Saladînê Kinyaz: Bavo can, em xwe hînî nebûna te dikin, lê zehf zor e

Akademîsyan Kinyazê Îbrahîm ji wan merivan e, ku gelek welatparêz û zane bi koçkirina wî xemgîn bûn. Herî zêde jî malbeta wî a bi tifaq, kurdîparêz û heyranê Kurdistanê xemgîn bû. Mêze bikin kurê wî Saladîn, ku nave Saladînê Eyûbî lê kkirine, kula dilê xwe çawa vedibêje:

Saladînê Kinyaz

Bavo can! Çi bêjim vala ye. Dikim nakim jî bîr nakim. Hebûna te çiqas zor û zehmet e. Roj bi roj zêdetir bêriya te dikim. Her roj çavê xwe bi te vedikim, bi te digirim. Gava radibim çavê min li derî ye. Dibêjim wê niha ji derî bikeve hûndir. Em xwe hînî nebûna te dikin. Lê zehf zor e. Jiyan bêyî te nîvco ye bavo…

Gelek kes piştî mirina Kinyazê ber dilê me hemûyan ezîz pê hesiyan, ku ewî çi zarên dilovan û delal, bi kurmancîyeke zelal û helal mezin kirine. Kurê wî yê din – Wezîr jî, ku navê xalê Kinyaz, nivîskar û zanyarê kurdî navdar Wezîrê Nadirî lê kirine, Weqfa ser navê bavê xwe da damezirandin û Rafîkê Yaqûbê ji wê binemala kurdperwer serokatî li wê dike.

Em mêze bikin ka ev welatparêzên mezin çawa bo wefata Kinyazê me êşîyan.

Serok Mesud Barzanî:

Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya akademîsyenê Kurd û Serokê Federasyona Navneteweyiya Kurdên welatên Sovyeta berê Profesor Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyev gihîşt me.

Profesor Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyev kesayetiyeke niştimanperewerê Kurdê Kazakistanê bû ku roleke ber bi çav li bihêzkirin û yekxistina diyasporaya Kurd ya li welatên Yekîtiya Sovyeta berê de hebû û her wiha li warê zanistî û edebî jî xizmeteke zêde li Kurdên wî welatî da kiriye.

Akademîsyan Nadirê Kerem Nadirov:

Sed heyf û mixabin ku me mezinekî êlê, mezinekî civaka me kurdan –ne ku tenê li Qazaxistanê- li seranserê dinyayê winda kir.

Akademîsyen û Profesorê me yê welatperwer, Serokê Federasyona Komeleyên Kurdên Sovyeta Berê, Serokê Civaka Kurdên Qazaxistanê (Berbang), Akademîsyen û Profesor Kinyazê Îbrahîmê Nevoyê Mîrze koça xwe ya dawî kir.

Bêguman di nav civaka miletan de hinek kes hene ku zehf taybet in û cihê wan zûbizû tije nabin. Helbet Kinyazê Îbrahîm jî yek ji wan kesan e. Ew ji bo miletê me yê li seranserê dinyayê windabûneke mezin e.

Komeleya Nivîskarên Kurd li SWED:

Leheng efsaneyan diafirînin û efsane jî beşekî mezin ya dîroka miletan dagir dike. Gelek ji van efsaneyên me bi her çar perçeyên Kurdistanê (Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava) ve sînorkirî ye. Di heqîqetê da Kurdistan ji van her çar perçeyan gelekî mezintir e. Lewra ku miletbûn heyînek çandî ye, cihê ku kurd lê hebin divê wir jî Kurdistan bê hesabkirin û fikra milî divê welê be.

Cara pêşin di nav kurdan da xwedîyê vê fikrê kurdên Sovyetê bûn. Loma jî ew kurdên pêşin bûn ku xwe ji qeyd û zincîrên eşîrtî, îdeolojî û oldarîyê rizgar kirin û bûn pêşevanên milî. Bi zanava xwe ya kurdî derketin pêşberî dinyayê. Di her warê kurdayetîyê da kar û xebatên hêja kirin, berhem û dezgehên bêhempa afirandin. Bêguman dê rojekê dîroka me behsa vê efsaneyê jî bike.

Prof. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev jî yek ji leheng û nûnerê vê efsaneyê bû. Di gel karên pratîk (ji bo yekitîya kurdên Kafkasyayê û Diyasporayê) karên entellektuelî jî dikir û komek berhemên hêja nivisîne.

Koma KURMANCÎyê ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê:

Me bi dilekî birîndar û pir xemgîn wefata kurdê welatparêz û dostê xwe yê qedirbilind, pêşengê kurdên Sovyeta Berê prof Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev bihîst. Vê xebera reş dinya li me tarî kir û qidûmên çokên me şikandin. Civata kurdî ciwanmerdekî xwe ji dest da, dilê me hemûyan kûr û giran birîndar kir. Me xweşmêrekî xwe, zanyar û piştmêrekî doza kurdî bêwext winda kir. Vê bûyera reş, bi taybetî endamên malbata wî û bigiştî jî welatparêzên kurd xist nav xemeke diltezîn û giran.

Prof Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev peyayekî xebatkar û çalak bû, nemaze di civata kurdên Sovyeta Berê de cih û navekî wî yê eyan hebû. Di gel vê jî di civata Rûsyayê û komarên Asyaya Navîn de jî cih û navê wî dîyar bû. Ew bi xebata xwe ya bê westan di nav kurdên herçar parçeyên Kurdistanê de mirovekî pêşdehatî bû. Ew dostekî qenc yê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê jî bû.

Kurdan lawekî xwe yê hêja winda kir. Bila di serî de serê endamên mal û malbata wî, nas û dostên wî û herweha gelê kurd sax be. Bila cihê wî behişt be.

Kendal Nezan, serekê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê

Reşo Zîlan, berpirsiyarê Koma Kurmancî, li ser navê hemû endamên komê

Welat Agirî, nivîskarê malpera RIATAZA

Mirin, çavê te kor be! Belê hezar heyf ronakbirên wek Kinyazê Îbrahîm, Keremê Anqosî, Yûra Nabîyêv, bêwext em li dû xwe hîştin û çûn. Çûyîna wan em êşandin. Min bi wan ra ne çayek vexwaribû, ne jî hevdîtineke rûbirû çêbûbû, lê bi koça wan a ji bo min bêwext, gelekî êşîyam. Ka ez ê çawa neêşim, em ê çawa neêşin! Lewma bi mirina her zanayekî, ava kanîyekê zanînê dimiçiqe, stûnek ji stûnên hebûn û yekitîyê tê xwarê.

Mirin çavê te kor be, hemin em nikarin rê li ber te bigrin. Rastî ev e, mirin her hebû û wê hebe jî. Belê gelek kurdên hêja bixatir an jî bêxatir koça xwe kirin û çûn. Lê hê jî di nav me da gelek rewşenbîrên qedirqiran hene, ku bi zanîn û tecrubeyên xwe tarîyan ronayî, şêlûyan zelalî dikin.

Riataza