Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya akademîsyenê Kurd û Serokê Federasyona Navneteweyiya Kurdên welatên Sovyeta berê Profesor Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev gihîşt me.

Profesor Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev kesayetiyeke niştimanperewerê Kurdê Kazakistanê bû ku roleke ber bi çav li bihêzkirin û yekxistina diyasporaya Kurd ya li welatên Yekîtiya Sovyeta berê de hebû û her wiha li warê zanistî û edebî jî xizmeteke zêde li Kurdên wî welatî da kiriye.

Sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukarên Profesor Kinyazö Îbrahîm Mîrzoyev û Endamên Federasyona Navneteweyiya Kurdên Sovyetê û Kurdên nîştecihê welatê Kazakistanê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.

Ji Xwedayê mezin hêvîdarim ruhê Xwedê jêrazî bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî