Şîrînê Elî yek ji wan kesan bû ku di nav kurdên Qazaxistanê de navekî hêja ji xwe re çêkiribû. Ew di nava kurdên Qazaxistanê de wekî karsaz, endezyar û rewşenbîrekî navdar digate naskirin. Ked û emega wî herdem hatiye şêkirandin û wisa diyar e wê ji îro pêve jî were şêkirandin.
Bav û kalên Şîrînê Elî sala 1926ê tevî bi hezaran kurdên ji eşîrên cuda-cuda ji bakurê Kurdistanê derbasî ”Dewleta Şewrê” ango ”Sovyetistanê” bûne. Malbata wî sala 1937ê bi biryara Josef Stalîn û Lavrêntî Bêrîya ji Naxçîvana Azerbaycanê tevî 20 hezar kurdên misilman sirgûnî Qazaxistanê, gundê Baxt-Baxtîyê bûne ku ev gund dikeve nehiya Balxaş ango Baqanasê. Salek paşê malbat koçî qundê Kaûçûkê dibe ku niha jê re dibêjin Aşîbûlak. Ev gundê mezin ê kurdan girêdahiyê nehiya Îliyê, herêma Alma Atayê ye.
Şirînê Elî sala 1951ê li gundê Aşîbûlakê tê dinyayê. Piştî xilaskirina dibistana navîn, sala 1970yî li Înstîtûta Bajarê Cambûlê ya Endezyariyê “Hîdromelorasiyayê” dest bi xwendina bilind dike.
Sala 1978ê bi dereceyeke bilind înstîtûtê temam dike. Destpêkê dibe Midûrê Texnîkaya destpêkê û heta dibe muhendîsê sereke yê Zankoya “Hîdromaşpiroje” berdewam dike. Vî karî di bin baskên Wezareta Malhebûnîyê ya Qazaxistana Sovyeta Sosyalîstiyê de bi serfirazî dike.
Şîrînê Elî paşê dibe Serokê Organîzasyonên Çêkirçî ango Endezyaran ku wekî SMU “Sêlêzaçîtastroy” tê naskirin. Di Rêveberiya SMU ya Alma Atayê de kar dike. Paşê dibe Serokê TOO-yê ku wekî Fîrma Karên Çêkirina Avahiyan tê naskirin. Şîrînê Elî paşê dibe Cîgirê Yekitiya Dîrektorê Sereke yê ZAO NAK “Almatistroyê” ê.
Şîrînê Elî li çend bajarên mezin ên Qazaxistanê, di serî de li bajarên Alma-Ata, Astana û Taldikûrganê li ser nêzîkî yek milyon kvadrat mêtreyî bi sedan avahiyên civakî, çandî, hunerî û jîyana hevpar çêkirine
Mirovekî nefsbiçûk, eyan û hezkirî
Şirînê Elî ji xeynî xebata xwe ya şexsî, gelek caran tevli xebata civakî bûye. Di gelek civîn, konferans, cejnên neteweyî û çandî de li kêleka gelê xwe cî girtiye. Ew delek caran bûye piştevan û alîkarê xebatên “Berbangê” ku wekî Yekîtiya Civaka Kurdên Qazaxistanê tê naskirin. Kesên ku karsaz, endezyar û rewşenbîr Şirînê Elî nas dikin herdem dibêjin ku ew di kar û xebata xwe de gelek zîrek e, şev û roj li ser piyan e, ji tiralîye hez nake lewma jî her diçe karê wî bi pêş dikeve.
Ew ne tenê ji bo gelê kurd, her wiha ji bo gelê qazax jî mirovekî hezkirî bûye. Ji bo gelê Qazaxistanê çi ji destê wî hatiye texsîr nekiriye. Wî bi zimanê qazaxî û rûsî pir baş zanibû. Ji bo dostanî û biratiya kurdan û qazaxan her tiştî dikir. Ew dostê dostên xwe bû. Di nava gel de navekî baş ji xwe re çêkiribû. Ew herdem di nav civaka kurdan de wekî mirovekî nefsbiçûk, eyan û hezkirî digate naskirin.
TOO “Sharf-Lina û Nûrelî
Di van demên dawî de Şîrînê Elî serokatiya TOO “Sharf-Linayê” dikir. Ew di Navenda Çanda Kurdên Qazaxistanê de Serokê Komîteya Karsaz û Karmendan bû. Wî wekî karsaz û karbidestê gelê kurd her tim alîkariyê dida dibistanan, bexçê zarokan, klubên sportan û komên folklora kurdan. Ji bo van xebatan dezgeheke mezin a bi navê “Nûrelî” jî vekiribû. Divê bibêjim ku Nûrelî ji navên dê û bavê wî Nûr û Elî pêk tê. Li vê navendê gelek caran xebatên çandê têne kirin, şîn û şahî têne derbaskirin.
Baş tê bîra min çend sal berê, nanê xêrê yê şaîr û rojnamegerê kurd rehmetiyê hesenê Hecîsilêman li wê ocax û dezgeha wî hatibû dayîn. Cara dawî çileya îsal di 100 saliya bîranîna nivîskarê kurd ê navdar Eliyê Evdirehman de me hev dîtibû û me wextekî xweş bi hevre derbas kiribû. Hey û mixabin ku evê bibûya hevdîtina me ya dawî…
Xwarziyê welatparêzê mezin Mihemedê Siloyê Bava
Şîrînê Elî her wiha xwarziyê rewşenbîr û welatparêzê mezin Mihemedê Siloyê Bava ye ku heta dawiya jiyana xwe ji bo avakirina Kurdistana Sor/Krassny Kurdistan kar û xebat kir.
Xwediyê xelat û madalyayên serfiraziyê
Ji ber ku ked û emegeke mezin daye, dewleta Qazaxistanê gelek xelat û madalya pêşkêşî vî xêrxwazê miletê kurd kiriye. Şîrînê Elî heta niha layîqî gelek xelat û madalyayên hêja hatiye dîtin ku xelata bi navê “Құрмет-Hurmet” yek ji wan e. Xwediyê xelata “Құрмет-Hurmet” “Hurmet” nîşana şeref û hêjatiyê ye ku ji hêla dewleta Kazakîstanê ve tê dayîn. Ev xelat yek ji xelatên herî mezin e ku li wan kesên xizmetên mezin kirine, re tê dayîn.
Dewleta Kazakîstanê li ser navê Serokomar Nûr Sûltan Nazarbayêv Xelata dide. Karsaz û xêrxwazê kurdê navdar Şîrînê Elî sala 2014-ê ev xelat wergirtiye Her du profesor û akademîsyenên kurd ên navdar Nadir Nadirov û Kinyazê Îbrahîm jî ev xelat standibû. “Medalyaya ji bo xebata baş”, “Xelata 10 saliya Yekitiya Gelên Qazaxistane” û “Xelata 20 saliya Yekitiya Gelên Qazaxistane” xelatên din in ku Şîrînê Elî wergirtiye.
Şîrînê Elî bavê 2 kur û şeş neviyan bû.
Rehma Xwedê lê be…
Оставайтесь на связи