Di 15ê Gulana 1932an de bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan, li paytexta Sûriyeyê, li Şamê Kovara Hawarê dest bi weşanê kir.

Zimanê kurdî, di vê werçerxa tarîxî de, bi tîpên latînî hate xwendin û nivîsandin.

Kovara Hawarê di geşedan û pêşveçûna zimanê kurdî de roleke tarîxî lîstiye. Lewre roja destpêka weşana kovarê wek Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Di qonaxa Kovara Hawarê de gelek edîb û şa’ir û lêkolerên zimanê kurdî xwe perwerde kirin.

Kovara Hawarê ji sala 1932an heta 1943an 57 hejmar çap bû, jê 23 hejmarên pêşîn bi alfabeya latînî û erebî, hejmarên din jî bi alfabeya latînî derçû.

Aşkera ye ku parastin û pêşvebirina ziman û edebiyat û çanda kurdî, bi tenê ne ji bo gelê kurd, her wekî din, ji bo tevahiya civakê rengînî û dewlemendî ye. Di heyameke wiha de, xwedîderketina Cejna Zimanê Kurdî, berpirsyariya wê gelek girîng e.

Em, di roja Cejna Zimanê Kurdî de, hemû kedkar û xemxwerên zimanê kurdî yên ku gelê kurd, ji komkujî, asîmîlasyon û tunebûnê parastine, bi rêzdarî silav dikin, Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin.

Cejna Zimanê Kurdî Pîroz be!
Cejna Zimanê Kurdî Pîroz be!