XELATA WÊJEYÎ YA EHMEDÊ XANÎ

Civaka Kurd li Almanyayê (KGD – Kurdische Gemeinde Deutschland)

6-ê gulanê Xelata wêjeyî ya Ahmedê Xanî ya sala 2023-a da profêsor Celîlê Celîl û doctor Eskerê Boyîk. Herdu xizmetkarên çanda kurdî li Salona Hermann Levi ya Şaredarîya bajarê Giessenê bi mêrasîmeke mezin Şadetname (her yek 2500 euro) wergirtin.

Di mêrasîmê da gelek şexsên navdar beşdar bûn. Cîgirê serokê Civaka Kurd li Almanyayê Mehmet Tanriverdî mêrasîm vekir û mêvan silav kir. Dû ra Şaredarê bajarê Giessenê Frank-Tilo Becher axivî û got: «Ez gelekî kêfxweşim, ku ev mêrasîm li salona şaredarîya Gîessenê pêk tê û ev yek rûmeteke mezine ji bo bajarê me».

Wê şûnda Mehmet Gultekîn li ser jîyan û karê Celîlê Celîl axifî. Dû ra Mehmet Tanriverdî xelat da Celîlê Celîl.

Karîna Wezîrê Eşo jî li ser kar û efrandarîya Eskerê Boyîk deng kir. Doktor Eskerê Boyîk xelata xwe ji destê Serokê Civaka Kurd li Almanyayê Alî Ertan Toprak girt û awa got: «Ez tu caran ji bo xelatan nefikirîme. Herdem ez xebitîme, ku kêrî miletê xwe bêm. Ji bo min xelata here mezin azadîya welatê bav û kalên mine».

Di şevê da hunermend Nîzamettîn Arîç û Nûra Dilovan bi stranên xwe hemû mêvan kêfxweş û dilbaristan kirin.

Em bi dil û can birêz Celîlê Celîl û Eskerê Boyîk ji bo vê xelata giranbaha pîroz û bimbarek dikin, wana ra kela efrandarîyêye mezin, cansaxîyê û serkeftinên nû dixwezin!

XELATA WÊJEYÎ YA EHMEDÊ XANÎ
XELATA WÊJEYÎ YA EHMEDÊ XANÎ
XELATA WÊJEYÎ YA EHMEDÊ XANÎ