Çerkezê Reş (1955- 2008)

Wezîrê Eşo

Edebîyatzan, şayr, pûblîsîst- rojnamevan û pêdagogê Kurd yê bi nav û deng Çerkezê Reş di nava ronakbîrên Kurd da li Ermenîstanê û dervay wê jî ronakbîrekî îstîsna, degme û bi taybete. Eva yeka berî hemûşkî xwe di nava kemal, talanta wî ya xwezay (zikmakî) da kifş dike û bi vê ra girêday di nava wê yekê da, ku ew ji pir ronakbîrên Kurd yên dinê zûtir gihîşt, kamil bû, deng da; weke şayr û zanîyar. Ew hê şagirtê dibistanê bû, gava li nawça xwe deng da, lê gava bû xwendkarê înstîtûta perwerdê- di temamîya komara Ermenîstanê da, bilî Kurdan di nava ermenîyan da jî. Hê, weke dibêjin, berê simêlan lê xwî nedabûn – helbestên wî di rojnama nawça wî û pişt ra di rojnama Kurdî ya Rîya Teze da hatin weşandinê. Hê sî salên wî jî temam nebibûn, gava wî xwe wek eynî zanîyar îzbat kir û navê berandamê (kandîdatê) zanînên fîlolojî (bi pîvanê rojavayê- doktorîyê) da ser xwe.

Çerkezê Reş Kî Ye

Çerkezê Reş di warekî din da jî îstîsna û bi taybete; di warê bi cîanîna berhemên xwe yên edebyeta bedew û nemaze yên zanîyarîyê da, rasttir, di warê weşandina wan da. Yên ku haya wan baş ji jîyana wî ya efirandinê nîne – dikarin ser wê helwestê bin, ku Çerkezê weke şayr û nemaze zanîyar pir kêm berhem, lêkolîn bi cî anîne, ber ku bi şiklê kitêbên cuda ew kêm hatine weşandinê. Lê ev helwest, ev nêrîn ne raste. Çerkez ne ji wan şayr û zanîyarane, ku bê xem kişandin, bi dilekî rehet, bi wijdanekî rehet ji dûr va bala xwe bide wê yekê, ku bi çi away dijmin û xêrnexwazên gelê me û nemaze doza wî, weke dibêjin, bi lepa ketine nava beşên Kurdzanîyê yên cihê-cihê û gorî menfeeta xwe ziman, çand û tarîxa wî serobinî hev, kajovajî dikin, rasttir, falsîfîkasîya, şaş û feş dikin. Ew nikare xemgîn nebe ji bona wan şaşîtî û kêmasîyan yên ku bi destî me Kurdan bi xwe çê bûne di warê edebyeta Kurdî da. Bilî vana, ew nikare bersiva wan pirs û pirsîyaran nede yên ku ji ber bûyerên tevlîhev û ne zelal bal gelê me çê dibin; bersiva pirsên aktûêl. Ber vê yekê jî Çerkezê welatparêz, bi xîret û xemkêşê milet weke zanîyar, eger em dikarin wa bêjin, xwe hûrhûrî, belabelay dike û xwe weke toximekî cê yanê jî gênim ser goveka erdekî ya berfireh direşîne. Ber vê yekê jî ewî tenişta zanîyarîyê da xwe li pêşe, sinetekî dinê jî girtîye yê pûblîsîstîyê- rojnamevantîyê, ku bikaribe bersiva pirsên aktûêl, rojane bi awakî opêratîr û acil bide. Disa sebeb eynîye, gava ew carna gotarên bi kurtebirî, ji du- sê rûpelan dinivîse û ser rûpelên rojnama û kovaran dide weşandinê û bi giranî di rupelên wan da yên ku ewî xwexwa seroketî, berpirsîyarîya weşandina wan kirîye û dike. Lê gava em nasîya xwe didin naveroka wan gotaran- zelal dibînin, ku ew qet jî xwerû yên pûblîsîstîyê- rojnamevantîyê nînin.

Em dikarin bê şubhê bêjin, ku çi nivîsê jî Çerkez bi cî bîne, hetanî ya pûblîsîstîyê- rojnamevantîyê jî di wê da Çerkezê  zanyar û zanîyarî amadeye. Ber vê yekê jî em her gotareke wî, hetanî ya rojnamê jî dikarin bihesibînin wek xebateke zanîyarîyê ya tam û temam. Hemîn gotarên wî yên, wa gotî, xwerû zanîyarîyê jî şûna xwe da. Lê ewana jî bi piranîya xwe va bersiva pirsên aktûêl didin. A bi vî away, eger em gotarên Çerkezê Reş bicivînin ser hev û bin sernavekî da bi awayê kitêb, berevokan biweşînin ewê çend kitêbên stûr dagrin, çê bikin.

Tiştekî dinê jî. Çerkezê Reş di nava gotarên xwe da pir warên Kurdzanîyê hildigire, bersiva pir pirsîyarên derheqa ziman, çand û tarîxa gelê Kurd dide. Eva bilî kemal, talanta wî şedetîya zanînên wî yên ênsîklopêdîk dide.

Çerkezê Reş (bi awayê fermî, gorî dokûmanên şexsî: Çarkaz Tadaşî Mistoyan) 25ê tebaxê sala 1955a li bajarê Ermenîstanê yê nêzîkî Yêrêvanê ye Ecmîyazînê, ku Kurdan weke Dêr jî bi nav dikirin, di malbateke Kurdên êzdî da ji dayka xwe bûye.

Sala 1973a Çerkezê Reş dibistaneke bajarê Êcmîyazînê ya navîn û yeke here bi nav û bi pirêstîj ya bi navê Çêmaran, ku xwerû ya ermenî bû, temam dike. Eynî salê da ew fakûltêta fîlolojîyê da ya înstîtûta Yêrêvanê ya pêdagojîyê ya ser navê X.Abovîyan da tê qebûlkirinê û bi dîploma  bi sewîya here bilind ya sor ewê sala 1978a temam dike. Û ji ber zanîn û zîrektîya wî seroketîya înstîtûtê ewî ji bona bi cîanîna lêkolînên zanîyarîyê li wir dihêle û weke mamostê beş, fîlîala wê înstîtûtê li bajarê Gorîsê ewî bi rê dike wira.

Bi karê mamostatîyê re Çerkez bi seroketîya Hecîyê Cindî lêkolînên zanîyarîyê jî bi cî tîne. Sala 1984a ew teza xwe ya berandamê zanînên fîlolojî bi sernavê “Dîharbûna jîyana gelê Kurd nava edebyeta ermenîya da” diparêze û navê berendamê zanînên fîlolojîyê distîne. Vê carê Çerkez karê mamostatîyê di Înstîtûta xwe ya Yêrêvanê da berdewam dike. Balkêşe, ku zanîyarê eslê xwe da Kurd fêrên dîroka edebyeta ermenîya, zimanê ermenî, dîroka pêdagojîyê, perwerda êstêtîkayê, edebyeta gelên Sovyêta Berê ji bona xwendkarên xwe bi cî tîne, gava kemasîya zanîyarên ermenî yên pisporên van şaxên zanîna tune bû. Ji bona bi cîanîna van fêran (dersan) zanînên kûr û piralî pêwîst bûn.

Sala 1990î ew bi çend hevalên xwe yên ermenî ra zanîngeha ser navê Davîd Anhaxt vedike û di wê da beşa Kurdzanîyê jî organîze dike. Lê gava bi sebebên cihê- cihê ev zanîngeh tê girtinê Çerkezê Reş 25 xwendkarên xwe yên Kurd dibe paytextê Rûsîyayê- Moskovayê û wana înstîtûta dostanîya gelan da dide qebûlkirine. Ew bi xwe jî li Moskovayê bi cî dibe û zemanekî kifş karê rojnamevantîyê bi cî tîne.

Sala 1996a Çerkez vedigere Yêrêvanê û dibe berpirsîyarê rojnama sêksîyona nivîskarên Kurd ya bi navê Botan. Pişt ra ew dibe serok-berpirsîyarê rojnama Mêzopotamîya, ku bi du zimanan: ermenî û Kurdî tê weşandinê.

Helbestên Çerkezê Reş yên yekemîn di rojnama nawça Ecmîyazînê ya “Komûnîzmî ûxîyov” da (Rîya komûnîzmê da) sala 1968 a bi zimanê ermenî hatin weşandinê, gava ew zilamê 13 salî bû. Lê sala 1969a du helbestên Çerkez rojnameke komarî da ya ji bona zarokan ya “Pîyonêr Kanç” da (Gazîya Pîyonêran) hatin çapkirinê. Helbesta wî ya yekemîn, ku di rojnama Kurdî ya Rîya Teze da sala 1970î hate weşandinê ya bi sernavê “Zivistan” bû. Pişt ra pir helbestên wî ser rûpelên rojname û kovarên komara Ermenîstanê yên navendî yên bi zimanê ermenî û rûsî hatin çapkirinê.

Gava li Yêrêvanê sala 1982a dest bi weşandina berevoka Kurdî ya edebî ya hersale ya bi sernavê “Bahara Teze” (pişt ra sernav kirin “Bahar”) bû helbestên Çerkezê Reş jî di rûpelên wê da hatin bi cîkirinê. Pişt ra bawer bikî hemû hejmarên vê berevokê da helbestên wî hatin weşandine: hetanî dawîya salên 80î.

Sala 1986a kitêba Çerkezê Reş ya helbestan bi sernavê “Şorişa xeberan” li Yêrêvanê hate çapkirinê. Evê berevokê, weke rojnama Rîya Teze kifş dike, him di warê naverokê da, him jî yê sazmanîyê da (konstrûksîya) rêke nû çê kir nava edebyeta Kurdên Ermenîstanê da.

Çerkezê Reş çend helbestên şayrên ermenîyan wergerandine ser Kurdî û dane weşandinê. Lê ez dixwazim bi sivikay ser wergera çarînên X.Abovîyan rawestim, ku wî bi sewîya hunermendîyê ya bilind bi cî anîye. Ewî ne ku weke hinekan ewana vajî kirine, lê ew xistine kirasê Kurdî û ber vê yekê jî gava wana dixûnî hew zanî orîjînala wan bi Kurdîyê.

Sala 1980î kitêba wî bi sernavê “Veçêkirina zargotina Kurda di nava edebyeta ermenîya ya sovyêtîyê da” li Yêrêvanê hate weşandinê. Lekolîneke Çerkez jî bi sernavê “Dîharbûna jîyana gelê Kurd di nava edebyeta ermenîya ya sovyêtîyê da” sala 1984a dîsa li Yêrêvanê hate çapkirinê.

Çerkezê Reş pêşgotinên çend kitêbên nivîskar û zanîyarên Kurd bi van sernavan bi cî anîne û dane weşandinê; “Maşoqê lêgênda (efsena) Pamp-Sîpanê” (Wezîrê Eşo, Pamp- Sîpan, Yêrêvan, 1986), “Bavê Zargotina cimeta Kurd” (Hecîyê Cindî, Bahar, Yêrêvan, 1988), “Derheqa romana Kurdîya Sovyêtîyê da” (Elîyê Evdilrehman, Şer çîya da, Yêrêvan, 1989), “Fêrîkê Ûsiv” (Fêrîkê Ûsiv, Ber cewika çîya, Yêrêvan, 2004). Her pêşgotineke ji van pêşgotinan, em dikarin bêjin, lêkolîneke zanîyarîyê ya tam û temame.

Bi tenê bi navkirina sernavên gotarên Çerkezê Reş yên zanîyarîyê jî di vê gotara min ya sînorkirî da ne mûmkûne. Lê dîsa jî emê sernavên çend heba li vir bîr bînin; gorî mûhîmbûna wan; “X.Abovîyan û jîyana Kurdî”, “Av. Îsahakîyan û edebyeta Kurdî”, “Ji tarîxa Kurdên Yekîtîya Sovyêtîyê ya Berê”, “Nivîsar li Kurdistanê ” û yên dinê.

Çerkezê Reş cara yekemîn jî orîjînalê du kitêbên dinê Êzdîya yên Pîroz wergerandin ser rûsî û bi pêşgotineke zanîyarîyê ya hêja da weşandinê.

Vê gavê ji bona çapkirinê ev lêkolînên Çerkezê Reş amadene; “Poêtîka û êstêtîka Kurdaye Sedsalên navîn”, “Çavkanîyên ermenîyaye kevnar derheqa Kurda û Kurdistanê da”, “Janra çarînê di edebyeta ermenîya da”. (Eva têza doktorayêye; binhêr Zagros)

Hêvîdarim, ku emê li weşandina berhemên zanyar û şayrê xwe yê hêja Çerkezê Reş xwedî derkevin ya bi tîpên latinî dervay Ermenîstanê ji bona xwendevanên Kurdistanê û dîyaspora Kurdî.