Mehmedê Siloyê Bava
«Wezîr kubarîya gelê mebû…»
Lî Îranê
Sala 1942-a dewletê şendime Îranê. Li bajarê Mahabadê ez malêkeda dimam. Çend rojê şûnda, ez birime çem Reşid Paşa (navê W. Nadirîyî suri bû) û Îsa Begê Rewanî (Mehmedê Siloyê Miho), xêleke şûnda Qazî Mehmed kete hundur selam da me rûnişt. Me kêf-halê ev pirsî, dûra W. Nadirî ez Qazî Mehmedra kirim nas.
Paşê min Mehmedê Siloyê Mihora got:
— Mehmed, dê-bavê te û qewm-lêzmê te pir meraq dikin, wan tirê tu çûyî rehma xwedê, tû çîma dê-bavê xwera name naşînî. Wî got:
— Min nikarbû nama bişînim, qedexe bû. Hinekî şûnda W. Nadirî got:
— Pêşewa (Qazî Mehmed), Mehmed harzîyê mine, xortekî pir aqil û serxweye Qazî Mehmed got:
Wezîr, ez divînim, rastî jî ew hortekî baş û aqile, welaparêzê gelê xweye. Paşê Qazî Mehmed ji minra got:
— Kurê min, tu zanî vê demê merîyê mina te ji mera lazimin, gerek em tew bixebitin ku welat û gelê xwe bindest derxin.
Dû xeberdana minra derî vebû Sedr û Sêyfî Qazî ketine hundûr xeberdana me pir dirêj kişand. Qazî Mehmed berêx da W. Nadirî got:
— Wezîr, tu tenê karê leşkerîyê dikî?
— Wezîr got: — Ez ne tenê karê leşkerîyê dikim, ez karê civakî, çandî, hunerî û zanistîyê ye jî dikim. Ez bume dîrektorê dibistanê, li texnîkûma Yêrêvanêye kurda yê Pişkavkazêda lektorê ziman û wêjeya kurdî xebitîme.
Zangoya Rewanêye Dewletêda dersê ziman û wêjeya Rojhilatê didim. Min usa jî çend kitebê bedewetîye u zanistî nivîsine. Paşwextîyê pilanê mine berfire hene, xwedê hezke ezê wana jî pêşerojêda biqedinim.
Hinekî şûnda Mustefa Berzanî kete hundur, selam de ma, rûnişt. Me kêf û halê hev pirsî. Karê wan gelek bû, şev roj bona wan tunebû. Her dem welat, her dem Kurdistan.
Ez li Îranê cend meha mam, paşê vegeryame Yerêvanê.
Ji pirtûka Kinyazê Ibrahîm Mirzoyêv «Wezîrê Nadirî. «Berevok»»/ “EuroPrint”, Almati, 2010.
Оставайтесь на связи