Serokê Federasyona Navneteweyî ya Kurdên Sovyeta Berê û Serokê Yekitiya Kurdên Qazaxistanê Prof. Knyaz Ibrahim Mirzoyev serdana Almanyayê kir. Kinyazê Îbrahîm di vê serdanê de ji aliyê rêveberên Civaka Kurdan a li Almanyayê ve hate pêşwazîkirin.

Serokê Civaka Kurdan a li Almanyayê Dr. Mehmet Tanriverdî û cîgira wî Liyana Mele Evdile di hevdîtinê de diyar kirine ku wê hewl bidin danûstandin û têkiliya xwe ya bi Federasyona Navneteweyî ya Kurdên Sovyeta Berê re xurtir bikin.

Prof. Kinyazê Îbrahîm jî eşkere kiriye ku ew bi vê serdanê kêfxweş e û bi hêvî ye ku di rojên pêş de di navbera herdu dezgehan de civîn, konferans û semîneran pêk bînin. Li hêla din Serokê Yekitiya Kurdên Qazaxistanê li ser xebatên çandî, hunerî û civakî ya kurdên Qazaxistanê nûnerên Civaka Kurdan a li Almanyayê agahdar kiriye.

Di hevdîtinê de Endama Federasyona Navneteweyî ya Sovyeta Berê û Nûnera Federasyonê ya li Ewropayê Karine Rashidova jî amade bûye.

Salih Kevirbirî

Serokê FNDK û Yekitîya Kurdên Qazaxistanê serdana Ewropayê kir
Serokê FNDK û Yekitîya Kurdên Qazaxistanê serdana Ewropayê kir
Serokê FNDK û Yekitîya Kurdên Qazaxistanê serdana Ewropayê kir