Ezê seva şuxulê mekteba biçûma nehya Şerûrê gundê Şawlîka şuxulê minî bi serkarê mektebê û bi sedrê şêwra gund bû. Sivê siheta 5- a rabûm, min karê xwe kir, wekî bi maşîna nîvro rêkevim, ber bi Şerûrê herim. Karê minî kirîbû, tenê min wextê maşînê raçev dikir. Piştî raçevkirina çend siheta, nîvro bû, ez birêketim berbi stansîyê çûm. Bi tiramvayê çûm gihîştime stansîyê, li stansîyê gelek merî sekinîbûn, yê
ku bilêt distandin, seva cîya da biçûna. Nav qelebalixa wanda meriva dengê hev nedibhîst, min jî nobet pirsî û li ber dora xwe sekinîm, lê min zanibû, ku bilêt
naghîje min, lema jî ji wira derketim berbi nobeta komandîrovka çûm, û li rêza wan sekinîm. Kassa vebûbû, bere- bere bilêt didan. Ez jî nêzîk, pere hazir destê min da sekinîbûm.
Lê çevê minî li mîlîtsa bû » çika kingê bên, min ji vir derxin» difikirîm. Çimku kaqizê minî şandinê, min bîr kiribû, malda hiştibû. Min gelekî dora xwe dinihêrî, wekî merivekî nas bibînim. Ezî wê fikrêda nişkêva du merivê nas ber çevê min ketin. Ew jî seva standina bilêta vî- alî- wî alî diçûn- dihatin.
Min ewana pak naskirin, û gazî kirê, yek Ezîzê Şemo, yê dine Teyfûrê Elî bû diha kuttabûna bilêta û hatina maşînê nêzîk dibû. Însan ser hevra diçûn- dihatin, em jî bê bilêt mabûn, rastî Tefûr dixwest hinekî nehestî bikira seva standina bilêta, lê milîtsa ew jî derxist û em mane bê bilêt.
Ez hinekî rûniştim û fikirîm, paşê min namek nivîsî, da Ezîz şand mal, seva anîna kaqizê minî lazim, Ezîz çû.
Ez û Teyfûr em derketibûne devra, seva hatina Ezîz me dinihêrî, gelek komke( tiramvay) dihatin diçûn, lê Ezîz têda nînbû.
Komkekê ji kaqiz, şikil û perçê reng- rengî neqişandî ji dûrva xuya kir, ussa zû dihat merîya tirê difire, hat gihîşte stansîyê û nerm sekinî.
Gelle merivê bi kincê hevirmişê xase xemilandî jê peya bûn, lê Ezîz berî hemûya hat gihîşte me. Dest avîte cêva xwe, kaqiz derxist, da min.
Ez dîsa çûm, li cîyê xweyî berê sekinîm. Mexlûqetê wê derê geleka gazî min dikirin. Digotin hanî van pera, mera jî bilêta bistîn. Lê ji wan jî jinekê gelekî lavayî dikir, û pere raberî min dikir. Min îna nedikir, wekî ji yekê zêde bide.
Lema jî min perê wê negirt. Min bilêt stand, pey min jî merivê wê derê gişka yeko- yeko standin, nişkêva bû ringe- ring, li zengil dan. Tenê lezketina min bi min ma.
Merivê wê derê, yê ku piştî hildan, yê ku bê piştî zû- zû diçûne ber maşînê diçûn, em jî çûn.her derîyara meriv bernedidan, tenê derîkîra ber didan, ew jî zef sixletî bû, derketina merivê bi piştî çetinbû.
Kandoxtira bêraqkê keske dest da ber derîya sekinî bûn, nedihiştin meriv têketina vagona merî sekinîbûn: gelek ber derê vagona seva hilkişyanê sekinîbûn, hineka jî millê xwe millê hevra kiribûn digerîyan û nerme nerme xeber didan.
Li wê derê jî hebûn gellek qîz, bûkê delal wekî bi kil çevêd xwe neqişandibûn. Hatibûne wê derê seva rêkirina nasê xwe. Stansîye şên bû, merya tirê her alîyava li defê dixin, xelqî ussa xemilandî û bi kêf bûn. Ez jî ber dêrî sekinîbûm, min û hevalekî bi hevra xeber dida, derheqa berê û niha, çewaku berê wextê padişê ew stansîya mîna cîkî xirave bû, lê niha çiqa xweş û bedew çêkirîye, me digot û em şadibûn.
Nişkêva derî vebûn, cimaet hikişîya kete vagona, em jî ketine yekê û têda rûniştin. Nav maşînêda qelebalix seva cîyê rûniştinê destpê dibû, hineka hinek radikirin, hinek jî seva rûniştinê vîalî- wîalî digeryan.paşê kandoktor hatin, pêda- pêda merî dane cîkirinê û rûniştandinê. Vagona ku ezî têda bûm, merîyê wê hela temam rûneniştibûn, nişkêva zengil lê xistin, maşînê kire qûrîn û bi rêket, çû.
Ew maşîne berbi Culfê diçû, min xwe dabû ber pencerê û li best- beyara temaşe dikir: erdê gewr dikir, kulîyê berfê gire- gir dibarîyan,li rasta qozê pempûyê berevkirî nav berfê da nolî darê sincê gewr û boz dikirin, avê çema cemidî bûn, êdî deng jê nedihat, nedikirin xuşe- xuş. Gundîya li çolê kême- kêm xûya dikir, îdî qîz û bûkê kolxozvan, tekmale nav pempûyada çenek nedikirin li seyrangê nedigerîyan, dîsa ber hev nedidan, laqirdî nedikirin.
Tenê şivan- gavan bûn, wekî pez û dewar bere rasta dabûn, li ber agira rûniştibûn, nan dixarin, lê kifşî hebû, wekî ew şivan û gavanê kurmanc bûn, çimku kulavê
wane şivantîyê dirûyî, serkulke pêva, şûna şiva çêkirî, şiv û berşivkê wane –têda, kulav kiribûne alde li ber rûniştibûn. Weke kîlomêtrekê ji wan wêda jî desteke dine hev civya bûn, distiran, kilam digotin, carna jî destê hev digirtin. Qeydê koçerî û xelef » dilîstin devê yekîda jî tulumê xûya dikir, kivş bû, wekî wî li tulumê dixist, zefe eşq bûn.
Maşîne zûzû diçû, gele cî piş xweva dihîşt, gelek cîya jî disekinî, av hildida ( stansîya) xelq peya dibû, hineke teze dîsa sîyar dibûn. Carekê jî maşîne li stansîya Qemerlîyê sekinî, Ezîz û Teyfûr berbi malê xwe çûn, ez jî li stansîyê digerîyam. Nişkêva merivekî bi dengekî nenas selam da min.
Ez vegeryame alîyê silavdayî û min kêfê wî pirs kir. Ew dostê bavê minî berê Norêns bû, bi min şa bû, millê min girt û ez berbi mala xwe birim.
Ne carekê, ne ducara hema ussa li ser hev pirsa bavê min dikir û pêra jî heyfa xwe dianî. Maşîne çû wê şevê ez li mala wî mam. Mala wî li stansîya Qemerlîyê otaxeke wî ya xemilandî û kur, qîzeke wî hebûn. Kur 13 salî bû, lê qîze 8 salî bû, bavê min, time derheq wîda gilî dikir, digot, tu û ew tev diçûne ber berxa, hûn hevalê heve şirîn bûn. Lê bîra min nedihat.
Êvarê wexta ku em rûniştibûn, ewî gilîyê kuştina bavê xwe û êtîm mayîna xwe ji destê taşnaka dikir, pêra jî axîn dikişand, digot, — wexta ku mala me û we ji hev qetîyan, mala we ber bi welatê romê revî, lê em mane li vêderê, bû daşnakî, bavê min ew zor û zulma wane ku dianîne serê gundîyê kesîb, qebûl nedikir, loma jî xeniqandin. Pey xeniqandina bavê min , em êtîm man, me gelek belengazî jî dît.
1920 salê ku dîwana şêwrê hat, ez hildame êtîmxanê û dame xwendinê , şukur naka min xwendin hildaye, firqevan û agranomê vê nehîyê me, bera xweş be dîwana şêwrê û firqa kommunîsta got, xeberdana xwe kutakir.
Sivetirê ez anîme ber maşînê û berbi meskenê min verêkirim. Pencerê maşînêra gelek gund, avayê teze çêkirî xweya dikirin. Lê avayîkî zef bedew rind li stansîya Araratê çêkirîbûn, li wêderê ronkaya êlêktrîkê jî hebû.
Ji wêra digotin, — Zavoda»semstroê» ew zavod zef lixaşa min dihat, wekî digotin, — vê zavodê da kilsê dişewitînin, bi wê xanmanê rind çêdikin. Maşîn wêderê sekinîbû, min û palekî zavodê xeberdida, ewî digot, — vî gundî Develîyêda zavodeke dine jî heye ew jî ya şerabê ye.
Li wî gundî gelek baqê tirîya, sêva hurmîya, zerdela, — qeysîya û yê mayîn hebûn, kivş bû, wekî wê nehyê da gerekê zavoda şerabê ese hebûya, û ya konsêrvayê jî lazim bû. Çimku meriv li dora xwe dinihêrî, qe îna nedikir ku êmîşê wêderê kutabe. Xeberdana wî hevalî pale û mêzekirina baq- baxata zef li min xweş dihat, nişkêva zengil lêxistin, min îzna xwe ji wî xwest, revîm, ancax gihîştime maşînê û çûm.
Rêva hema ussa em ji baq- baxat û gundêd teze derbaz dibûn me dihiştin û em diçûn. Maşîn çiqasî nêzîkî stansîya Arazdayanê dibû, hêdî – hêdî niqil sist dikirin, sekinî, ez peya bûm.
Gundê kurmanca xûya dikirin, lodê mezin, xanîyê bilind kifş dibûn, kulekara, bixêrîyara dû derdiket, kifşî hebû, wekî tendûr û kuçik dadabûn. Kavirr bere ser gihê dabûn, gîhayê pezê êvarê dadanîn. Ez lap çûme nav gund, xanîyê wî gundî, yê kevn li ser edetê lapî berê dîwar bi tûrêd qêmûşe çêkirî, di wan xanîyada merî û heywan ser hevda dijîn, çend cîyê jî xanî kivş nedibûn, lê dû ji erdê hildikşîya, dengê meriva têda dihat.
Ser xanîya qûje- qûja dîkê esir bûn. Dihate zanbûnê, wekî ew gundê zûdane, çimku ser xanîya gîha şînbûbû, kevirê merzela erdêda çûbûn, pûrt dabûn, nolî merivê kose rû xurî, geleka jî dîwarêd wan hilşîyabûn, hemîn ku kelefê xirabe jî kêm nînbûn. Kî ji mala derdiket çevêd xwe ji hêsira temîz dikir,
nolî «merivê dê mirî» ew ji dû bû. Hineka ser tendûra kinc şûştibûn, hêdî- hêdî ser tulmê şorê radixistin, bona zahabûnê. Kincê gelekî teze û perçê pak bûn, kifşî hebû, wekî perçe gelekî tînine wî gundî, hebûna wana pak û berekêva dîwanê guharîya jîyîna wane emrê teze jî dikir, dixast wana ji jîyana kevn derxe, qaydê jîyîna teze, kultûra teze nav wanda jî cî bike.
Ez mal, bi mal derbaz dibûm, berbi îdara şêwra gund diçûm, rêda kome zaro dihatin, çeltikê wana stûyada, hinek jî kitêb girtibûne destê xwe him dixwandin, him jî dihatin. Min dibihîst , wekî miqala «Memê û Eyşê» dixûnin û rewa dikin, ji wana kurekî bedewî jîr, him dixwend him jî komekî dida hevala.
Wexta piştî dîtina derbazkirina gunda wî halî ku ez çev wan ketim, dilê min jî eşqa tijî bû, ez sekinîm, min selam da wan. Hemûya bi hevra selama min vegirtin û ji komê yek nêzîkî min bû.
Min ji şabûna berê navê wî, kîjan komêda xwendina wî pirs kir. Ewî bi devekî ken cava min da û got- ez koma sisya da dixwûnim. Paşê min pirs kir: — navê te çî ye? – navê min Mehmed, navê bavê min Ûso. Wekî herim, ezê bikaribim dersdarê we mektebêda bibînim ? – Belê got û çû. Pêş gund cîkî rast gelek xan- manê teze bi cêrge çêkiribûn, ji wan otaxa, ji yekê dûya soba derdiket, kome mêr pêş otaxê sekinî, ser berfa teze ketî laqirdî dikirin, berf hev werdikirin û bere hev didan. Hundur da jî kome merî rûniştibûn, ji wan wêda jî komeke jina bû, wekî kursêda dixandin.
Kursê êvarê 3 hev bûn, wekî kursêda xwendin û nivîsara rast, ya duda derheqa şêwrbûna Azarbaycanê, lê ya sisyada derheqa her şeş şertê heval Stalîn derbaz dibûn.
Piştî kutabûna dersa, dersdar heval… Îsmayîl hat, me selam da hev û paşê ewî destpêkir got, — heta sala 1930 – vî gundîda merivê xwendî nedibûn, sala 1930 bi
saya dîwana şêwrê mekteb hate vekirinê, niha berkêva tê hilanînê nexwendîtî pilanê xwendina borclî têne qedandinê. Vê gavê 200 kur- 180 qîz- 180 mêr- 180 jin bi zimanê kurmancî dixûnin û hînî hemû gilî- gotina divin, berekêva miqabilî jîyîna kevn disekinin. Wê şevê ez li mala wî mam.
Оставайтесь на связи