MÛXTAR AÛÊZOV — 125 sal!

Jînenîgarîya efrandarîyê ya Mûxtar Aûêzov bi avabûna wêjeya qazaxî ya miletîyê va wek bûyereke civakî-çandî girêdayî ye. Wî ew wêje derxiste ser asta cihanê, lê berhema wî a sereke “Riya Abay” ketîye nava “Pirtûkxaneya edebîyeta hemcihanê”.

Mûxtar Aûêzov: jînenîgarîya nivîskar

MÛXTAR AÛÊZOV - 125!

Mûxtar Omarxanovîç Aûêzov (Мұхтар Әуезов) — nivîskar, şanoger û zanyarê Qazaxa, 28ê îlonê, sala 1897an li herêma Sêmîpalatînskê ya Împêratorîya Rûsîyayê ji diya xwe bûye. Bona pîrozkirina rojbûyîna nevîyê wî hevalê nêzîk yê kalikê wî Aûêz — Abay Kûnanbayêv jî teglîf kiribûn, ku xunedar û ronahîdar, helbestvan bû. Di paşdemê da tevaya jîyana efrandarîyê ya Mûxtarê tezebûyî bi wî merivê mezin va hate girêdan. Klasîkê paşdemê di wê binemalê da hate dinyayê û mezin bû, ji xortanîyê da bi sertacên wêjeya Rohilatê va bû nas.

Dema Mûxtar sê salî bû, bavê wî mir, lê dema bû xort, diya wî jî mir. Apê wî Kasimbêk ew perwerde kir û da ber xwendinê: birazîyê xwe kire medresê, paşê ew li Sêmîpalatînskê kete xwendinxaneya rûsî. Paşê Mûxtar xwendina pêdagogîyê bi dest xist.

Di dema xwendkarîyê da destbi efrandarîya wêjeyî ya Aûêzov dibe: ew serpêhatî û berhemên dramatîkîyê yên pêşin dinivîse. Yek ji wan pîêsa xeyalî ya “Enlîk-Kebek” e, ku di dewata nevîyê Abay da hate lîstin. Artîstên wê nevîyên helbestvan, merivên nêzîk û hevalên xwedîyê nivîsê bûn.

Di salên xwendkarîyê da ew dikeve nava karê weşanê da, kovareke edebî derdixe. Lê desthilata nû hate ser wê fikirê, ku ew kovar ne gorî îdêologîya fermî ye û ew dide girtinê.

Sal 1919an e. Li van deran qeydê Sovêtîyê tê testîqkirinê. Mûxtar Aûêzovê xort jî dikeve nava wî karî: ew dibe endamê Partîya bolşêvîkîyê. Wî xortê bi aqil û aktîv dikine ser karê bilind. Demekê wî serokatî li wezîreta Sêmîpalatînskê kir û bû sêkrêtarê Komîsyona Hilbijartinê ya Merkezî ya Qazaxistanê. Lê Aûêzov dest ji nivîsandina dramayan û helbestan nakişîne, di redaksyonên kovaran da kar dike, û ev yek li serokatîya partîyê xweş ne dihat. Piştî demekê wî bona fikirên miletçîtîyê ji partîyê derdixin.

Xortê genc biryar dike xwendina xwe li Zanîngeha Taşkendê berdewam bike. Sala 1923an êkspêdîsyona zanyarî ya berevkirina folklorê, ku xwendkar Aûêzov jî di nav da bû, li herêma Çîngîzê efrandinên helbestîyê yên Abay berev dike, berhemên wî yên felsefeyî jî dibîne. A bi vî awahî xebata wî ya pirsale ya lêkolînerîyê-abayzanîyê destpê dike.

Mûxtar Aûêzov pişt ra çû Lênîngradê, xwendina xwe li Zanîngeha wêderê berdewam kir, ew sala 1928an temam kir. Paşê bi dîploma xwendina bilind vedigere Taşkendê, lê ji xwendinê têr nabe û dikeve Aspîrantûra Zanîngeha Asîya Navîn.

Jînenîgarîya nivîskar six bi hemû bûyerên dîrokî yên welêt va girêdayî ye. Di destpêka salên 30î bolşêvîk pêşî li pêşketina çand û zimanê gelên kêmjimar digirin. Dest bi zordestîyan dibe. Mûxtar Aûêzov jî dikeve ber derba wê zulmkarîyê. Wî bi sebebê, ku qaşo endamê rêxistineke opozîsyon e, digirin. Ew zêdeyî du salan ji jîyana civakî tê birînê.

Piştî azabûnê ji wî ra li hev tê dest bi karê mamostatîyê bike û tam xwe dide karê lêkolînkirina mîrata Abay. Di encamê da berevoka wî a helbestan çap bû, berhemên feylosof û ronahîdarê mezin bo çapê têne amadekirin. Li Şanoya Miletîyê wek berê bi awayekî serketî pîêsên Aûêzov têne nîşandan.

Lê organên Komîsarîata Gel ya Karên Hundur wî zanyarê genc rehet nedihîştin: li ser riya çapkirina berhemên wî asteng çê dikirin, pirtûkên çapbûyî ji dikanan û pirtûkxaneyan dihatine berevkirin. Ew hemû asteng û desteserkirin bûne sebeb, ku ew mecbûr bû ji komarê derkeve.

Ew diçe Moskvayê û bi yek ji serekên Yekîtîya nivîskarên Sovêtîyê L. Sobolêv ra dikeve nava hevkarîyê, karê xwe yê efrandarîyê bi aktîvî berdewam dike. Li vira şanoya bedbextîyê ya bi navê ”Abay”, berhemeke zanyarî derheqa folklorê da têne sazkirinê, bi pirtûkeke cuda stiranên qazaxî yên gelêrî tê çapkirin.

Sala 1941ê Mûxtar Aûêzov vedigere welêt, li Înstîtûtên wêjeyî û çandî da kar dike, lêkolîna mîrat û jîyana Abay berdewam dike. Di encamê da pirtûka pêşin ya ”Abay” çap bû, ku ji alîyê dewletê da bilind hate qebûlkirin. Xudanê pirtûkê bi ordena xebatê ya here bilind va xelat kirin, lê piştî derketina herdu kitêban bi zimanê rûsî, layîqî Xelata Stalînîyê bû.

Sala 1945an sedsalîya Abayê Mezin hate pîrozkirin. Mûxtar Aûêzov bo şahîyên pîrozkirinê gotar nivîsîn, senaryoyên opêrayê û fîlmekê nivîsî, ku pêşkêşîî stiranên ser gotinên helbestvaan bûn.

Ew dema naskirina wî wek hostayê profesyonal û zanyarî bû. Ew bû doktorê zimanzanîyê, akademîsyenê Akademîya Zanyarî ya Komarê bû.

Lê li welêt pêla nû ya zordestîyên di hindava nivîskaran da bi sebebên şaşîyên cuda-cuda û helwestên ne gorî sîyaseta komarê destpê dike. Ew zordestî gihîşte Mûxtar Aûêzov jî. Wî di fikirên miletçîtîyê da gunehkar kirin, qedexe kirin li Zanîngehê bixebite.

Ew dîsa berê xwe dide şaristanîyê, ji welêt dûr dikeve, bo xwendkarên Zanîmngeha Moskvayê ya Dewletê dersên derheqa wêjeya qazaxî da dide. Bi wê ra tevayî bi redaksyonên kovarên wêjeyî yên merkezî hevkarî dike, ku li paytextê welêt çap dibûn.

Ew salên xebata efrandarîyê yên pir sert bûn. Sala 1954an nivîskar berhema tevaya jîyana xwe xilaz dike – “Riya Abay” ya çar cildeyê.

Di dem û dewranên pey Stalînîzmê ra bona Mûxtar Aûêzovfirsend çê bû vegere Alma-Atê. Ew derbazî ser karê xwe yê berê dibe. Paşê ew tevî jîyana sîyasî ya komarê dibe, du caran tê hilbijartin wek endamê Şêwra Tewrebilind. Aûêzov bi awayekî aktîvî bi rêxistina nivîskaran ra hevkarîyê dike, bi delegasyonên wêjeyî ra tevî gelek seredanên li welatên dereke dibe.

Nivîskar herdem bi gelê xwe ra bûye. Di nivîs û xeberdanên xwe yên di hemcivînên cuda-cuda da guhdarîyê datîne li ser pirsgirêka mezin – paşmayînên teqandinên atomî li polîgona Sêmîpalatînskê. Wî didît, ku axa wî çawa wêran dibe, merivên wî çawa ji nexweşîyên nenas dimirin, lema jî bû aktîvîstekî tevgera dijî atomê.

Sala 1958an li paytextê Yekîtîya Sovyet dehrojîya çanda Qazaxistanê hate derbazkirin. Li wir cara pêşin bi awayekî berfireh romana Mûxtar Aûêzov “Riya Abay” hate minaqeşekirinê. Dereceya berhemê ya bilind hate destnîşankirin û xudanê berhemê xelata li Sovyet here bilind – Xelata Lênînîyê sitend.

Jîyana nivîskar a şexsî jî ziyan dît. Di xortanîya xwe da ew gorî edetê miletîyê bi Reyhana 15 salî ra zewicî. Du zarokên wan çê bûn, lê ew ji hev qetîyan. Keça wan Muhamîle bi bavê xwe ra ma, wî tevaya jîyana xwe miqatî lê kir.

Dema jîyana xwe ya li Lênîngradê ew rastî Valêntîna Kûzmînayê hat, pê ra zewicî. Ji wê zewacê keçek hate dinyayê – Lêyla, ku di paşdemê da bû profêsor-dîrokzan, hema wê jî serokatî li Mal-mûzêya bavê xwe yê navdar kir.

Ew zewac jî di rûyê desteserkirin û girtinê da zirar dît. Di malbetê da kurekî wan çê bû – Ernar, ku paşê bû bîolog.

Di salên 1940î da jina nivîskar Fatîma Gabîtova bû. Kurê wan – Mûrat bû karmendê kûltûrayê yê navdar, bingehê Fonda ser navê Mûxtar aûêzov danî.
Nivîskar sala 1961ê giran nexweş ket, li Moskvayê dihate qenckirinê, lê ber emelîyeta giran teyax ne kir.

MÛXTAR AÛÊZOV - 125!

Mûxtar Aûêzov: berhemên wî

Di saxîya nivîskar da karê wî yê efrandarîyê gorî îdêologîya komûnîstîyê – wek peyhatîya rêalîzma sosîalîstîyê – dihate qîmetkirin. Gelek taybetmendîyên berhemên wî di nava goveka wê mêtodê da man. Niha bi awayekî din wana qîmet dikin: mîrata efrandarîyê ya Aûêzov – bûyereke edebîyeta hemcihanê ya berbiçav e.

Keda wî di nava jîyana çandî ya welêt da hatîye destnîşankirin – ew avakirina pirmijarîyê ye di nava edebîyeta miletîyê da, ku berî wî tunebû: helbest, dramatûrgîya, rexne. Nivîskar di efrandinên xwe da realîzm û edetên êpîkîyê yên gelêrî bi hev va dabû hûnandin.

Ewî zêdeyî 20 pîêsan, gelek serpêhatî, çîrok, roman nivîsîn. Hela di berhemên destpêkî yên salên 1920î da hişyarkirina ruhê gel xuya dibin, nelihevîyên di nava eşîran da tê rexnekirin, dengê tifaqê-yekîtîyê tê bihîstinê.

Aqilbendî û kûrfikirîya nivîskar di serpêhatîyên wî yên pêşin da xuya dibin. Mesele, ”Sewdaserê gewr” bi şirovekirina qûmistanan xwendevan heyr û hijmekar dihêle, paşê ew danîne li rex serpêhatîya Cêk London ya bi ”Qîlên sipî”. Serpêhatîya ”Halê sêwîyan” nîşan da, ku ew hostayê proza psîkologîyê-derûnîyê ye, li wire w bi destî monologan xeysetê mêrxasên berhemê tîne ber çavan.

Di berhema berfireh ”Gullekirin li buhurê” da Aûêzov bi awayekî heq jîyana gundîyan ya giran berî şoreşê tîne ber çavan. Nivîskar di berhema din a ”Eşîra genc” da dikeve nava cihana ruhanî ya kesên hevdem, mêrxasên berhemê pêrgî pirsgirêkên civakî û moralî yên sext dibin.

Sala 2006an ji cêrga wêjeyî ya navdar ”Jîyana merivên bêhempa” da pirtûka Nîkolay Anastasêv ya bi navê ”Mûxtar Aûêzov. Serketîyê bedbext” çap bû. Xudanê berhemê – profêsor, edebîyetzan, zaneyê wêjeya bi zimanê îngilîsî – îzbat dike, ku efrandarîya Aûêzov bi dereceya xwe va nêzîkî berhemên W. Şêkspîr, C. London, D. Golsûorsî û klasîkên Roavayê yên naskirî ne.

Xudanê pirtûkê ”Riya Abay” qîmet dike wek romana sedsala 20î ya bêhempa, serdestîyên wê destnîşan dike. Nivîskar dikeve nava pêwendîyên derûnî yên nifşên cuda, hevdufêmnekirina nifşên berê û niha raberî xwendevanan dike. Ew herwiha romaneke balkêş e derheqa pêwendîyên romantîkîyê da, di wê da herwiha şîretên efsaneyî jî hene.

Pirtûka nû ya derheqa Mûxtar Aûêzov da ser bawerî û qîmetkirinên xwendevanên îroyîn e derbarê nivîskarê bêhempa da. Bi bawerîya lêkolîneran, eva gavek e bona bi navnetewî naskirina edebîyeta qazaxî. Li cihanê wê edebîyetê herwiha bi saya serê berhemên Aûêzov jî nas dikin: berhemên wî bi 20 zimanên cihanê hatine wergerandin.

Li qazaxistana niha qedirê bîranîna nivîskar digirin. Kolanên ser nave wî hene, nave wî danîne li ser dayîreyên xwendinê û zanyarî, Teatroya dramayê. Li çiyayên Tyan-Şanê tepeyek ser nave Aûêzov e. Li wetenê wî, li paytextên welatên din heykelên nivîskar yên tûnc û ji mermer danîne.

Nivîskar: Tatyana Marsênyûk