Steyreke dewra zanîstîyê ya Sovîyêta berê û dema nû, şemdaneke kurdperwarîyê ya sernaser kurd û Kurdistanê xwetir ji me xwest… 

Xwetir ji me xwest zanyarê bi nav û deng, welatparêzê gewre, mirovekî bi Herfa Mezin Nadirê Kerem Nadîrov.

Piştî mirina wî hêja em texmîn dikin, ku çîyayê bilind hate xarê, hêja em tê dighînin, ku qalimaya dara çamê piştî birînê çawa mezine û çawa tê ber çavan û tê xanê, hêja em dikewgirin, ku welatparêzê mezin bi gilî-gotinên xwe, bi temî û şêwrên xwe wê heta hetayê di bîra me da bimîne!..

Sed heyf, sed korayî bona te zanyar û merdemêrî!

Doktorê zanîstîya kîmyayê, profêsor, akadêmîkê Akadêmîya Komara Qazaxstanêneye netewîye zanîstîyê, xudanê bi bêhesab pirtûk, lêgerîn, îcatên kar û barên înjênêrîyê, xudanê rewa, rutib, ordên û nîşanan Nadîr Nadîrov temamîya jîyana xwe dîyarî pêşvebirina ulmê kîmyayê yê fûndamêntal kir. 

Ew gihşte asta here bilind û qedir û sîyaneta civaka zanîstîyê şêkirdar. 

Ew hostayê her dereca yê bê hempa bû: rêvebirê warê zanîstîyê – li ber destên wî bi sedan pêşekzan, zanyar û karmendên praktîk û profêsîyonal û dersdarên pispor hatine perwerdekirinê. 

Ew nîşana hurmet û sîyanetê bû di nava goveka zanyaran, heval û hogiran û civaka meye perçe-perçebûyî da!

Ew rêber û rûspîkî civaka meye netewî yê aqilbend, berbihêr, qedirgiran û serfiraz bû. Gilîyê wî li her deran derbas dibû – çi bal dewletê, çi bal zanyaran, çi bal rewşenbîran, çi li bal şareza û karsazan, çi li bal mirovên sade û kedhelal!..

Nadîr Nadîrov sîmbola yektî û tifaqa gelê me bû. Bi navê wî sond dixwin û hê jî wê sond bixwin!.. Zanyar û neteperwarê mîna wî sed salî carekê têne dinê! Eva tiştekî îsbatî ye û şadetîya mezinyaya û fênomêna wî zanyar û mirovê mezin destnîşam dike. Û ew mezinayî ne tenê ji bo me, lê ji bo nifşên nû wê herdem bibe rênîş, rênîşa her roje, rênîşa vir hada!..

Nadîr Nadîrov serokê bi sîyanet yê Yekîtîya kurdên Qazaxstanê bû. Sed mixabin, çendekî berê me dîsa zanyarekî meyî herî berbiçav, doktorê wêjezanîyê, profêsor û akadêmîk Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv unda kir. 

Ev zanyar û xweşmêr stûnên konê çanda meye netewî bûm. Dibê em bi navê wan ra bircifin, bîr nekin, hiz bikin û bîranînan wan di dilê xwe da geş xweykin!

Di nava gelê me da yên mînanî Nadîr Nadîrov wê dîsa radibin. Dibê em teyaxbûnê, bîr û bawerîyê û sêkinbûnê me hemyan ra bikxwezin!..

Bila serê malbeta Nadîr Nadirov, law û nebîyên wî, koma bira-pismaman, gelê meyî derdgiran, lê gernas û serbilind sax be!

FEYZOYÊ EGÎT – doktorê matêmatîkzanîyê, profêsor, akadêmîkê Akadêmîya Rûsyayê ya teybetzanîyê,

PRÎSKÊ MIHOYÎ – nivîskar, rojnamevanê ekmekdar yê Komara Ûdmûrtyayê (Rûsya).

STEYRA DEWRA ZANÎSTÎYÊ Û ŞEMDANA KURDPERWARÎYÊ