Birêz Zaza Keleşov û rêveberiya Komeleya Kurdên Gurcistanê «RONAHλ,

Em wekî Kurdên Qazaxistanê salvegera 1.emin ya Komeleya Kurdên Gurcistanê bi dil û can pîroz û bimbarek dikin, ji we ra serkeftin dixwazin.

Ji bîr nekin ku dilê xwişk û birayên we yên li Rusyayê, li Ermenistanê, li Qazaxistanê, li Qirgizîstanê, li Gurcistanê û li Ozbekistanê li ser we ye. Divê çavên we jî li ser me be û hûn jî hay ji me hebin.

Bi vê bangawaziyê em Komeleya we vedixwînin Qazaxistanê. Çavê me wê li wê rojê be û emê wê rojê ji xwe re bikin rojeke cejn û şahiyê.

Pîroz be rojbûna RONAHÎ,

Ezîzê Zîyo Bedirxan

Doktorê Zanistên Aborî, Profesor
Serokê Yekitiya Kurdên Qazaxistanê — Berbang Cotmeha 2022, Almatî