Em bi dil û can rojbûna rewşenbîrêki kurd ya heja, welatparêz, nivîskar, serokê Enstîtuya Kurdî ya Qefqasyayê, avakerê malpera ensiklopediyakurdi.com, berpirsê Yekbûntv, aveker û xwedanê weşanxaneya Zengezûr (wesanen-zengezur) endamê rêveberiya Federasyona Navneteweyî ya Diasporayên Kurda (FNDK), wergervan û rojnamagerê naskirî birêz Hejarê Şamil Asgerov bi dil û can pîroz û bimbarek dikin, cenabê we re temenê dirêj, bextewarîyê û serkeftinên berdewam dixwezin. Em bawerin, ku hûn di pêşerojê de jî me bi lêkolîn û gotarên li ser dîrok û çanda gelê me ve bidin şakirinê.

Kî ye birêz HEJARÊ ŞAMIL ASGEROV?

Hejarê Şamil di 16ê tîrmeha 1966’ê de li navçeya Kalbajarê (Kelbecer / Azerbaycan) hatiye dinyayê. Kurê Mamosteyê mezin û hêja Şamilê Selîm Esgerov û Nazîle Manafova (Esgerova) ye. Bavê Hejarê Şamil – Şamilê Selîm helbestvan, kurdzan, êtnograf, wergêr û “yekem şervanê kurdên Azerbaycanê” bû. Çendin pirtûkên Hejarê Şamil bi tirkî, rûsî, azerî û kurdî hatine çapkirin.

Hejarê Şamil li bajarê Bakûyê fîlolojî xwendiye (1984-1990). Dû re xebatkarê weşanxaneyê “Yazıcı” (li Bakûyê, 1989-1991), nûçegihanê rojnameya parlamêntoyê Azerbaycanê ‘Heyat’ (Bakû, 1991-1993) bûye. Wek editorê beşa azerîkî, di rojnama ‘Dengê Kurd’ de (Bakû, 1992-1994) kar kiriye, pişt re rojnemevanê kovara ‘Kurdistan Raport’ (Moskow, 1994-1997) û rojname ‘Maxmûr’ (Kurdistana Başûr, 2000) bûye.


Di sala 2008’ê de peyamnêrê ‘Ak News’, cigirê rêdaktorê kovara ‘Nûbar’ li Qazaxistanê, (2004-2010), rêdaktorê radyoyê Qirgizistanê beşê kurdî (2005-2010), edîtorê malpera kurdistan-post, yek ji pêşengên Însîyatîfa Rewşenbîrên Kurd û malpera http://xn--rewenbir-pwb.com/ bûye. Li Qirgizistanê weşanxaneya ‘Zengezûr’ û li Gurcistanê Enstîtuya Kurdî ya Qefqasyayê ava kiriye.

ÇEND PIRTÛKÊN WÎ:

  1. Şerê eqilan (Başûrê Kurdistan, 2000, bi tirkî).
  2. Di pêşiya de sê xal (Başûrê Kurdistan, 2001, bi tirkî).
  3. Rêya ewlekariyê (Başûrê Kurdistan, 2000, bi hevbeşî hatiye nivisandin, bi tirkî).
  4. Diaspora Kurda (Stembol, Pêrî, 2005, bi tirkî).
  5. Gulnar û Ocalan (Stembol, Pêrî, 2005, bi tirkî).
  6. Knyazê Îbrahim (Stembol, Pêrî, 2007, bi tirkî).
  7. Jiyan di rêya welatparêziyê de (Qazaxistan, 2007, bi kurdî).
  8. Diaspora Kurdên YKS (Qirgizistan, 2007, bi rûsî).
  9. Tenê me (Qirgizistan, 2007, bi azerîkî).
    Hêjarê Şamil, sê pirtûk wergerandiye:
  10. Kurdên Azerbaycanê (Stembol, Pêrî, 2007, ji rûsî wergerandiye ser zimanê tirkî).
  11. Kurdistana Sor (ji rûsî wergerandiye ser zimanê tirkî).
  12. Şerefname, wek çavkaniya dîroka kurdan (ji azerî wergerandiye ser zimanê tirkî).

Hêjarê Şamil, romana Eliyê Evdilrehman a bi navê “Şer çyada” ku li Stembolê weşanxaneya Pêrî derketiye ji kîrîlî derbasî latînî kiriye. Nêzîkî 30 pirtûk rêdakte kirîye û weşandiye. Hêjarê Şamil Endamê PENa Kurd e.

Pîrozbahî Hejarê Şamil ra 🎉
Pîrozbahî Hejarê Şamil ra 🎉
Pîrozbahî Hejarê Şamil ra 🎉
Pîrozbahî Hejarê Şamil ra 🎉
Pîrozbahî Hejarê Şamil ra 🎉
Pîrozbahî Hejarê Şamil ra 🎉
Pîrozbahî Hejarê Şamil ra 🎉