KONFERANSA FEDERASYONA KURDÊN SOVYÊTA BERÊ SERKEFTÎ BIDAWÎ BÛ

Îro 17ê Îlonê 2021 li bajarê Almaati Qazaxistanê bi bîranîna lîdêrên Kurdên Qafqasyayê (Sovyêta Berê) akademîsyen Nadir Nadirov, akademîsyen Knyaz Mîrzoyev û çalakvanê civakî û siyasî Yûra Nebîyev konferansa Federasyona Navneteweyî ya Dîasporayên Kurdan (FNDK) pêk hat.

Di konferansê de karên Federasyonê hate nîqaşkirin, perspektîfên nû hatin danîn.
Her wiha di civînê de 4 endamên nû beşdarî karên rêveberiyê bûn û seroktiya nû hate hilbijartin.

Ramazan Seyîdov, Hesen Ramoşî û Îbrahîmê Filît Mamedov erkên serokatiyê hildan ser milên xwe û bi yekdengî hatin hilbijartin.

Narîn Nadîrova — Qazaxistan, Barzanî Nabiyev — Qazaxistan, Wezîr Mirzoyêv — Qazaxistan, Gohar Mamo — Avrupa wek endamên nû yên koma rêveberiyê hatin hilbijartin.

Her wiha di konferansê de biryar hate girtin ku, FNDK li civînê Diakurd wek çavdêr beşdar bibe.