Ew di dilê me da dijî, di berhemên xwe da dijî. Ango, herdem zindî ye!

Rêvebirê Weşanxaneya DOZê Köroğlu Karaaslan bi van gotinan va anonsa vê berhema ku wî çap kirîye, belav kirîye:

”Di 40 rojîya koçkirina akademisyenê ezîz Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv de pirtûka li ser jîyana wî hatî amadekirin, li pirtukxaneyan e.

Em hêjayîyên miletê xwe bi rêz û rumet bi bîrtînin.

Tu yê her di dil û bîra me de bî”.

Pirtûk ji van beşan pêk tê:

-Pêşgotina Têmûrê Xelîl ya bi sernavê ”MÊRÊ QENC, ZANYARÊ MEZIN Û NIŞMIANPERWERÊ DILSOZ”.

-Wergera ji rûsî ya pirtûka ser jîyan û karê Akademîsyen Kinyazê Îbrahîm bi sernivîsa ”DILÊ MIN BONA MERIVAN DIKUTE”, ku nivîskar Lyûdmîla Makarênkoyê û keça Kinyazê ber dilê me hemûyan ezîz Têrmîna Kinyaz Mîrzoyêvayê amade kirine. Wergervan Têmûrê Xelîl e.

-Gotarên van kesan, ku di demên cuda da di medya kurdî da derheqa kar û barê Kinyazê Îbrahîm da çap kirine:

Ahmedê Hepo: ”Nexşkarekî nexşeya gel”.

Çerkezê Reş: ”Rojekê bi ulmdar Kinyazê Îbrahîm ra”.

Têmûrê Xelîl: ”Ez her ro bîra Kinyazê bira dikim”.

Emerîkê Serdar: ”Ulimdar û merî”.

Hesenê Qeşeng: ”Kandîdatê ulmî teze”.

Pîrozkirina 70 salîya Kinyazê Îbrahîm.

Serxweşîyên serokatîya Herêma Kurdistanê – Serok Mesûd Barzanî û serokkomar Nêçîrvan Barzanî bo wefata Dr. Prof. Kinyazê Îbrahîm.

Çend helbestên şayîrên me yên navdar, wek Barîyê Bala, Hesenê Hecîsilêman, Mecîtê Silêman diyarî profêsor, welatparêzê mezin Kinyazê Îbrahîm.

Çend helbestên Bavê Nazîr (Kinyazê Îbrahîm).

Riataza