Li Ofîsa Moskvayê ya Nûnertîya Herêma Kurdistanê li Rûsîya Federal Maseya gilover hate derbazkirinê bo 75 salîya bingehdanîna Partîya Demokratîyê ya Kurdistanê (PDK) û Rojbûna Rêberê kurdan yê millî Mesud Barzanî.

Partîya PDK, ku ji alîyê Rêberê efsaneyî yê gelê kurd Mustefa Barzanî da hatîye damezirandin, xwedî dîroka dewlemend û dagirtî ye, li herêmê roleke giring dilîze di karê çareserkirina pirsgirêkên kurdan û bi awayekî aktîv bi diyasporayên kurdan yên li ser axa Yekîtîya Sovyeta berê di nava pêwendîyên qenc û berhemdar da ne.

Haya me rind ji wan şehîdan heye, ku partîyê di nava wî wextî da di şerê bo mafên gelê kurd dane û em bo bîranîna şehîdan serê xwe dadihêlin.

Di wêne da: Ronakbîrên kurd yên bajarê Moskvayê bi kurdên Kurdistanê ra tevayî wê roja bi nav û nîşan pîroz dikin.