Wezîrê Cebarê Nado (Nadirî) yek ji hîmdarên edebiyet û zimanzaniya kurdên Sovyeta berê ye. Ew di salên 1930-yî de li Ermenistanê, tevî Erebê Şemo, Heciyê Cindî, Casimê Celîl, Emînê Evdal, Cerdoyê Gênco û komek rewşenbîrên din derkete meydana kurdeweriyê û bi kar û barê xwe, bi zanebûn û şûreta xwe bû navekî nemirî di dîroka gelê kurd de.

Ji pey damezrandina qeydê Sovyetê ra, çawa seva hemû gel û netewên wî welatî, usa jî ji bo kurdan mecal û mikanê pêşdaçûyînê çêbûn. Hema salên ewilîn da guhdariya mezin hate danîn li ser halê gelên kêmjimar an jî kêmnetewe. Kurd jî, ku bi hesavekî ne ewqas mezin, li komarên Qefqasyayê û Asya Navîn da dijiyan û bi awayekî şûndamayî, halê nexwendîtiyê, fêodaliyê û nîvkoçeriyê da bûn.

Anegorî siyasiya dewleta Sovyetê ya miletiyê gereke di wextekî kin da, di nav netewên kêmjimare weke Kurda da, di warê hildana nexwendîtiyê, hazirkirina kadrên miletiyê, pêşvaçûyîna medeniyet û rewşenbirîyê, xwe rêvabirinê xebatên gewre bihatana kirin. Karên pêşvabirina civaka kurdan hîmlî li Komara Ermenistanê da dihate kirin.

Heta salên 30-yî di wî warî ga gelek kar hatibûne kirin. Elfeba kurdî li ser bingeha latînî hatibû demezirandin, rojnema kurdî ya ‘’Riya Teze’’ li bajarê Yêrêvanê dihate weşandin, xwendinxana Kurdî ya dersdarhazirkirinê karê xwe dikir, di gundên kurdan da dibistanên kurdî kar dikirin. Wezîrê Nadirî hema wê demê hate nav meydana rewşenbîriya kurdî û bû stûneke ji sitûnên wî karê pîroz.

Malbeta Wezîr sala 1926-ê tevî 1700 konên kurdên êlên Birûka ji zilm û zora roma reş û dewleta tirkan direvin, hidûd derbas dibin, tên Yekîtiya Sovêtê, qeza Naxçîvanê bi cî dibin. Li wir ji xwe ra gundan çêdikin. Wezîr wê demê xortekî 15 salî yê xwendî, zîrek û jêhatî bûye. Li welêt, wî di hicrê da, li ber destê mela xwendibû, zimanê wî yê kurmancî xurt û paqij bû, xêncî zimanê dayikê usa jî bi erebî, farisî û tirkî fêr bibû, ew hay ji edebiyeta rojhilat û efirandinên klasîkên Kurdan hebû.

Li nava êl-eşîra giran da mezin bibû, erf-edetê kurmanciyê, rabûn-rûniştandina kurdewariyê rind zanibû. Li ber çavên xwe zilma şer û dewên salên 1918-20, pevçûnên di nav gelên cînar û neheqiyên dewleta tirk de dîtibû. Texmîn dikir ku qewlên aramî, wekhevî û biratiya gelan û xwendina ronakbîriya ku weletê Sovyetê çê kiribû ji gelê wî ra firsendeke pêşdaçûyînê ye çiqas mezin e.

Sala 1928-ê bi qîmetê bilind dibistana cî xilaz dike û li mentîqa Şewlikan berê wek dersdarê zimanê kurdî, paşê berpirsiyarê dibistanê dixebite. Hewl dide ku kurd zarokê xwe bişînin xwendinê.

Tevî xebatên ji bo nav gel da hildana nexwendîtiyê dibe. Sala 1933-ê derbazî bajarê Yêrêvanê dibe û bi temamiya hêza xwe dikeve nava xebatên kurdewariyê, diafirîne, dixwîne. Bi saya zanebûna gelek zimanan, şûreta efirandariyê, zanebûnên dewlemend di nav demeke kin da ne ku tenê nava civaka kurd, lê li temamiya rêspûblîkayê da tê naskirin. Du zanîngêhên xwendina bilind xilas dike.

Di Rojnemeya ‘’Rya Teze’’ da efrandinê wî dertên, berevoka helbestan û şanoya ‘’Reva Jinê’’ tên weşandin, di Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanê ya Dewletê da dersê zimanê farisî dide, bi pirsen zimanzaniya kurdî va mijûl dibe, li ser têza doktoraya xwe ‘’Lêkolîna Destnivîsara Helbestvanê Kurdî Mezin Yê Sedsalên Navîn Mele Ehmedê Cizîrî (1101-1169)’’ dixebite.

Salên Şerê Cîhanê Yê Duyemîn da, derbasî bajarê Tilbîsê dibe. Li wir herêma Kavkazê ya leşkerî da beşeke kurdnasiyê ya surrî tê demezirandin, ya ku karê bi teybetî di bin kontrola KGB-ê da pêk tanî. Li wir wek serokê parê dixebite. Wan sala ew beşa zanyariyê karên mezin kirin, îlahî di nav kurdên Kurdistana Tirkiyê û Îranê da. Heta niha jî karên wan ên wan salan di qutîkên KGB-ê yê hesin da dimînin.

Sed heyf û mixabin Wezîrê Nadirî pirr kin jiya. Ji pey şêr ra, sala 1946-ê, di 35 saliyê da, ji Sedema qezyake ne eyanda (hetanî niha sir e) têlê ewrê wî qetiya. Em guman in, wextek wê bê ew sira sala vebe û eşkere bibe.

Nivşê meye niha derheqa kar-bar û efrandinê wî şexsyetê kurdî mezin da pirr kêm zanin û gelekî kêm hay ji efirandinê wî hene. Efirandinên wî 60-70 sal berê hatine weşendin, li kitêbxanên degme mirovada mane, ne ku tenê nikarin bikevine destê xwendevan, lê bin qezya windabûnê da ne. Berevoka wî ya dawiyê ya 15 sal ji pey mirina wî ra, sala 1961-ê, yanê 48 sal bere bi navê ‘’Wetan û hezkirin’’ li bajarê Yêrêvanê hatiye weşandin.

Me têra dît efrandinên wî û matêryalên derheqê wî da, ku dest meda hene bi pirtûkekê raberî xwendevana bikin. Di vê bervokê da sê pirtûkê Wezirê Nadirî yên bedewetîyê hene: ‘’Reva Jinê’’, ‘’Nûbar’’, ‘’Welat û Hezkirin’’ cî digirin Ew efirandin me guhestine tîpên latînî (ya Celadêt Bedirxan). Heyf ku pirtûka wî ya zimanzaniyê ‘’Zimannama Kurmancî’’ kijan ku sala 1947-a hatibû weşandinê, me pêyda nekir. Em guman in ku pêşîrojê emê wê kitêba giranbaha peyda bikin, çap bikin û bigihînin ber destê zimanzan mamostê û xwendevana.

Teza wî ya zanistî derheqê helbestvanê klasikê kurdayî mezin Mele Ehmedê Cizîrî û çend helbestên wî yên ne çapkirî emê bi bervokeke cuda paşwextyê cap bikin û bigîhîn ber destê xwendevanan.

Vê kîtêbê da, usa derheqa jiyan û kar, xebata mamosteyê mezin da bi kurdî û rûsî agahiyên berfireh, çend şiklê wî, li gel heval û hogirên wî yên nezik jî hatine weşandin. Wexta weşana kitêbê me her cedand ku tu guhestinê nekin nava efirandinên nivîskar, orjînalê xweyî bikin û biparêzin. Em hîvîdar in berevok bala xwendevanan bikişîne ser xwe û bibe dîyariyeke hêja ji bo bîranîna wî Kurdê welethizê mezin.

Nivîskar: Fêrîkê Ûsiv (Kovara Nûbar || 2016)

Şayîrê kurdî eyan û navdar Fêrîkê Ûsiv di nava edebiyata kurda ya Sovyetê da cihekî berbiçav digire. Ew xudanê çend berevoka ye: ‘’Çevkanî’’ (1961), ‘’Gula Elegezê’’ (1964), ‘’Lîrîka’’ (1967), ‘’Ûsivê Nevya’’ (1973), ‘’Narê’’ (1977). Wî di efirandînên xwe da qîmetekî layîq daye emir û jîyana Wezîrê Nadirî.

Wezîrê Nadirî ra

Dibêjin, Wêzîr bedew-bilind bûye,
Mêrê muhbetê Wezîrê Nadirî.
Dibên, kesekî miletê kurd bûye,
Dara cinnetê WezÎrê Nadirî!
Lê, dibên, brîne dara rez li ser,
Çawa li Şerqê dibirin-beyanî.
Bax û bostanê meye rez û ber,
Dikine ardûê kêfê xwe xûnî…

Emê bên brîn, belê, bê îmdad,
Hê binalin nav derd û dilêşîyê.
Çaxê vê dinya bi fend û îcat,
Em hê bi kulmê diçin dirêşê…

Çaxê hê dewsa beyraqa milet,
Fûrdide ruhê kîn û ernûsîyê.
Nav brîna bêtfaqya milet çêdibin,
Kurm û kêzê cesûsîyê…

Mîna şêrekî bi fendê ruvî
Qend û bend bûye cimaeta kurd.
Lê ruh û rikê azaya kuvî
Diqirqile nav qampoxeê qird.

Wê bicivîne bi top û tfaq,
Hemû wersele û weynaxê xwe.
Lêde qet bike benda taq bi taq
Û papêç bike av û axa xwe.

Hingê wê şênbin, bi bag û bostan
Dêrsim û Dihok – Hewlêr û Cizîr.
Û ber daminê dayka Kurdistan
Wê guldin xortê mînanî Wezîr.

1983, Rewan.