝗯𝗲𝗿ê