Bona 80 saliya Eskerê Boyîk

Dr., Prof. Knyazê Îbrahîm Mîrzoyêv

Destpêka sedsala buhûrî, li welatê sovêtêyî nû demezirandî da, saya bi dêmokiratî nêzîkbûna pirsa miletîyê, çawa ji bo gelek netewên kêmjimar usa jî ji bo pareke gelê kurd mecalên pêşdaçûyîna perwerde, çand û kûltûra netewî vebûn. Ev, ew para kurda bûn, ku ji zulm û zora împratorîya Osmanîyê, qir-bira komkujiyên salên 1915-1920 î, ji cî û ware kal-bavên xwe şihitî bûn,  revyabûn xerîbîyê û bi çûrekî xilas bûbûn.

Civak  hale eşîretîyê, koçerîyê û nîvkoçerîyê de bû. Derheqa xwendin-nivîsarê de gilî nikaribû hebûya. Şêr, rev-bezê, xelayî û nexweşîyan qira xelkê anîbûn. Sêwîxane tije zarokê kurda bûn. Civak li nav pirsgirêkên jîyanêye dijwer de bû.  

Di vî hale civakî û aborîyî giran de dewleta nû avabûyî (rewşa wê jî pir dijwar bû) qerar û qanûnine nû qebûl kirin. Nava demeke kin de dest bi  kampanîya dijî nexwendîtîyê bû, elfebên netewî  hatin demezirandin, gundên kurda de dibistan bi zimanê dê hatin vekirin, xwendexanê  hazirkirina kadirên xwexatîyê vebûn, weşena pirtûkan bi zimanê dê dest pê kir, şaxê koma nivîskarên Kurd li rex yekîtîya nivîskarên Ermenîstanê vebû.

Weşena rojnema RÎYA TEZE û ocaxên perwerde û çandêye netewîye din bûn bingeh ji bo pêşdahatina edebyeta netewîyê navêda usa jî helbestvanîyê.
Wê demê kadirên kurdan pir kêm bûn, despêkê de bawarkî tune bûn.

Di vî hale dijwer de rewşenbîrên ermenî bi xêrxwezî berbirî wî karî bûn û alîkarîya mezin dan ku bingeha edebyeta kurdî di wî welatî de bê danîn. Payê wan rewşenbîran tevî civakên kurdan jîya bûn, ziman, xeyset, erf û edetên kurdan zanibûn.  

Efrandarên kurd e ewlin hîmlî gênc bûn, pareke wan yên sêwîxana de mezin bûbûn, dibistananên sêwîxana de perwarde bûbûn. 
 
Ji nivîskarên kurdên sovêtêye  ewlinin Ereb Şamîlov, Emînê Evdal, Hecîyê Cindî, Wezîrê Nadirî, Casimê Celîl, Etarê Şero, Ahmedê Mîrazî, Cerdoyê Genco û yed din helbest û pêşxan nivîsîne û weşandine, ji pey wan re Nado Maxmûdov, Elîyê Evdilrehman, Qaçaxê Mirad, Mikayîlê Reşîd, Usivê Beko, Xelîl Mûradov, Sehîdê Îbo, Fêrîkê Usiv, Eskerê Boyîk, Şikoyê Hesen, Simoyê Şemo, Ehmedê Hepo, Tosinê Reşid,  Çerkezê Reş, Barîyê Bala, Hesenê Hecîsilêyman û hineke din tên. 

Lê ez dixwazim çend giliya derheqa rewşenbirekî Kurdayî hêja, pêşewîtiyê çand û hunera me, heftê saliya kîjanî van rojêd dawî da hate pîrozkirinê binivîsim. Navê kîjanî xwendewanên me da ne navekî nûye. 

Eskerê Boyîk di nava dîroka wêjeya Kurdaye dawîya sedsala bîsta û destpêka qurna bîst yekê da her çar parçê Kurdistanê bela bûye, wek helbestvan, nivîskar, şanonivîsar, zanyar, dîrokzan, rojnemavan, wergêr, karirê civakêyî naskirî, welatparêz û niştîmanperwerekî amin hat naskirinê. 

Eskerê BOYÎK  31 ê meha tebaxê,  sala 1941-ê li gundê Qundexsazê  (niha Rîya Teze),nehya Aparanê,komara Ermenistanê ji dîya xwe bûye.

 Berê li gundê xwe, paşê li gundê cînar: Elegezê xwendina navîn standîye. Xwendina bilind li bajarê Yêrêvanê stendye. Têza doktorî li ser ulmê aboryê sala 1974 xweyî kirye. Wê salê da zanîngeha zanyaryê ya Êkononîka (aborya) Malhebûna Gundîryê da hrta sala 1993 wek serokê parê xebitye..

Gelek behemê wî yên zaniyarî   (pirtûk, biroşyûr, miqale) derheqa pirsgirêkên aborya malhebûna gundîtyê da bi zimanê ermenî, kurdî, rûsî çap bûne. Sala 1976 heta dewya salê 1986 zanîngeha bajarê Yêrêvanê ya Malhebûna gundîtîyê da ders daye.

Hê  dibistana navîn da dest bi karê efrandariyê kiriye. 
Eskerê Boyîk salê 60-î da helbest, kurteçîrok û gotarê wî rojname û kovara da hatine weşandin. Bi radiyo Êrêvanê da hatine dayîn. Ew xwedanê bi deha pirtûk û berhemêd bi qîmete. 

Goveka efrandariyê wî berfirehe, rastî bêjim ew hostê xebera bedwetiyêye. Eskerê Boyîk bi helbest û nivîsên xweye cewahir reng û rewşeke nû dide wêjeya Kurda kevnar û bi fikrên xweya nûjen va wê hê dewlemend dike.
  
Salê 60-î sedsala bihûrî, heyamê ciwaniyê xwe  bi helbest û nivîsên xwe va dengekî baş derxist. Pirtûka wîye ewlin “Şiverê” sala 1966-a li bajarê Êrêvanê hate çapkirinê. Wê hinge em xwendakarê zankoyê bûn.

Min cara yekem nasîya xwe da efrandinê helbestvanekî ciwan, fikrêd wîye felsefîye-lîrîkîyê serecem û qînyata kîjana ji kuraya dîroka gelê me dihat, ziman, dîrok, erf-edet, zargotina Kurdaye dewlemend nava wan da dibiriqî. 

Ciyê bê gotinê ku, Esker bi xwe Kurdî  baş dizane, bi Kurmancî  delal diaxife û diefrîne. Ew bi ruh û kemala xweye dewlemendva kaniyên nirxên gel ra girêdayîye. Ew ava sar û zelal jî xût ji wan kaniya dikişe.

Zanebûna wîye kûr mecal daye ku ew efrandinêd xweye bedewetiyê him bi cure poetik, him jî pexşan (nivîsara vekirî, proza) dewlemendiya ruhê gelî pir gurneyî bi serecema xwe va pir cure va nexş-nîgarê Kurdî hûnaye. 

Serhatîyê wîye pir qîmet “Têlî Hemzê”, Seyrana Melle”, Cîhêzê Eyşanê”, Moz, hirç û mer” û yêd  din da em bi ruhê nivîskarî mezîn va nivîskarî  bedewetî û fikrêd wîye gelîrî va dîrok, rabûn û rûniştina gel va dibin nas.

Esker tu cara kubarîyê hez nake, nivîsê xwe va razî nabe, her qusurîyê di nava efrandinêd xwe da digere. Loma jî bûye hezkiriyê xwendewanên xwe. Pirtûkên wî bûne mêvanê xwendewanaye hiz kirî. Ew di nava gelê xwe da wek helbestvan, nivîskar, zanyar û hevwelatîyekî (bajarvan) welatparêz tê naskirinê.

Dilê şayîrî nazik li ser her pirsgirêkê dikewgire, wan li nav kûrma agirê dilê xwe re, li nav hizkirin û sura afrandarîyêye esil re derbaz dike, xwendevana re dikeve şêwrê, bersîva pirsgirêkan dide, wan dike efrandinên bedewetîyêye nemir û dide xwendevanê xwe.

Çend şanoyê wî li ser dikê tîyatroyên Kurda yên Elegezê, Tilbîsê, û li Almanyayê  hatine lîstin. 
Pey hilweşandina komara Sovêtê ew jî tevî parek rewşengirê Kurd hate Qazaxistanê, bajarê Almaatê. Li vira jî karê xweyî rewşenbîrîyê berdewam kir.

Me tevayî bi alîkariya çend hevala kovara “Kurd” /  “Nûbar” bi zimanê kurdî, ûrisî weşand, ew îro jî wek endamê rêdaksîyona  kovarê alîkarîke mezin dide amedekirin û weşandina wê. Bi miqale, helbes û fikrên xweye bedewetiyêye pir qîmet rûpelên wê dewlemend dike. 

Destpêka salên 90-î komara Qazaxistanê da, nava gel da me karê hînbûn, ziman û dîroka Kurda, perwerdeya bi zimanê dê da karekî nû dimeşand. Tiştekî eşkera bû ku di qewlê Sovêta berê da komarêd Qazasistan û Asya Navîn da bona perwerdeya zimanê Kurdî tu gav nedihatinê avêtinê. Kurdê Qazaxistanê bi hîmlî ji Kafkasyayê salêd 1937-a, 1944-a hatibûn nefîkirinê (sigunkirin).

Ev tamam di kîtêbêd akadêmîk Nadîr Nadîrov û profêssor Ezîzê Zîyo Bedîrxan da bi hûr gilî hatine nivîsarê. Ciye bê gotinê wekî kîtêba Ezîzê Zîyoye “Kurdê Qazaxistanê” bi alîkarî û rêdaktorîya Eskerê Boyîk ronahî dîtîye. 

Endemê Yekîtîya Nivîskarên Welatê Sovyêtê, paşê endamê YN Ermenistanê û YN Qazaxstanê bûye. Salê dirêj katibê sêksîya nîvîskarên kurd yên rex YN Ermenistanê bûye.

Gelek sala  tev nivîskar Karlênê ÇAÇANÎ, berpirsyariya almanaxa efrandinên nivîskarên  kurd yê Ermenistanê: BAHAR  kirye.

Li nava kurtenivîseke wa da mecal nîne wan hemû kar-barên Eskerê Boyîke di nava 50 salî da kirî bên gotin, qîmetkirin û analîzkirin. Ew mijara ne ku gotarekêye, lê bi deha xebatên edebiyatzaniye mezine.

Em helbestvan û birayê xweyî ezîz ra sehet û qewetê nava karê wî efrandindarîyê da serkeftinê dixwazin.