Ziman ji şûr tûjtire…

ZIMANÊ MIN

Jêkin ser û laşê min’
Bavêjin best û beyara,
Tune tirs-talaşa min!
Bibim kelema çavê neyara,
Eve armanca dilê min!

Înkar nekin gelê min,
Zimanê min, dilê min!
Ew zimanê dayka minê,
Namûs, xîret dengê mine!
Kaw, kubarîya gelê mine!
Şûr mertalê destê mine,
Per û baskê êla mine!

Zimanê min, dîroka min,
Bilindaya serê mine!
Nebrin sewta Xanî, Feqî, Cegerxûn…
Bila Şivan bistrê bi zimanê dayka xun !

BAVÊ NAZÎR (Knyazê Îbrahîm Mirzoyêv)