Emerîkê Dewrêş Serdaryan 8ê Sibata 1935ê li gundê Pampa Kurdan ku niha jê re Sîpan dibêjin hatiye dinyayê.

***

EMERÎKÊ SERDAR, EZÎZÊ ZIYO U SEYÎDÊ MAMO

Bavê we qet çûye Şerê Weteniyê? Lê ku çûbe û venegeriyabe?

Ezê îro ji we re behsa sê lehengan bikim… Serpêhatiyeke ji Ermenistanê, yek ji Kazakistanê, yek jî ji Bakurê Kurdistanê. Ji van her sê kesan, yek ji wan kurdê êzdî, duduyê mayî jî kurdên misilman in…

Emerîkê Serdar, Ezîzê Ziyo Bedirxan û Seyîdê Mamo. Her du navên destpêkê naskirî ne, navdar in. Navdariya Emerîkê Serdar sînorên Kafkasyayê derbas kiriye, belayî dinyayê bûye. Her Kurdekî haya wî ji edebiyat, rojnamegerî û nivîskariyê heye, ked û emega Apê Emerîk dizane. Dilsozekî ziman û edebiyata kurdî ye.

Ne tenê dilsoz, herwiha ew hosteyekî peyva kurdî ye jî. Emerîkê Serdar êdî 80 salî ye û piştî xebata 45 salan a rojnameya Riya Teze, vê gavê li Yerevana Ermenistanê tevî xanima xwe û keça xwe jiyana xwe berdewam dike.

Ezîzê Ziyo Bedirxan Kurdekî ji malbata sirgunê ye. Li Kazakistanê hatiye dinyayê. Nivîskar û karsazekî kurd e. Malbata wî sala 1944ê bi fermana Stalîn ji Gurcistanê ber bi Asya Navîn ve hatine sirgunkirin. Herçî Seyîdê Mamo ye, kesekî nenaskirî ye. Ji bilî malbat, eşîr, gund û bajarê lê hatiye dinyayê pêve kesek nas nake.

Lê mirovekî teqwa, nimêjker û nefsbiçûk bû. Kesên nas dikirin dibêjin ‘Weliyekî Xwedê bû!’ Rehma Xwedê lê be, 3-4 sal beriya niha li bajarê Batmanê li mala kurê xwe Silêman xatir ji jiyanê xwest. Xanima wî Şefîqeya Ferman salek bû ku rehmet kiribû. Saleke din ew jî bû cînarê Pîrê Şefîqe. Dema bû cînarê xanima xwe ya salan, sed salê xwe derbas kiribû.

Taybetmendiya her sê camêran jî ew e ku bavê wan di dema xwe de çûne şerên mezin ên cihanê. Bavê yekî ji wan vegeriyaye, bavê herduyan mane li qada şer. Kes nizane li kû, çawa û bi çi awayî terka cihanê kirine.

Bavê apê Emerîk û bavê kekê Ezîz di Şerê Cihanê Yê Duyemîn de, li ser navê Artêşa Sor a Sovyetistanê çûne şer. Ziyoyê Bedirxan di şerê li dijî Hîtler de heta Berlînê çûye. Birayê wî jî çûye şer lê venegeriyaye.

Dema apê Ziyoyê Bavê Ezîz şeş sal paşê vedigere Tiblîsa Gurcistanê, dibine ku ne jin, ne zar, ne ber û pismam mane. Dema ew li leşkeriya Artêşa Sor e, Serfermandarê Artêşa Sor û dewletê Kurdên Gurcistanê ber bi Asya Navîn ve sirgun dike û li çolistanên Kazakistan, Kirgizîstan û Ozbekistanê belav dike. Sirguna li Kazakistanê dibe para Ziyoyê Bedirxan.

Piştî wê sirgunê 70 sal paşê, dema ku kurê wî Ezîzê Ziyo Bedirxan li Alma Atayê behsa sirgunî û belengaziya bavê xwe dikir, gotin di qirikê de dibû girêk û tevî hêsirên çavan wiha digot; “Bavê min digot ‘Xwezî ez jî venegeriyama, tu herî ji bo hikûmeta Sovyetê şer bikî, 6 sal paşê vegerî û bibîne ku Sovyetê jina te, zarokê te, ber û pismamên te sirgun bike.’ Bavê min di şer de birîndar bibû, gellek madalyayên wî hebûn ku dewletê dabûnê.”

Emerîkê Serdar herdem di çavê xwe de melûliyekê, di dile xwe de jî hesretekê dihewîne. Hesreta bavê çûyî û careke din venegeriyayî. Îsal biharê, dema min tevî ‘Mîrê Bilûrê’ Egîdê Cimo li Yerevanê serdana wî kir, hêsir ji çavan barandibû û bi dengekî lerzokî ji Apê Egîd re gotibû; “Egîd kes nema, tenê ji yên berê ez û tu man!” Çend meh beriya wê sohbete, hevalekî wan Karlanê Çaçan jî xatirê xwe ji wan xwestibû û bibû mêvanê axa sar!

“Her car, wexta ez bi cihekî ve diçim, Zera min a biçûk timê dipirse: “Bavo, tê kengê bêyî?” Ev pirsa wê serhatiyeke derbasbûyî ya melûl tîne bîra min. Her cara min ew pirs bihîstiye, ew serhatî hatiye ber çavê min û ji min kirî ew ne ku zehf zûda qewimiye, lê duh bûye.”

Di gotara li ser bavê xwe Dewrêşê Serdar de Emerîkê Serdar wiha dibêje. Ew bavê ku dema berpirsên hikûmetê navê wî ji bo şer dinivîsin û dema ji cem pîrik û diya wî dibin, jê dipirse; “Bavo tê kengê bêyî?” Bavê ku di nav berpirsan de jê dûr bûye û dibêje; “Hetanî…” hetanî îro jî Emerîkê Serdar dipirse; “Hetanî kengê?” Sala 1941 e, Emerîkê biçûk hê 6 salî ye. Dema bavê mirovan here şer û venegere zor e! Gelo 50-60 sal çavê mirovan li riya wî bavî be, hestekî çawa ye?

Gotar dirêj e, her kurdek divê bixwîne. Navê gotarê “Hetanî Kengê ye.” Li ser înternetê jî peyda dibe. Lê dawiya gotarê wiha ye û bi êş e:“Her car, wexta ez cîkî de diçim, Zera min a biçûk timê dipirse: ‘Bavo, tê kengê bêyî?’

Û hertim rastiyê jê re dibêjim û wê naxapînim, çawa bavê min bêy xwestina xwe wî çaxî de hetanî niha min dixapîne!”

Ez bêm ser serpêhatiya Seyîdê Mamo. Bav û herdu ap, ango mamên wî diçin seferê. Dema seferê 2-3 salî bûye. Ne bav vedigere, ne jî her mam. Demên berê ji çûna şerê Osmaniyan re ‘sefer’ digotin. Ji ber ku li ber deste mamekî xwe mezin dibe, navê wî dibe “Seyîdê Mamo”.

Ji sed salî zêdetir kir, heta van salên dawiyê jî min nizanibû ku navê wî Mihemed e. Wekî her kesên ku wî nas dikirin; ji bo min jî, ji bo hemû zaro û neviyên wî ew Seyîdê Mamo bû.

Hûn dizanin ji bo çi hesreta Emerîkê Serdar û Ezîzê Ziyo Bedirxan ji bo min ne xerîb e?

Ji ber ku Seyîdê Mamo bapîrê min e…

Nivîskar: Salihê Kevirbirî

Bîranîna Rojnameger û Nivîskarê Kurd Emerîkê Serdar (08.02.1935 - 19.02.2018)



Bîranîna Rojnameger û Nivîskarê Kurd Emerîkê Serdar (08.02.1935 - 19.02.2018)