Van rojan nûçeyên reş û xemgînîyê yek li dû yek digihên me. Niha jî me bihîst ku Prof Dr Nadir Nadirov ji nav me bar kiriye, çûye ber dilovanîya Xwedê. Xwedê wî bi dilovanîya xwe şad bike, sebir û metanetê bide mal û malbata wî û behiştê bike para wî.

Kek Nadirov berî her tiştî kurdekî kurdperwer û welatparêz bû, zanyar û kesekî ne bi tenê li Sovyeta berê, lê li hemû cîhanê naskirî bû. Mirovekî zilmdîtîyê dewra Sovyetê bû. Di heyama şoreşa Şêx Seîd de, malbata kek Nadirov ji Wanê ji ber Roma reş revîyane û çûne Sovyetê û ew di sala 1932yan de li gundê Qîqaçê yê Naxçivanê hatiye dinyayê. Di 5 salîya xwe de hikumetê malbata wî ji Naxçivanê ber bi Kazaxistanê sirgûn kiriye û di zivistana 1937an de li bajarê Canbûlê bi cih kiriye.

Wî xwendina xwe ya destpêkî, navîn û lîseyê bi zehmetîyên nedîtî bi dawî anîye. Ji ber ku hingê rê nedanê ku ew bikaribe li bajaran bixwîne. Piştî mirina Stalîn jê re keys peyda bûye ku li Moskvayê dest bi xwendina bilind bike. Bi dû xwendina bilind re di kîmyayê de dest bi doktora û lêkolînerîyê kiriye û di sala 1970yî de, dereceya profesorîyê bi dest xistîye.

Kek Nadirov bi dirêjahîya jîyana xwe ya akademîk de gelek xebatên zanistî bi ser xistîye, di pêşeya xwe de gelek bend û pirtûk nivîsandine, bûye xwedîyê gelek xelatên neteweyî û navneteweyî. Herweha bûye endamê Akademîya Zanistî ye Navneteweyî, serekê Akademîya Kîmyayê ya Kazaxistanê û bûye endamê Akademîya Zanistan ya Neteweyî ya Kazaxistanê.

Prof Nadirov ne tenê di warê zanistê de, lê belê di warê civakî û sîyasî de jî mirovekî xuya û navdar bû. Ew endamê Meclîsa Gelê Kazaxistanê û serekê fexrî yê Yekîtîya Kurdên Sovyetê jî bû.

Prof Nadirov dostekî nêzîk yê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê bû. Wî bi axaftina xwe ya di Konferansa Navneteweyî ya Parîsê ya 1989an de dilê beşdaran bi serborîya xwe û ya kurdên Sovyetê dilzîz kiribû.

Em bi dilekî pir bi xemgînî ji bo koça wî ya dawîyê serxweşîyê didin berî her tiştî ezîzên malbata wî û herweha gelê kurd ku yekî xwe yê giranbiha û birûmet ji dest daye.

Bila gora wî behişt be.

Kendal Nezan

Serekê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê