Îro ji bo salvegera 75 salîya Kinyazê Îbrahîm Mîrzoêv, kovara “Nûbar” derket û çap bû. Di rûpelên vê kovarê de behsa jiyan, malbat, kar, xebatên afirîner û pîşeyî yên akademîsyen Kinyazê Îbrahîm tê kirin. Kovara vê hejmarê mezin û berfireh e û behsa karên pireng û cure cure yên Mîrzoyêv pêşkêşî me dike. Herwekî pirtûk, berhemên wî yên zanistî û helbestên wî. Li hêla din ew mirovekî çawa bû, li gorî malbatê bavekî çawa bû, di vê hejmarê de cih digire. Heval, şagirt û hevkarên akademîsyenê nemir li ser wî nêrînên xwe nivîsîn û gotin. Mirina bêwext nehişt gelek xebat temam bibin û ronkayî bibînin. Bi keda Weqfa me, ji bo ku armanca rehmetî Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv pêk were, beehemên xwendina zimanê zikmakî, bidestxistina zanîna destpêkê ya bi zimanê zikmakî û pirtûk hatin çapkirin û temamkirin Em hêvîdar in ku hejmara “Nûbar” ya salvegerê ji bo her kurdekî bikêrhatî û watedar be.