Hewlêr (Rûdaw) — Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya koça dawî Rewşenbîr û akademîsyenê Kurd Nadir Nadirov koça sersaxî ji malbat, kesûkar û hemû Kurdên li Kazaxistanê xwest. Barzanî herwiha dibêje: “Bîranîna mamoste Nadirov bi xizmet û keda ku daye, hertim zindî dimîne.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê twitterê ji ber koça dawî ya rewşenbîr, akademîsyen, zana û kesayetê netewî yê Kurd ê ji Kazaxistanê, Prof Nadir Nadirov peyameke sersaxiyê belav kir.

Di peyama xwe de Nêçîrvan Barzanî xemgîniya xwe bi bihîstina nûçeya wefata Nadir Nadirov nîşan dide û dibêje ew hevparê xema malbat, kesûkar û hevalên wî me.

Barzanî di peyama xwe wiha dibêje: “Ji bo koça dawiyê ya zanayê Kurd Xwedê jê razî Prof. Dr. Nadir Nadirov, behîdarî û sersaxiyê pêşkêşî malbat, kesûkar û hevalên wî û hemû Kurdên li Kazaxistanê dikim. Hevparên xema wan im, bila serê wan sax be. Bîranîna mamoste Nadirov bi xizmet û keda ku daye, hertim zindî dimîne.”

Rewşenbîr, akademîsyen, profesor û pisporê navdarê Kurd ê Soviyeta berê û Kazaxistanê, Nadir Nadirov ku wek “Marşalê Petrol û Gazê” dihat naskirin, îro di 89 saliya xwe de li nexweşxaneyeke Almatayê koça dawî kir.

Ew demek bû ku Nadir Nadirov gelek nexweşî pê re hebûn û beriya çend rojan ew rakiribûn nexweşxaneyeke li bajarê Almatayê.

Nadirov Serokê Rûmetê yê Yekîtiya Kurdên Sovyetê û Endamê Asambleya Gelên Kazaxistanê bû, ji sala 1993’an ve Endamê Herdemî yê Akademiya Zanyariyê ya Neteweyî ya Kazaxistanê bû.

Nadir Nadirov bavê sê zarokên bi navê Arif, Barî û Dîmîtrî ye, herwiha xezûrê Narîn Nadirova, bankera navdara Kurd li Kazaxistanê ye.

Dema ku Mele Mistefa Barzanî li Yekîtiya Sovyetê bûye, Nadir Nadirov li Moskowê bi Barzanî re hevdîtin pê kiribû û gelek caran behsa wê hevdîtina xwe ya bi Barzanî re dikir.

Nadir Nadirov heta niha bêhtirî 950 gotarên zanistî nivîsandine.  Xwediyê 250 patentên zanyarî ye û herwiha 35 kitêbên wî hatine weşandin.

Du kitêbên wî li ser jiyana wî û jiyana kurdên Kazaxistanê ne. Nadirov, ji sala 1996’an ve ser-redaktoriya kovara ‘Petrol û Gazê’ li Kazaxistanê dikir ku bi serpereştiya wî dest bi weşanê kiriye.

Nadirov herwiha gelek xelat hem ji Yekîtiya Sovyet û hem jî li Kazaxistanê wergirtine.