Eva serê mehekê bû, ku ez ne li malê bûm, çûbûme bajarê Vladîmîrê mala qîza xwe. Bona hinekî serhêsa bim, min Întêrnêt, malper û torên civakî kêm mêze dikir. Gava ez vegeryame bajarê xwe Saratovê, nû pê hesyam, ku doktorê fîlolojîzanîyê, profêsor, akadêmîkê Akadêmîya Komara Qazaxistanêye civakîye zanîstîyê, serokê olka kurdên Qazaxistanê Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv koça xwe ji nava koça bar kirye û çûye ber dilovanya Xwedê!

Bi xemgînîya kûr, bi dilkovanîya mezin min eva behsa bihîst… Gelekî ber xwe dikevim, ku hevalê minî salên xwendkarîyê, dost û xêrxwezê minî hizkirî ji demê zûtir xwetirê xwe ji me xwest û heta-hetayê ji me dûr ket.

Sed korayî! Sed heyf!

Kinyazê Îbrahîm zanyarekî navdar û naskirî bû. Ewî emekê mezin rêt ji bo pêşvebirina filolojîzanîyê, xazma fîlolojî û wergêra Rojhilata Navîn. Du têzên wîye zanîstîyê, bi dehan berhemên wîye fûndamêntal, bi seda gotar û xebatên wîye zanîstîyê di nava rojhiltzanan da bilind hatine qîmetkirinê, hela hê jî wê bêne nirxandinê. Her xebateke wî rûpêlekî nû, xebereke teze bû. Mijara wî pirsên dîrok, çand û zimanê kurdî ra tevayî, usa jî pirsên pevgirêdanên wêjeya netewên Rojhilatê bû. Hetanî dawaîya emrê xwe ew wê mijarê ra amin ma. Lê gelek xem û xîyalên wî nîvcî man. Felaka xayîn nehîşt, ku ew wan nêt û meremên xwe bîne sêrî…

Kinyazê Îbrahîm dersbêjekî xudanşuret bû. Li ber destên wî bi sedan xwendkaran dersên xwe hildane, di wê jimarê da usa jî gelek û gelek kurdên me. Ji wana hinek îro zanyar û dersdarên naskirine. Eva tiştekî îzbatîye..

Kinyazê Îbrahîm di nava civaka meye Sovîyêta berê û dema nû da dêmekî geş bû. Ew li kubûya, li wira yektî û hevfemkirin, aramî û aşîtî hebû. Ewî bona yekîtî û tifaqa miletê me tu tişt nedihêvşand, herdem di nava kûraya tevgerê da bû.

Kinyazê Îbrahîm wek dibêjin, hevalekî bêpar bû, xêrxwez û şîrhelal bû, rastgo û berbihêr bû, xîret û namûs bû, nandar û comerd bû. Ez dikarim bi merd-merdane bêjim, ku Kinyaz rewşenbîrekî meyî herî hizkirî bû. Hemû rewşenbîrên me (çi êzîdî, çi musulman) qedrê wî digirtin û ew hiz dikirin.

Sed mixabin, ku ew îro di nava koma bira û pismaman, heval û hogiran, rewşembîr û zanyaran da nîne, lê bîranîna wî dilê meda wê herdem geş bimine.Bila ser minemala apê Îbrahîmê Mîrzo sax be!Bila serê seranser gelê me sax be!

Feyzoyê Egît,

doktor-profêsor, bajarê Saratovê (Rûsya).