Gelê Kurd Prof. Dr. Nadir Nadirov jî wenda kir

Pir xemgîn´in, xebera ne xweş zû belav dibe. Gelê Kurd rewşenbîr, zanîyar, nivîskar û dil şewatê Kurd û Kurdistanê Prof.Dr. Nadir Nadîrovê xwe li Kazakîstanê, li bajarê Almatayê wenda kir.

Prof.Dr. Nadir Nadirov, bi taybetî bo Kurdê Sovyeta berê û bi giştî bo bêje, çand, folklor û dîroka Kurd û Kurdistanê xizmetek hêja kiriye.

Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd, bi koça dawî ya zaniyarê Kurd Prof. Dr. Nadir Nadirov gelek xemgîn bû. Jê re rehma Xwedê dixwazin. Serxweşîyê li malbat, li hezkiriyên wî û li gelê Kurdistanê dikin. Bila ruhê wî şad be.

Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd